Ebru Gunay: PDK û YNKyê em bi tenê nehîştin
Ebru Gunayê ji Rûdawê re ragihand ku piştî peyama Abdullah Ocalan, Tirkiye derbasî qonaxeke nû bûye.
Cîgira Hevserokan û Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunayê her wiha da zanîn ku pêywendiyên wan ên bi PDK û YNKyê re sala 2025an baştir bûne û her du partiyan ew bi tenê nehîştine.
Cîgira Hevserokan û Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunayê di bersiva e-maîla Edîtorê Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de li ser pêvajoya aştiyê, dosyeya Selahattîn Demîrtaş û pêywendiyên navxweyî axivî.
"Ocalan û PKKyê berpirsyariya xwe bi cih anî"
Ebru Gunayê derbarê nirxandina wan a ji bo rewşa niha, piştî banga Ocalan, Tirkiye ketiye ser rêyeke nû ya ber bi aştiyeke mayînde ve lê aştîya mayînde tenê bi vê bangê pêk nayê û da zanîn:
"Ji nêrîna me ve, heta niha Birêz Ocalan û PKKyê berpirsyariyên xwe bi cih anîne.
Loma, niha dem dema wê ye ku hikûmet gavên pratîkî biavêje."
Gunayê amaje bi serdana dawî ya şandeya komîsyona Parlamentoyê ya Girava Îmraliyê kir û got:
"Li gorî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, civîn serkeftî bûye, ev jî nîşan dide ku divê rêyeke ji bo çaksaziya yasayî were dîtin."
"PDK û YNKyê DEM Partî bi tenê nehîşt"
Ebru Gunay derbarê pêywendiyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re, vekirina ofîsa nûnertiyê ya li Hewlêrê wekî belgeyeke şênber dît ji bo xwesteka pêywendiyên nêzîktir ên bi PDK û YNKyê re û got:
"Tenê sala 2025an, em gelek caran çûn Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê ku em van pêywendiyan xurt bikin.
Baweriya me ew e ku pêywendiyên me bi hemû aliyan re sala 2025an li gorî salên borî baştir bûne."
Ebru Gunayê her wiha anî ziman:
"PDK û YNK di pêvajoya niha de xwedî roleke girîng in.
Em dikarin bi zelalî bibêjin ku wan heta niha berpirsyariyên xwe yên ji bo piştgiriya aştiya mayînde bi cih anîne."
Hevpeyvîna Cîgira Hevserokan û Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunayê bi Edîtorê Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa re:
Rûdaw: Nirxandina we ya niha li ser pêvajoyê çawa ye? Hûn li bendê ne ku serkeftî be?
Ebru Gunay: Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan, Tirkiye ketiye ser rêyeke nû ya ber bi aştiyeke mayînde. Helbet, aştiya mayînde tenê bi vê bangê pêk nayê. Bi nêrîna me, heta niha hem Birêz Ocalan û hem jî PKKyê berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Loma, niha dem dema wê ye ku hikûmet gavên şênber bavêje.
Wekî ku we jî ji nêzîk ve şopand, piştî nîqaşên dirêj ên di Komîsyona Parlamentoyê de, sê endamên Komîsyonê 24ê mehê bi Birêz Ocalan re civiyan. Li gorî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê, civîn serkeftî bûye, ev jî nîşan dide ku divê rêyeke ber bi reformên yasayî ve were dîtin. Wekî DEM Partî, em gelekî bi hêvî ne ku eger hemû partiyên siyasî yên di parlamentoyê de –bi taybetî partiya desthilatdar û mixalefeta sereke– berpirsyariyê bigirin ser xwe, dê pêvajo bi pêş ve biçe.
Rûdaw: Bi nêrîna we, dê astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê çi bin?
Ebru Gunay: Pêvajo bi demeke diyarkirî nayê sînordarkirin û her qonaxek dê xwedî astengiyên xwe be. Bi giştî, nabe raya giştî ji aliyê kesên ku li dijî pêvajoya niha ne ve were manîpulekirin. Me berê salên 2010ê ev yek tecrube kir, dema ku raya giştî di bin bandora komên dijberên Kurdan û dijberên çareseriyê de bû.
Baweriya me ew e ku aştiya mayînde li Tirkiyeyê tenê bi lihevkirineke civakî ya ku ji manîpulasyon û agahiyên şaş dûr e pêk tê. Di vê çarçoveyê de, saziyên medyayê –bi taybetî medyaya sereke– berpirsyariyeke mezin hildigirin ku raya giştî bi awayekî rast agahdar bikin.
Li aliyê din, divê şert û mercên Birêz Ocalan werin guhertin. Guhertineke wiha dê bandoreke erênî ya mezin li raya giştî bike. Êdî nabe ku pêşniyar û nêrînên wî bi rêya aliyên sêyem werin gihandin. Divê ji bo Birêz Ocalan şert û merc werin amadekirin ku rê bidin wî bigihêje amûrên pêywendiyê da ku xwe bigihîne gel, partiyên siyasî û nûnerên wan.
Rûdaw: Berpirsekî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji me re got, berdana Selahattîn Demîrtaş dê alîkariya Tirkiyeyê bike ku bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Li ser vê yekê agahiyên we çi ne? Hûn li bendê ne ku ew were berdan?
Ebru Gunay: Ti rayedarên Yekîtiya Ewropayê rasterast tiştekî wiha ji me re negotiye. Lê belê, ev yek dê bi polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê re hevaheng be, ji ber ku sedemên li pişt girtina Birêz Demîrtaş pêywendiyeke wan a nêzîk bi nebûna demokrasî û serweriya yasayê ya li Tirkiyeyê ve heye.
Dosyeyên Birêz Demîrtaş û Birêz Kavala jixwe li Tirkiyeyê bûne sembolên bêedaletiyê. Her du dosyeyan jî nîşan daye ku hikûmeta Tirkiyeyê saziyên yasayî wekî amûran li dijî mixalefetê bi kar tîne. Bi taybetî, pênaseya "dijîterorê" di yasayê de ne zelal e û bi vê pênaseya nezelal, her welatiyek dikare bi "terorê" were tohmetbarkirin.
Wekî hûn dizanin, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku divê Birêz Demîrtaş demildest were berdan. Me bêyî westan û bi awayekî domdar tekez kiriye ku girtina hemû girtiyên siyasî, di nav de Birêz Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî zererê dide aştiya mayînde. Loma, berdana hemû girtiyên siyasî dê hêviya aştiyeke domdar gelekî xurt bike.
Rûdaw: Pêywendiyên we bi partiyên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî PDK û YNKyê re çawa ne? Hûn bandora wan a di pêvajoyê de çawa dibînin?
Ebru Gunay: Wekî DEM Partî, em pêywendiyên xwe yên bi partî û nûnerên siyasî yên Kurdan re gelekî cidî digirin. Vekirina ofîseke nûnertiyê ya li Hewlêrê belgeyeke şênber e ku em dixwazin pêywendiyên nêzîktir bi PDK, YNK û partiyên din ên Kurdî re deynin. Tenê sala 2025an, em gelek caran çûn Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê ku em van pêywendiyan xurt bikin. Baweriya me ew e ku pêywendiyên me bi hemû aliyan re sala 2025an li gorî salên borî baştir bûne.
Bi awayekî xwezayî, ev başbûn bi pêvajoya niha ve girêdayiye. Me hemûyan dît ku têkoşîneke me ya hevpar û armanceke me ya hevpar heye; aştiya mayînde ji bo Kurdan li hemû parçeyan. Hem PDK û hem jî YNK di pêvajoya niha de xwedî roleke girîng in. Em dikarin bi zelalî bibêjin ku wan heta niha berpirsyariyên xwe yên ji bo piştgiriya aştiya mayînde bi cih anîne. Em dixwazin bi vê minasebetê spasiya PDK, YNK û partiyên din ên Kurdan bikin ku di vê pêvajoyê de DEM Partî bi tenê nehîştin. Em bi tundî bawer dikin, eger pêywendî baştir bibin, hemû partiyên siyasî yên Kurdan dikarin bigihêjin armancên xwe.