Dr. Bîlgîn: Çavkaniya pirsgirêka Kurd ne derekî, navekî ye

27-04-2013
SERKAN İNCE
A+ A-

Rûdaw (Hewlêr) -  Di çarçoveya 1'emîn Konferansa Navneteweyî ya Akademîk a Dîroka Kurd û Kurdistanê, akademisyenên Kurd û biyanî di navbera 15 û 18'yên Nîsanê de li ser mijara  'Di Serdema Osmaniyan de Kurd û Kurdistan'ê gotarên cûr bi cûr pêşkêş kirin.

 

Li jêr ronahiya dîrokê, bi xwendineke îroyîn, Hîndekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Artûkliyê Doçentê Yarîdîder Dr. Ferîdûn Bîlgîn bersiva pirsên Rûdawê da. Têkildarê pêvajoya heyî Bîlgîn diyar kir ku lihevhatin û rêkeftineke civakî, bê makeqanûneke nû pêk nayê. Bîlgîn li ser zarên şêwirmendên Serokwezîr Erdogan îdîa kir ku 17-18 caran li dijî Erdogan hewldanên sûîqestê pêk hatine. Her wiha Bîlgîn xeyalên xwe yên Rojhilata Navîneka wekî Yekîtiya Ewrûpayê anî ziman û got ku ev tiştana jî ne dûr e. Di vê pêvajoyê de dê helwesta Amerîka, Ewrûpa, Îranê çi be; lêgerîna bersiva gelekî pirsên girîngtir dê di vê hevpeyvînê de bê dîtin.

Bi 'Pêvajoya Aştiyê' re tirsên Kurdan û Tirkan ên veşartî derdikevin, tirsên li ber çavan beloqtir dibin, fikarên li jêr zimanan xwe didin der, xofa dubarebûna dîrokê dibêje ku 'ez li vir im'. Bermahiyên Osmaniyan aliyê Tirk ji Sewreke din, Kurd jî ji Lozanekê din dilgiran û bifikar in. Mayîn û nakokiyên ku sedsal e li bogên/kenarên zeviyên gelên Rojhilata Navîn hatine çandin, herî zêde di 'pêvajoyên çareseriyê' de tên li ber teqînê.

Pêwendiya Kurd û Osmaniyan kengê û çawa dest pê dike?

 

 Her çend pêştir hinek pêwendî hebin jî bi awayekî fermî pêwendiyên Kurd û Osmaniyan di serdema Padîşahê Osmanî Yavûz Selîm de dest pê dike. Di şerê Çardiranê de mîrnişînên Kurd li cem Yavûz Selîm cih digire. Sedema ku Kurd bi Yavûz Selîm re beşdarî şer dibin çi ye? Di wê serdemê de Kurdistan li jêr deshilata Sefewiyan de ye. Hingê jî Sefewiyan li Kurdistanê polîtîkayên îskanê/cihyarbûnê dane destpêkirin. Xelkên ku ji Turkmenistan û Azerbaycanê dianîn, li Kurdistanê bi cihûwar dikir. Sefewiyan, waliyê parêzgeheke Kurdan kesek ji xwe destnîşan dikir, yan jî ji hoza herî lewaz/weza a Kurdan kesek desnîşan dikir. Ev yek ziyaneke mezin dibexşîne Kurdan. Zanyar, dîroknas û dîplomatê mezin Îdrîs Bedlîsî vê yekê dibîne.

 

Gelo li ser erdnîgariya Kurdistanê yekem têkiliya Kurdan û Tirkan bi Selçûqiyan dest pê dike?

Di vî warî de pisporiya mi zêdetir li ser serdema Yavûz Selîm e. Ji bo zelalkirina têkiliyên pêş vê serdemê; divê herdu xanedaniyên Kurdan, Merwanî û Eyûbî, baş bên zanîn.



Bedlîsî ji Yavûz re dibêje ku ger tu piştgiriya mîrên Kurdan bigire dê rêya Basra û Bexdayê ji te re vebibe; ya duyem jî dibêje ku ger bi vê erdnîgariyê re pêwendiyên xwe baş bike û li jêr fermana te be, tu heta Azerbaycan û Kafkasan dikarî biçe

 

Em vegerin ser mijara xwe, destpêka 'têkiliyên fermî' yên Kurd û 'binemaleya' Osmaniyan...

Ji ber polîtîkayên Sefewiyan, Kurd dikevin nava lêgerînekê. Îdrîsê Bedlîsî bersiva vê lêgerînê ye. Bedlîsî dibîne ku erdnîgariya Kurdan bi polîtîkayên cihyarbûnê tê belavkirin û ji destên wan tê derxistin. Siyasetmedar, dîroknas, şarezayê hoz û deverên Kurdistanê Îdrîsê Bîdlîsî, ji bo mîrên Kurdan li cem Osmaniyan cih bigirin wan serwext dike ango wan tîne rê. Bi nameyekê vê yekê ji Yavûz Selîm re radigihîne. Yavûz jî di bersivê de dibêje ku ew ji van hewldanên wan serbilind bûye. Armanca Îdrîsê Bîdlîsî ew e ku Kurdan û Osmaniyan bîne ba hev. Armanca împaratoriya Osmaniyan jî ew e ku kilîta herêmê ango Kurdistanê bi dest bixe. Bedlîsî ji Yavûz re dibêje ku ger tu piştgiriya mîrên Kurdan bigire dê rêya Basra û Bexdayê ji te re vebibe; ya duyem jî dibêje ku ger bi vê erdnîgariyê re pêwendiyên xwe baş bike û li jêr fermana te be, tu heta Azerbaycan û Kafkasan dikarî biçe. Nemaze piştre bi ser Amedê de digihêje Tebrîzê. Her wiha ji Bedlîsî ji Yavûz re dibêje ku ger erdnîgariya Kurd tevlî te bibe, dê Şam û Misir jî bibe yên te.

 

Dikare bê gotin ku bi vê pêwendiyê re, Osmanî pir mezin dibe û dibe zilhêz?

 

Pir pir mezin dibe. Erdnîgariya Kurdan, ji bo Osmaniyan rist û rola kilîtê werdigire; kilît di destê te de be, deriyê xanî vedibe û tu dikevî navmalê. Pêşbîniya Îdrîsê Bedlîsî pêk tê. Piştî ku di sala 1515'an de li Amedê Mîrê Mîran ji aliyê Osmaniyan ve tê destnîşankirin, di sala 1517'an de dewleta Memlûkiyan -a li Misrê- tê hilweşandin. Piştre împaratoriya Osmaniyan; Sûriya îroyîn û Misrê dixe nav sînorê xwe. Bi vir jî namîne, bakurê Efrîkayê jî bi dest dixe, Êraqa îroyîn, Azerbaycan û Kafkasan bi dest dixe. Di vir de berjewendiya Kurdan çi bû? Berjewendiya Kurdan ew bû ku rewş û pêgeheke taybet a ku heta hingê di pergala Osmaniyan de tunebû, dan Kurdistanê.

 

Di navbera Îdrîsê Bedlîsî û Yavûz Selîm de peymaneke şênber heye?

 

Belê heye. Bi vî rengî heye..

 

Bi çi rengî? Corên belgeyan çi ne?

 

Di vî warî de belgeyên şênber, fermanên nivîskî yên padîşah in. Pêgeha ji bo Kurdistanê tê destnîşankirin wiha ye: Padişahê Osmanî li parêzgehên Kurdistanê parêzgar/walî destnîşan dike, parêzgar jî mîrê Sancaqan desnîşan dike. Sancaq, hema bigire şûna navçeyên îro digire.

 

Gelo ji ber vî şêwazî, dikare bê gotin, ji eyaleta Kurdistanê bêhtir, di hundirê Kurdistanê de gelekî eyaletên bi ser Osmaniyan hebûne?

 

Belê, li Kurdistanê malbatên bi bandor hene, 25 mîr di jêr deshilata Yavûz Selîm de ne. Osmanî, dest li nava kar û barên mîrnişînên Kurd wer nade û rê dide ew bacên xwe kom bikin. Lê belê dema Osmanî êrîşî Sefewiyan dike, divê mîrnişînên Kurd jî alîkariya leşkerî û lojîstîk bidin.


Nameya ku Bedlîsî ji Yavûz Selîm re şandiye, fermanên nivîskî yên Yavûz Selîm dikare wekî peyman bê pênasekirin 

 

Ez pirsa xwe ya gava din dîsa dubare bikim, mirov ji van rûdanên di navbera Îdrîsê Bedlîsî û Padîşahê Osmaniyan re dikare bêje peyman?

 

Tu rastî dixwazî, em (Rûdaw: Dîroknas) vê yekê wekî peyman bi nav dikin. Divê em mîna ku 'du aliyan bi awayekî fermî îmze kirine' tênegihêjin; lê belê di encamê de nameya ku Bedlîsî ji Yavûz Selîm re şandiye, fermanên nivîskî yên Yavûz Selîm dikare wekî peyman bê pênasekirin.

 

Bêyî aliyan peyman saz dibe?

 

Di vir de jî alî hene..

Ji aliyê padîşahê Osmanî ve destnîşankirina 'Mîrê Mîran', daxwaza 25 mîrên Kurdistanê bûye

 

Ger Bedlîsî aliyê Kurd ê vê peymanê be, çima kêmasî û aliyên lawaz ên civaka xwe ji Yavûz Selîm re bi berfirehî qal dike? Mînak, jê re dibêje ku 'Kurd nikarin di nava xwe de rêk bikevin û mîrê mîran hilbibijêre; lewma tu mîrê mîran destnîşan bike'. Ger Bedlîsî aliyê Kurd be, çima agahî û zanyariyên ku destê wî di bazara rêkeftinê de bêhêz û sivik dike ji Padîşahê Osmanî re dibêje? Gelo Îdrîsê Bedlîsî bêyî ku erdnîgariya ku jê tê jî paşguh bike û ji bîr bike 'şêwirmendekî baş' ê Yavûz Selîm e, yan nûnertiya aliyê Kurdistanê dike?

 

Îdrîsê Bedlîsî bi tena serê xwe vê biryarê nade. Bîst û pênc mîrên Kurdistanê li hev dicivin û bi rêya Bedlîsî ji Padîşahê Osmanî daxwaz dikin ku ew bibe serdestê wan. Ew mîrana vê daxwazê dikin. Dibêjin ku ew di nava xwe de lihev nakin, 'ji bo postê mîrê mîran ji me re kesek Romî (Rûdaw: Kurdistanî vî navî ji bo Tirkan bi kar tîne) bişîne'.

 

Osmanî mîrê mîran çawa hildibijêre? Ji hozên Turkmen ên li Kurdistanê hildibijêre yan ...?

 

Na, ji navendê tayîn dike. Bo nimûne, Biyikli Mehmed Paşa wekî parêzgarê Amedê tê destnîşankirin. Di rastiya xwe de şêwazê hilbijartina mîrê mîran daxwaza şexsî ya Bedlîsî nîn e. Yek ji dîroknasê Osmanî yê hingê Hoca Saadeddin di berhema xwe ya Tac-ut Tewarî de, van daxwazên mîran, mîna ku daxwazên Bedlîsî be qal dike. Hoca Saadeddîn gotinên Bedlîsî wiha vediguheze: Kurd li derveyî yekbûna Xwedê li hev nakin, tu (Rûdaw: Padîşahê Osmanî) ji me re mîrê mîran bişîne. Em di vir de nikarin Yavûz Selîm tawanbar bikin, ji ber ku ew destpêkê dibêje ku 'hûn di nava xwe de mîrê mîran hilbijêre, ez jî pesend bikim'. Lê belê mîrên Kurdan dibêjin ku ‘bê yekîtiya Xwedê’ ew nikarin li hev bikin.

 

Wekî Amed, Mûsil/Nînowa, Şarezûr, Wan, Bexda ...hwd ji bo erdnîgariya Kurd gelekî mîrê mîran tên destnîşankirin. Herwiha mîrê mîran bi piranî ji Turkmen, Arnawit û Boşnagan tên hilbijartin. Ev polîtîkayek e. Lê belê mîrên cihên wekî Botan, Heskîf, Çemîşgezekê ji aliyê padişahên Osmanî ve nayên destnîşankirin.

 

Di çarçoveya fantaziyekê de bi we ger Îdrîsê Bedlîsê nebûye, dê her Îdrîsê Bedlîsiyekî din derbiketa yan na?

 

Bêguman mirov nizane, lê bi min ger Îdrîsê Bedlîsê nebûye, şer diqewimîn. Pêş Osmaniyan Kurdistan di binê nîrê Sefewiyan de ye, di warê leşkerî de ji hêzeke Kurd bêhtir em dikarin qala hêzeke Sefewî bikin. Wan, Amed, Mûsil ...hwd. di destê wan de ne. Di şerê Osmanî û Sefewiyan de Kurd li cem Osmaniyan cih digirin. Ji ber ku hingê Kurd dibêjin ku 'Sefewiyan em helandin, em kuştin, dest danîn ser axa me'. Ger mirov bi çaveke bêlayen binêre, tê dîtin ku Kurd neçarî vê tifaqê mane.

 

Gotina ku 'li jêr navê îslamê erdnîgariya Kurd hatiye parçekirin' bi min pir rast naxuye

 

Di nirxandinên gelekî dîroknasên Kurd ên ji siyasetê derbasî qada dîroknasiyê bûne de Bedlîsî di navbera kesayetiya 'xayîn' û 'lehengiyê' de diçe û tê. Her di heman çarçoveyê de li gorî gelekî kesan 'Bedlîsî bi zanatî yan jî nezantî bi şêwirmendiya xwe rê li ber yekem parçebûna Kurdistanê vekiriye (Şerê Çardiranê - 1514 - Peymana Qesra Şêrîn - 1639) û piştî vê destpêkê Kurd û Kurdistan ji aliyê deshilatan ve zêdetir li jêr nav û poşaka Îslamî de ango ji aliyê Îslama siyasî ve hatiye Tirkkirin, Erebkirin û ji çep ve hatiye Farskirin'. Lê belê li aliyê din ji klasîkên edebî yên Kurdî derdikeve ku geşbûnekê jî heye. Hûn van nêrîn û nirxandinan çawa dibînin?

 

Bo nimûne; Eyûbî, Kurd in. Rêveberên dewleta Eyûbî Kurd in. Li erdnîgariya ku lê hukim dikin, digel Kurdan; Turkmen hene û gelek gelek jî Ereb hene. Sûriyê, Felistîn ta Anatoliya navîn di bin dest wan de ye. Selahedînê Eyûbî Kurd e û li hemberî êrîşên Xaçparêzan hemû cihana Îslamî parastiye. Yek jî rabe bêje ku di serî de Selahedînê Eyûbî û rêveberên dewleta Eyûbî Kurd bûne û wan Turkmen, Ereb û gelên din bi rêya xelîfetiyê wekî amêrên deshilatê bi kar anîne û bi vî awayî ev gelana xistine jêr nîrê Kurdan. Li gorî mantalîteya wê demê; ger mirovek bêyî ku bikeve binê serdestiya xelîfe bimire, wekî 'gawir' miriye. Hingê Kurd, Ereb, Tirk ... hwd. hemû wiha têdigihên. Gotina ku 'li jêr navê îslamê erdnîgariya Kurd hatiye parçekirin' bi min pir rast naxuye.

 

Ma Îslamê ji Kurdan re gotiye nebin yek?


Ji Îslamiyê bêhtir, qala 'îslamiya siyasî' dikin...

 

Ma gelo Îslamê ji wan re gotiye nebin yek. Îslam dibêje ku 'îtîhad' bike, yekîtiya xwe pêk bînin. Erdnîgariyê Îslamê bûye rêya avê. Kî tê û bi ser de derbas dibe. Kurdan, Tirkan, Ereban, Farisan dipelçiqînin, her carî aliyekê dipelçiqînin û bi vî awayî çavkaniyên wan didizin.

 

Gelo têkiliyên neheq ên di navbera gelên Rojhilata Navîn, destwerdanên derve vedixwîne nav xwe?

 

Belê, belê bêguman. Gotinekê Mehmet Akîf (Rûdaw: Mehmet Akîf Ersoy) heye; 'Ger bi hev re biavêje dil, top jî nikare biçewisîne dil'. Jixwe ji ber dil bi hev re navêjin, lewma ev karesatana tên serê me.

 

Erdnîgariya Kurdistanê di navbera çend dewletan de bi awayekî hatiye dabeşkirin..

 

Belê hatiye dabeşkirin..

Bo nimûne; qedexekirina ziman, nasname û çanda Kurdî zêdetir rê li ber destwerdanan venake? Bi we çavkaniya pirsgirêkan navekî ye yan derekî?

 

Zêdetir navekî ye. Derdora 22 dewlet an jî dewletokên Ereban hene. Sergotinê em bêjin ku bila Tirk û Ereb hîç dest nedin Kurdan û bêjin ku 'ey Kurdino aha ji we re her bênc beşên we'. Bawer bikin dê herî kêm sê dewlet derbikevin. Li gorî we, Barzanî dest ji qada deshilata xwe ya herêmî berdide? Dest ji erdnîgariya dewlemend a li ser firotina petrolê hatiye avakirin berdide? Ez bawer nakim Barzanî dewlemendiya herêma xwe, bi Kurdek li Rihayê re parve bike.  Ango egereke pir biçûk heye. Ger Kurdan rehet û serbest berbidin, herî kêm 2 dewlet an jî dewletokên Kurdan çêdibin. Kurdistana yekgirtî ya mezin, pir çetin e. Erebistana yekgirtî jî pir çetin e. Niha 6-7 welatên turkî ku turkmen bi rê ve dibin, hene.

 

Bi we sedemê vê yekê çi ye?

 

Bêguman ji bo bersiva pirsa we, zêdetir pêwîstî bi analîzeke siyasî heye û ez ne analîzîst im. Lê belê qasî ez dibînim, di dawiya dawî de mirov deshilatxwaz in. Ev deshilatên hanê, mîna ku Kurd, Tirk, Ereb, Fars dirêj nabe. Ev deshilatana bi ser bihêzên Tirkan, bihêzên Ereban, bi ser bihêzên Kurdan ve bi pêş dikeve. Ger li ser erdnîgariyekê çar-pênc komên Kurdan ên hêzdar hebin; dibe ku ev partî be, şexis be yan jî hoz be, yan jî di warê aborî, siyasî de xwedan hêz be; bi awayekî xwezayî dê pevçûn rû bidin. Tu li wir li benda demokrasiyê nebe.

 

Di çarçoveyeke dîrokî de têkiliyên Kurdên Bakûr û Tirkiyeyê, têkiliyên Tirkiyeyê bi parçeyên din ên Kurdistanê re ber bi kuderê diçe? Ji salên 90'î ve piştperdeyan pir qala federasyonekê ku Başûrrojava û Başûr jî di nav de tê kirin; gelo ev yek bi awayekî ji awayan qebûl dîtiye û ev pêvajo bi şêwazên cûr bi cûr didome?

 

Têkildarê pêvajoya heyî ez çavdêriyên xwe bi we re parve bikim. Berê her tiştî li Tirkiyeyê guherîn û veguherîneke cidî ya mantalîteyê heye. Saziya bi navê dewlet, vediguhere. Hikûmeta heyî pir bihêz e û payebilindên vê hikûmetê aliyê wan ê Îslamî û ometî heye. Û ev aliyana wiha difikirin: Divê em wekî Tirkiye biryara xwe bidin, em ê ya mezin bibin yan jî biçûk. Li gorî polîtîka û mantîleteya berê ya dewletê 'bila ti kes dest nedin me û em bi awayekî serê pirsgirêkan biniximînin; her kes li hev biçin, jixwe her kes tirk nebe jî tirkbûn ketiye nava reg û tamarên wan'.  Bi vî awayî Tirkiye, di hundirê sînorên 'mîsak-i millî' de hatibû girtin. Ev hikûmeta heyî jî dibêje ku 'ez çima xwe di nava van sînoran de girtî bihêlim; ev sînorana min xêz nekirine, rewşa van sînoran a heyî bi piranî di sala 1914'an de ji aliyê Îngilîzan ve hatiye diyarkirin û hê jî ev sînorana tên parastin'. Her di vê çarçoveyê mînak, Kurd çima li ser bênc erdnîgariyan hatiye dabeşkirin.

 

Bi we ev Neo-Osmanîtî ye?

 

Ez ê bêm ser wê mijarê jî..  Hikûmet dibêje ku 'madem ev sînorana ji aliyê min ve nehatine xêzkirin, ez ne mecbûr im van sînoran nas bikim; çima fikara min ji bo parastina van sînoran hebe'.

 

Pêwîst e em vê yekê jî ji bîr nekin, mantalîte û tevgerên netewe dewletê yekbûna erdnîgariya Îslamî parçe parçe kir, lê belê netewe-dewletê li Rojava parçebûyîn ber bi yekbûyînê ve bir. Bo nimûne; di sedsala 16'em de tenê li Almanyaya îroyîn 1600 rêveberên herêmî hebûn. Ew parçeyên biçûk ên Rojava bûn yek, civaka Alman, civaka Frensî û nizanim civaka çi ava kir.

 

Dikare bê gotin, netewedewlet ji Ewrûpayê re derman, ji Rohilata Navîn re bû jahr?

 

Bi rastî jî ji Rojava re bû derman, lê belê em jî her ji hev veqetand. Di pêvajoya nû ya bi navê 'pêvajoya aştiyê' de ev tê dîtin, du civak heta hetayê nikare li dijî hev şer bikin. Di 2'emîn Şerê Cihanê de li Ewrûpayê li gorî hinekan 16, li gorî hinekan jî 50 mîlyon mirovî can dan. Piştî nîvçe-sedsalî Ewrûpayê yekîtiya ji 27 welatan pêk tê damezrandine, niha ev hejmara her di zêdebûnê de ye, dibe 29. Li Ewrûpayê welatiyek taştêyê li Berlîna Almanyayê, firavînê/navrojê li Giranadaya Spanyayê, şîva xwe jî diçe li Parîsa Fransayê dixwe.

 

Ger pêvajoya heyî bi ser bikeve..

 

Neçar e bi ser keve..

 

Ger pêvajoya heyî bi ser bikeve, dikare bê gotin ku Abdullah Ocalan jî Îdrîsê Bedlîsî yê îroyîn e?

 

Na na. Divê em vê yekê bibînin. Niha daxwazên Kurdan çi ne û daxwazên Tirkan çi ne? Bibore, ne daxwazên Tirkan, daxwazên dewletê çi ne? Kurd dibêjin ku gundên me hatin şewitandin, ji ber zextan me nikaribû em bi zimanê xwe biaxivin, di warê aborî de xizmet nebû, av tunebû, ceyran tunebû, kar tunebû. Kurd dibêjin ku 'em dixwazin wekî mirovan bi ziman û çanda xwe bijîn'. Nêzîkî 30 daxwazên Kurdan hebûne, nêzî 27 ji vana ji aliyê dewletê ango hikûmeta îro ve pêk hatine. Çawa pêk aniye, ez ê mînak bidim we. Bo nimûne, li Tirkiyeyê li her bajarî zanîngeh hatin vekirin. Li Şirnex, Mêrdîn, Colêmêrg, Çewlîk, Dêrsîmê ... zanîngeh hatin vekirin. Her zanîngeh, kêmanî 10 hezar xwendekarên wan hene; ev yek aboriya wî bajarî yekser baştir dike.

 

Li 'erdnîgariya Kurd' fermîbûyîna zimanê Kurdî, gelo dê zêdetir gelan ji hev dûr bixe?

 

Ez ê mijara xwe ya jor temam bikim. Bo nimûne, 10 sal berê li Mêrdînê tenê yek bijîşkek pispor ê jînekolojiyê hebûye. Wekî din di ti qadek tenduristiyê de bijîşkek pispor tunebûye. Lê belê niha her core neştergerî li Mêrdînê tê kirin. Li Şirnexê balafirgeh hat çêkirin. Bi vî awayî nexweş, bazirgan rojane hêsantir bên û biçin..

 

Ez dixwazim bêm ser ...

 

Di rastiya xwe de niha tenê çend daxwazên Kurdan mane. Yekem ji vana a girîng perwerdehiya zimanê zikmakî ye, ez bawer im ev yek jî dê di hundirê çend salan de bi hêsanî bikeve meriyetê.

 

Bi we Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê duyem ê fermî yan dê tenê bibe zimanê perwerdehiyê? Bi we kîjan pêk bê rastir e û li gorî pêşbîniya we dê kîjan pêk bê?

 

Qasî ku ez dizanim li Spanyayê 4-5 zimanên fermî hene; li Hindistanê di navbera 8-12'an de zimanên fermî hene. Ev yek mimkun/gengaz e. Hewce nake ji bo van tiştan şer bên kirin, hemû dikare pêk bê. Pêkhatina van tiştan bi min ne pir dûr e.

 

Bi min herî girîng û kirîtîk, makeqanûn e. Teyî tê gotin ku peyv û gotin difirin diçin, lê nivîs dimînin.

 

Ne hersê madeyên destpêkê, madeya 62'em bi awayekî vekirî herkesî dike Tirk

 

Gelo hersê madeyên destpêkê yên makeqanûna Tirkiyeyê, rêgir e li ber naskirina mafên ziman û nasnameya Kurdî de?

 

Bêguman, ez ne hiqûqnas im. Lê belê qala madeya 62'em tê kirin. Di wir de dirkandina 'tirkîtiyê' heye. Jixwe BDP û aliyê Kurd, li dijî madeya 62'em e. Ji ber ku ne hersê madeyên destpêkê, madeya 62'em bi awayekî vekirî herkesî dike Tirk.

 

Demeke berê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftinekê xwe de bi gotina 'Eyaleta Kurdistanê', bal kişand  ser têkiliyên Kurd û Osmaniyan. Niha ev..

 

Jixwe di vir de tu tengavî tune. Niha binesaziyeke wiha ya Tirkiyeyê heye.

 

Bi we çareseriya di hiş û mejiyê Serokwezîr Erdogan de çi ye? Ji ber ku hikûmeta  Partiya Dad û Geşepêdanê di heman demê de dewlet e..

 

Bêguman. Qasî ku ez dibînim, Tayyîp Erdogan dixwaze ku her herêm çawa baştir bê birêvebirin bila pergal wisa be. Êdî yek ji vê tiştê re dibêje eyalet, yek dibêje federasyon, yek dibêje otonomî; ez van têgehên teknîkî baş nizanim. Lê belê ez tiştekê dizanim, Tayyîp Erdogan dixwaze ku her kes bi aweyekî herî xwe bi rê ve bibe, her kes çanda xwe bijî, aborî bi pêş bikeve. Her yek navekê li van tiştan dike, divê mirov pir guh nede nav. Ew ê makeqanûnekê çêbikin. Bêjin ku ey Arnawitino, Kurdino, Erebino, Tirkino makeqanûn ev e, rêkeftin ev e, hûn çik ê wê red dikin niha bêjin. Nexwe ger îtîraza we tune, divê êdî her kes û alî li gorî vê makeqanûnê tevbigere.

 

Em dikarin bêjin rêkeftineke civakî..

 

Belê, rêkeftineke civakî. Netewe û dewleta Amerîkayê, ji 34 nijadên cûda pêk tê. Vana çima şer nakin? Ji ber ku her kes li ber qanûnên yeksan e. Her kes ziman û mafên wan hene. Di vir de ti tengasî tune. Bi min hikûmet jî Abdullah Ocalan jî vê yekê pir baş dibîne. Abdullah Ocalan ev yek dît, digel Kurdan jî nikare li ser navê Kurdan dewletekê bê avakirin. Ev tê çi wateyê? Mantalîteya Kurdan naxwaze veqete. Ji bo daxwaza veqetînê, daxwazekê di destê me de tune. Tu niha biçe ji rûniştvanên Amedê bipirse, 'Hûn dewleteke cûda dixwazin yan di çarçoveya parastina maf û mafnasiyê de di nava Tirkiyeyê de bijîn?'. Rêjeyeke pir biçûk dê dewletê bixwaze. Nemaze di rapirsîna Taha Erdem a dawî de rêjeya kesên dewleteke cûda dixwaze, ji sedan 7 derket.

 

Madem wiha ye, çima vê yekê bi referandûmekê ji gel napirsin?

 

Niha di nava tundûtûjiyê de pirsandina peyva 'heq û neheq' çetin dibe. Ger zext û tundî hebe, bivê-nevê, dê gel bibin du beş. Her yek aliyekê digirin.

 

Niha rewşa heyî pêvajo ye. Û tiştek din jî divê baş bê dîtin, li her aliyê Tirkiyeyê Kurd hene. Kurd tenê li herêmekê komkirî nîn in. Ger 15-20 mîlyon nifûsa Kurdan hebe, herî kêm..

Lê belê erdnîgariyekê ku lê zêde zêde ne jî, heye..

 

 Herî kêm 7-8 mîlyonê Kurdan li derve ne. Mebesta mi ji der, li Antalya, Îzmîr, Stenbol, li wan derdora ne. Di rapirsînekê de ji sedan 18'yê Stenboliyan Kurd derket. Wate, 3 mîlyon Kurd li Stenbolê hene. Ji ber vê yekê, nabe ku çareserî di çarçoveya herêmeke diyarkirî de be. Yek jî di dewletekê de nabe ku erdnîgariyên cûda cûda hebin. Wekî pergala dikare, pergala eyaletan hebe û pergalên bi vî rengî hebe. Dikare bê gotin; eyaleta Trabzonê, eyaleta Sêwazê, eyaleta Antalyayê; ev yek asayî ye. Yan jî dikare bê gotin, eyaleta Amedê yan jî eyaleta Kurdistanê.

 

Van demana di çapemeniyê de gelekî qala hevalbendiya Kurd û Tirkan tê kirin, bi awayekî xwazayî jî hinek kes bi şêwazeke rexnegirane pirsa ku 'Ev tifaq li hemberî kê tê sazkirin' dipirsin?

 

Niha rastiyeke wisa heye, neteweyên katalîzor ên vê erdnîgariyê Kurd û Tirk in. Neteweya katalîzor çi ye? Ew netewên ku dikarin hemû herêmê (Rûdaw: Rojhilata Navîn) biguherîne û veguherîne. Kapasîteya welatên ên Rojhilata Navîn têra vê pêşengtiyê nake. Bi rastî jî çanda wan dewletbûyînê lawaz e. Bo nimûne; ez çûme Şamê-mamê; mantalîteyeke wan a ku bikaribin li nava pergala cihanê de rabin, nîn e. Ma Erebistan dewlet e? Mirov dikare ji Erebistanê re ji Quweytê re bêje dewlet?

 

Di dîrokê de dewlet, ne girîng e; bajar girîng in. Şam, Amed girîng in. Meke, Medîne girîng in. Stenbol girîng e, Qahîre girîng e. Îsfahan, Taran girîng in. Bexda girîng bû, gerçî anîn vê rewşê (Rûdaw: Bi mixabîn dikene). Giyana bajaran heye, giyana dewletan tune. Rohê dewletan tune, çêkirî  û çêbiwar in.

 

Pêwîst e em sînoran rabike. Em dema dihatin, li Nisêbînê, min tiliya xwe dirêjî sînor kir û min ji hevalên xwe yên rê re got, hevalno Xwedê hez bike ew ê di hundirê çend salan de li vî erdê mayînkirî cotyarî bê kirin. 80 sal e nehatiye çandin. Em ê bidin gundiyên wir, bila zebeşan biçînin. Ew sînora derdora 900 kîlometirî ye. Axeke qasî rûbera welatekê, 80 sal e nayê çandin.

 

We jî qal kir, pir tê gotin li Tirkiyeyê çanda dewletîbûnê bihêz e. Gotinekê jî heye di vî warî de 'dewleta kê nebe, dibin mirarên ber qijikan'..

 

Min, ew di çarçoveyekê dirûşmewarî de bi kar neanî.

Mîna dabûnerît jî di nava gel de çanda dewletbûyînê heye..

 

Kurd jî wisan ne, Kurdên li Tirkiyê jî wisa ne. Hêza me têr dike-nake mijareke din e, lê li Tirkiyeyê Kurd û Tirk dema li hev rûdinin, hewl didin dinyayê bi rê ve dibin. Ev taybetmendî di Ereban de tune..

 

A rast min xwest bipirsim ku li Tirkiyeyê dema dewlet tiştekê datîne ber gel, di rastiya xe de ewqas pir dengên cûda jî dernakeve. Gelek caran dema qala dayîna mafên kolektîf ên Kurdan tê kirin, ji nişke ve qala hesasiyetên gelê Tirk tê kirin. Pêştir rayedarên AK Partiyê jî aşkera kirin ku pêvajoya pêştir ji aliyê MHP'ê ve 'bi lîstina hesasiyetan' hatiye têkbirin. MHP jî partiyekê ye ku ji dewletê welidiye. Mirov dikare bêje ev hesasiyeta jî 'made in' dewlet e ango ji dabûnerîta dewletbûyînê tê? Di hundirê van 10 salên de dawî de tişta ku nahêle hikûmeta AK Partiyê mafên Kurdan ên kolektîf bide çi ye?

 

Pirseke pir baş û di cih de ye. Li gorî min sedem, hewaya şer e. Ger li cihek şer û pevçûn hebe, gaveke pir biçûk jî bê avêtin, şerxwazên di nava herdu aliyan de pir bi asanî dikare rewşê tevlihev û provoke bike. Ji ber ku ne dewlet yekdest û xwarû ye, ne jî rêxistin. Bo nimûne, Abdûllah Ocalan dibêje çekan dayne, mumkin e sibero hinek bêjin 'birê min ev çi ye, te jî em firotin' . Dibe ku ev tiştana bên gotin. Hevsengiyên li jor (Rûdaw: Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê) çi ne, em nizanin.

 

Xelk naxwaze şer bike. Ne Kurd, ne jî Tirk êdî naxwazin şer bikin. Malbatek, zarokê xwe ta 20 salî bi kedeke mezin dike û dişîne çiyê; zarokê aliyê din diçe peywira xwe ya leşkerî bi cih bîne. Herdu jî dimire.

Li Amedê çalakiyeke BDP'ê hebû, ez jî ji bo ezmûna zarokên me li wir bûm. Em li parkeke mezin rûniştibûn, min ji nişke ve xwe di nava çalakiyê de dît. Li wir xanimekê ji min re got, tu jî hatiye çalakiyê. Min jî got, na. Gerçî hê çalakî dest pê nekiribû, me wir bi cih hişt. Wê xanimê bi kelegirî got ku birayê min dema beşa bijîşkiyê de di pola du de bû, çû çiyê û li çiyê canê xwe ji dest da. Cîranekê me yê ku me pir jê hes dikir hebû, ew jî li leşkeriyê canê xwe ji dest da. Û me heman roj û saetê de cenazeyên wan veşartin.

Wê xanimê axaftinê xwe wiha berdewam kir û got ku dema diya mi polês yan leşker didît, wekî dijminekî xwe yê pir mezin bibîne, xwe wenda dikir. Cara yekem meha borî erkdarên dewletê hatin serdana mala me. Piştî 15 salan cara yekem, diya mi çay îkramî wan kir. Li ser 'sedemê derketina çiyê û daxwazên we çi ne' axivîn. Niha diçin yek bi yek malbatan re di vê çarçoveyê de hevdîtinan pêk tînin. Herwiha ev xanima ku ez naxwazim ji vir navê wê bidim û pêwîst jî nake, got ku ew êdî şer naxwazin.

 

Ez bi xwe jî Kurd im. Bêguman, birînên Kurdan gelekî girantir e, divê em vê yekê qebûl bikin. Lê divê em vê yekê jî ji bîr nekin; li Enqereyê, li Qeyseriyê malbatek ku di leşkeriyê de zarokê xwe wenda nekiribe jî nemaye. Di nava malbatê de jî tune be; di xizmekê wan de kesek li leşkeriyê canê xwe ji dest daye, heye. Li aliyê din jî wendahî gelek in. Gelo em ê li hevdu bidin, yan em ê bêjin bila dawî li van êşan bê. Hesabên ku ji min 3 kes çû, 5 kes çû; pir hovane ye.

Ev pêvajo bi awayekê ji awayan dê bi encam bibe. Bi rastî jî Tayyîp Erdogan di hundirê sazgariya dewletê de rîzîkoyeke pir mezin girt ser xwe û ev serokwezîra ji aliyê mekanîzmaya dewletê ve 17-18 caran ji sûîqestê rizgar bûye. Zar-zor pêşiya van sûîqestan tên girtin. Ergenekon, dest jê bernade. Ji ber ku di mantalîteya dewletê de Kurd tunebû. Ev mêrika dibêje ku Kurd heye, pirsgirêkên wan hene..

 

17-18 caran hewldana sûîqestkirina Erdogan hatiye selmandin, di vî warî de çi belge li ber dest hene?

 

Kesên ku nêzîkî Serokwezîr, şêwirmendên wî filan, van tiştana tînin zimên. Bêguman, camêr van tiştana îlan nake.

Kurd jî êdî naxwazin şer bikin. Heta hetayê nikare zarokên xwe bişînin şer. Di rastiya xwe de ev pêvajo li Tirkiyeyê kotayî lê hatî. Em hê di nav xwe de dibêjin, dê filan bibe bêvan bibe. Abdullah Ocalan jî dibîne ku cûdabûn çetin e. Birê min Kurd çi dixwazin; bila helandin û bişaftin nemîne, mafên ziman û nasnameyî .. hwd. bên nasîn.  Gelek ji van daxwazan hatine bicihanîn. Bes e? Bêguman, ne bes e.

Ez dixwazim wekî Kurd bikevim parlamentoyê û bibim serokomar û Tirkiyê bi rê ve bibim. Ez tenê Amedê naxwazim.

 

Hûn dixwazin wekî Kurdek bibin serokomar?

 

Belê.

 

Wekî Tirkekî bi esil Kurd yan?

 

Ez wê peyva 'esil' hîç hes nakim (Rûdaw: Dikene). Dema kesek li şûna Kurd, dibêje ku biesil Kurd, pir bêzar dibim. Ez wekî Kurdekî dixwazim dewletê bi rê ve bibim. Kurd li herê derê belav bûne, nîvê Kurdan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dijîn. Wê makeqanûnekê me hebe. Ez dixwazim her derê bi rê ve bibim. Em ê zêdetir parlamenteran bişînini, parlamentoyê. Hûn çima me li herêmeke biçûk asê dikin. Wekî din ger Tirkiye mezin bibe, vê herêmê (Rûdaw: Başûrê Kurdistanê) jî bigire nav xwe, wir jî bigire nav xwe; çi xweş dibe. Dê hingê Kurdek jîr rabe û hemû welat bi rê ve bibe. Ma Xwedê nefermandî û negotiye ku dê her tim Tirk bi rê ve bibe.


Sedema ku di hundirê 10 salên dawî de ji aliyê hikûmetê ve nenasîna mafên neteweyî yên Kurdan, ev ên ku hewldana kuştina Erdogan dane asteng ew in yan?

 

Pêwîst e em vê yekê ji bîr nekin. Heta Tîrmeha 2010'an jî AK Partiyê dewlet bi rê ve nedibir. Kengê wekî binyadî Dadgeha Makeqanûnê, Daraz, Dadgeha Şêwirmendiyê guherî; piştre AK Partî bû xwedan bandor. Rast e li deshilatê bû, lê hêza wê tunebû. Dadgeha Şêwirmendiyê jê re dibû asteng, Dadgeha Makeqanûnê dikaribû ew dabixista.

 

Dewletîbûyîna AK Partiyê di Tîrmeha 2010'an de pêk tê?

 

 Belê, sedî sed. Li Tirkiyeyê kî bibe deshilat, nayê wê wateyê ku dewletê jî bi rê ve dibe.

 

Çima hûn dibêjin Tîrmeha 2010'an? Gelo ji ber encama referandûmê?

 

Belê. Bi min hingê BDP'ê şaşiyeke dîrokî kir. Pişgirî da aliyê Ergenekoniyan û ji gelê Kurd re gotin ku neçin referandûmê.

 

Hingê ji aliyê BDP'ê ve boykotkirina referandûmê, ji fikar û dilgiraniya bikeve cîgirî û yedegiya AKP'ê nebû?

 

Fikar û dilgiraniyeke şaş bû. Dikaribû xwe bi temamî bêalî bikira.

 

Gelek çavdêrên siyasî û rojnamevanan jî hingê gotin ku BDP bi biryara boykotê di referandûmê de piştgirî daye aliyê 'erê'..

 

Ew tiştek cûda ye. Lê diviyabû ji ti kesî re ji bo çûn û neçûna ser sindoqê tiştek negotibana. Ji ber ku ger ew pergal hingê nehataba guhertin, niha pêvajoya heyî li holê tunebû. Ger Dadgeha Şêwirê yan jî Dadgeha Makeqanûnê doz li AK Partiyê vekiriba, tişt li holê nedihişt.

 

Em bên ser peymana garantîkirina Komara Tirkiye Lozanê. Hema bigire bi ser Peymana Lozanê ve sedsal derbas dibe. Naveroka wê çi ye çi nîn e li aliyekê; lê belê karesatên ku bi serê Kurdên hemû beşên Kurdistanê de anî hîç cihê dilxweşiyê nîn e. Hinek jî di encama vê rêkefitinê de di serî de li Bakûr li Dêrsim, Qoçgîrî, Agirî, Çewlîg, Sason, Helebce, Enfal û li hemû beşên Kurdistanê komkujiyên mezin bi serê Kurdistanê de hat. Tê gotin ku aliyê Tirk sozên ku pêş Lozanê dan hemû 'înkar kirin' û serî li kiryarên berovajiyê sozan dane. Di navbera rêveberên aliyê Tirk ên hingê û vê demê de û di navbera Kurdên hingê û îro de çi cûdahî hene? Gelo guman û fikarên Kurdan ên têkildarê 'Lozana Duyem' vala ye?

 

Di navberê de pir ferq û cûdahî heye. Berê her tiştî li aliyê Tirk, rêveberên îro û yên wê demê ne yek in. Yên niha li wan naçin.

 

Li aliyê Kurd çi guheriye?

 

Kurd jî ne Kurdên berê ne. Berê ji bo ku nûçeyekê ji vir bişînin Stenbolê, pêwîstî bi mehan hebû. Niha twitter heye. Mirov bi 'online' li ser twitterê, dikare destadest ji hevdu agahdar bibin. Lewra êdî spekulasyon ne hêsan e.

 

Ger li Tirkiyeyê makeqanûneke nû bê çêkirin, min got ya 'gotin difire diçe, nivîs dimîne', girêbesteke neteweyî bê sazkirin; hînga ev fikarên ku we anî zimên namînin. Ger makeqanûna nû neyê çêkirin, ev yek bê dirêjkirin û li zeman bê belavkirin, partiyên siyasî vê pêvajoyê bike qurbana hesabên xwe yên hilbijartinan; bawer bikin em ê bibin pîr û kalên hilhilî jî hîna qala vê meseleyê bikin. Nizanim çima wiha bû, çima wiha çû.

Rêkeftina civakî, bê makeqanûn nabe. Lewma Serokwezîr Erdogan got ku yan li hev bin, nexwe em ê bi xwe makeqanûnê derbixin. Ji ber ku CHP û MHP her hilî û biliyê xwe dikin. Li ser madeyekê bi rojan dimîne, ev helwesteke rewiştî nîn e.

Nizanim dibêjin em vî mafî bidin Kurdan vî mafî nedin. Ev yek jî ne rewiştî ye. Birayê min, tu xwedan çi mafî be, divê ez jî xwedan hemû mafî bim. Biçin Çanaqeleyê, navên li ser goran binêrin, ji Mûsilê ne, ji Amedê ne, ji Rihayê ne.

 

Sefewiyên îroyîn çiqas dikare, rê li ber 'pêvajoya aştiyê' bigire?

 

Rastî dixwazî, giraniya Îranê li herêmê pir zêde ye. Demek berê Hêzên Operasyona Dîcleyê, ajot ser Mûsil û Kerkûkê.

 

Bi we di bin bûyerên Zanîngeha Dîcleyê de jî destê Îranê hebû? Di navbera herdu Dîjleyan de çi pêwendî heye?

 

Divê mirov bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê mezin neke. Bi min armanca wan kiryaran têkbirina pêvajoya aştiyê heyî bû. Nexwe pirsgirêk ne ew bû ku li wir du xwendekaran lepat û şîrmaq li hev wer kirin. Xwestin peyama ku li meydanê aştî-maştî tune, bidin. Lê serî negirt.

 

Bi we dibe ku tiliya Îranê tê de hebe? Îran ji pêvajoya li Tirkiyeyê dilxweş e?

Tiliya Îranê tê de heye tune, em nizanin. Lê Îran çima dilxweş bibe? Ji ber ku Kurdên Îranê jî hene. Amerîka çima dilxweş bibe?

 

Amerîka hat ket Bexdayê, piştre reviya çû

 

Gelo lihevhatina Kurd û Tirkan di roja me ya îroyîn de li berjewendiyên Ewrûpa û Amerîkayê jî tê?

 

Ez nizanim hesabên wan ên mezin çi ne. Lê her kes projeyên wan hene. Herwiha proje û hesabekê Xwedê jî heye. Li gorî min tişta baş ew e ku Kurd, Tirk, Ereb bikarbin li dora yek maseyekê de kom bibin. Heta 5 sal berê jî ez nikaribûm bêm, di konferanseke li Hewlêrê de wekî axîver cih bigirim. Nizanim projeyên Amerîkayê yên global hene. Dibe. Dibe ku projeyên me jî yên parçekirina Amerîkayê hebin (Rûdaw: Dikene). Pêwîst e em pir goh nedin van gotegotan, vana bi piranî teoriyên komployê ne. Amerîka hat ket Bexdayê, piştre reviya çû. Nizanim çend trîlyon dolar lê xerc kir. Di encama vî şerî de mîlyon û nîv mirov mirin. Amerîka jî xwedan hêzeke bêdawî nîn e. Pirsgirêkên wê yên hundirîn hene. Dê şeytan heta roja qiyametê hebe, tu dikarî bibêjî ji ber şeytan min ew gunehana kir. Şeytan hebe vîna/îradeya te jî heye. Amerîka hebe jî divê vîna te bi xwe hebe. Divê tu jî li gorî mifaya xwe tevbigere.

 

Ma Amerîka şeytanê vê serdemê ye?

 

Ez mîna lêkçûnekê qala vê yekê dikim. Hinek welat dibêjin ku Amerîka projeya çêdike, Kurd û Tirk jî pêk tînin. Îdîayên bi vî rengî bêbinî û vala ye. Ma hîç vîna Kurd û Tirkan tune. Vana hemû pêlîstok in?

Bi min vana hemû teoriyên komployî ne. Jiyana min û te rehet dibe. Ger sînor-mînor nemînin. Em sibê taştêya xwe li Stenbolê, navroja xwe li Hewlêrê, şîva xwe Îsfahanê bikin, bes e. Ma ev jiyana dinyayê çi ye? Ne hewce ye ewqas mirov polîtîze jî be. Ma jiyana dinyayê çi ye; mirov bikaribe zimanê xwe, baweriya xwe, çanda xwe bi serbestî bijî; di nava aramî û aboriyeke baş de bijî. Dema vana pêk bên, ji min re çi navê dewletê bûye çi nebûye çi.

 

Bi Îdrîsê Bedlîsê re wergirtina leşkeran ji Kurdistanê çawa bû, ewlekariya eyaleta Kurdistanê ji aliyê kê ve pêk dihat; dê niha ev sazkirina çawa be? Niha li Tirkiyeyê leşkeriya mecbûrî ya 15 mehî heye, di çarçoveya nirxandineke dîrokî de bi we ev yek bi kuderê ve diçe?

 

Bi min dê her ber bi taybetîkirinê ve biçe. Dê yekîneyên taybet ên leşkerî hebin. Dê parlamenterên ku me şandine Parlamentoyê, li ser vê yekê rûnin, biaxivin û bigihêjin encameke rast.

 

Di dema Osmaniyan de çawa bû? Bo nimûne, di dema şer de ji Bedirxan Beg re dibêje, pêwîstiya me bi leşkeran heye, padîşah dibêje ku ji min re ewqas leşker pêwîst e û Bedirxan Beg jî jê re dişîne.

 

Ango hêzên ewlekariyê li dever û herêman serbixwe, lê di gelemperî de bi hev re tevdigerin.

 

Belê, belê.

 

"Dê hêzên ewlekarî yên herêmî girêdayî şaredariyê yan jî bi ser parlamentoyên herêmî bin"

Mîna ku teşkîlata polêsan li Bakûr ji Kurdan pêk bê?

 

Bêguman di navbera her du serdeman pir cûdahî hene. Ger pergala Tirkiyeyê veguhere pergala eyaletan an jî ger şêwazeke nû ya herêmî bi pêş bikeve; dê hêzên ewlekarî yên herêmî girêdayî şaredariyê yan jî bi ser parlamentoyên herêmî bin. Li Spanyayê wiha ye. Bo nimûne, li Herêma Endulisya hêza ewlekarî ya ji bûyeran heye; di heman demê de hêzên dewletê yên navendî jî hene. Di hundirê heman bajarî de 3 hêzên cûda hene. Polêsên neteweyî heye, polêsên herêmî hene û leşker hene.

 

Dibe ku hinek bêjin bila leşker jî ji me bin. Dibe. Lê belê di vê pêvajoya aştiyê de her du alî jî pir cidî ne. Di vir de Abdullah Ocalan jî dît ku bi şer nagihêje cihekê; hem dewlet nikare bêje bi temamî me yên çiya têk bir, ne jî yên çiya dikarin bêjin ku me dewlet bi temamî têk bir. Dema ev yek hat dîtin. Qala naskirina makeqanûnî filan hat kirin. Dê vana hemû bên sererastkirin. Îro yan sibe mecbûrî pêk tê. Em ê wê demê wekî Kurd dewletê bi rê ve bibin. Bên hilbijartin û em ê projeyan bi pêş bixin. Hemû Tirk jî ne AKP'yî ne. Mînak, yek radibe modeleke baş a çandî û aborî bi pêş dixe û dibe partiya yekem. Lê li Tirkiyê ji ber partiyên îdeolojî pir zêde ne, nikarin hikûmetê tengav jî bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst