Muhsîn Ebdulhemîd: Serokê Îxwanê digot ku divê Kerkûk bi Kurdistanê ve bê girêdan
Serokê berê yê Partiya Îslamî ya Iraqê û yek ji serkêşên Îxwanî Muslumîn (Brayên Misliman) Prof. Dr. Muhsîn Ebdulhemîd, dibêje Îxwan, ti carî li dijî federalîzmê nebûye û Serokê Îxwanê Ûsame Tîkrîtî jî gellek caran gotiye ku divê Kerkûk bi Kurdistanê ve bê girêdan.
Prof. Dr. Muhsîn Ebdulhemîd bîranîneke xwe ya bi şairê Tirk Necip Fazil Kisakurek re parve kir. Ebdulhemîd, da zanîn ku wan ji Kisakurek re pêşniyar kiriye ku di derbarê Mustafa Kemal Ataturk de pirtûkekê binivisîne, Kisakurek jî, ji bo cîhana Erebî di derbarê Ataturk û Îslamê de agahdar bike, ew pirtûkê nivîsandiye.
Prof. Dr. Abdulhemîd ku bi eslê xwe Kurd e, derbarê nêzîkbûna Îxwanî Muslîmîn a ji kêşeya Kurdistan re, pêwendiyên wan ên bi şoreşa Îlonê re û nêzîkbûna wan a Baes re, pirsên Rûdawê bersivand.
Rûdaw: Te wek serokê Partiya Îslamî ya Iraqê di navbera salên 1960 û 1980an de çend caran serdana Misirê kir. Helwesta serokomerê Misirê wê heyamê Cemal Ebdulnasir li beramberî Kurdan çawa bû?
Muhsîn Ebdulhemîd: Li Qahireyê ez û serokomarê Iraqê yê berê Fuad Mehsûm bi hev re bûn. Wî bi destûra taybet a Ebdulnasir radyoyek vekiribû. Piştre Mele Mistefa Barzanî jî ji Soyvetê hat serdana me kir. Bê guman dilsoziyek wî li hemberî Kurdan hebûn.
Te di sala 1968an de li ser Sûriyê re serdana Tirkiyê kir. Ew tenê serdanek bû yan jî partiyê tu erkdar kiribû?
Yek ji rêvebirên Birayên Misilman ên li Bexdayê ji min û endezyar Orhan Mihemed Elî xwest ku em bi hev re herin Stenbolê. Me li wê dere hevdîtinek ligel helbestvanê tirk Necip Fazil Kisayurek re kir. Necip Fazil Kisayurek Ataturk baş nas dikir. Kisayurek çend caran ji ber nêrîn û ramanên xwe yên îslamî hatibû darizandin. Me ji wî re got ku “Beşek ji civaka erebî Ataturk wek li dijî îslamî û beşek jî wek rêbereke mezin nas dikin. Lewma em dixwazin tu derbarê Ataturk de pirtûkek rastî têde hebin binivisînî.” Wî ew pêşniyara me qebûl kir û pirtûkek nivîsand.
Baş e, di pirtûkê de aliyê Ataturk ê nenasbar hat nivîsandin?
Belê, wî derbarê Ataturk de her tişt dizanî. Piştî çar salan bi rêya telgrafê ji me re ragihand ku ew dê serdana Bexdayê bike. Di sala 1972yan de hat Bexdayê û me li balafirxaneyê pêşwaziya wî kir. Derbarê Ataturk de pirtûka bi nave “Zilamê Pût” nivîsandibû. Wê pirtûkê di nav civaka erebî de dengek mezin ligel xwe anî. Heta niha herî kêm deh caran hatiye çapkirin.
Baş e, ji ber wê pirtûkê li Tirkiyê ji wî re pirsgirêk derneketin?
Nexêr, çîmkî me pirtûk ne li ser navê Necip Fazil Kisayurek, lê li ser nave efserekî malnişîn belav kir. Me me paşê li Tirkiyê behsa vê yekê kir. Heta ku ji Tirkiyê, nivîskarê kovareke hatin Bexdayê ligel min li ser vê mijarê hevpeyvînek kir. Ji min pirsa pirtûka Necip Fazil Kisayurek a derbarê Ataturk de kir. Min jî jê re behsa hurgiliyên wê kir. Jixwe kesî wergira pirt»kê kirî ji me re gotibû hûn dikarin piştî behsa her tîşt bikin.
Te ew pirtûk xwend?
Belê, min ew pirtûk sê caran xwend.
Di pirtûkê de behsa helwesta Ataturk a derbarê Kurdan de jî dike?
Tenê behsa derbeyên leşkerî yên li Tirkiyê dike. Yek ji mezintirîn nivîskarên Iraqî, Dr. Elî Werdî derbarê wê pirtûkê de gotibû. “Piştî ku min ev pirtûk xwend nêrînên min ên derbarê Ataurk de ji sedî sed hatin guhertin. Halbûkî min berê ew yek kesekî leheng didît.” Jixwe nêrînên wî yên derbarê Kurdan de diyarbûn. Wî heta dawiya jiyana xwe jî li Tirkiyê hebûna Kurdan red dikir.
Wê heyama we serdana Tirkiyê kirî de li wê derê jî Îxwanî Muslîmîn hebûn?
Nexêr, ez bawer nakim ku niha jî hebin. Lê bandore Îxwanê li ser wan hebû. Di wê serdemê de çend pirtûkên Îxwanê bo tirkî jî hatibûn vegerandin.
Baş e, AK Partî?
Dibe ku wan çavkaniyên Îxwanê xwendibin, lê ew Îxwanî nînin. Çîmkî li Tirkiyê li gor destûra bingehîn qedexe ye partiyeke bi nave şerîetê were avakirin.
Tu dibêjî ku Druzî, Mesehî û Nuseyriyan partiya Baes ava kirine. Rola Nuseyriyan çi bû?
Rêjeya Nuseyriyan ji sedî 6 bûn, lê wan dixwest ku ew kontrola partiya Baes di destê wan de be. Lewma ew beşdarî avakirina partiyê bûn. Bê guman fransiyan jî gelek piştevaniya wan kir.
Baş e, rola Meshiyan çi bû?
Ji wan tenê Mishel Eflaq û Îlyas Fereh hebûn.
Partiya Baes ji aliyekê behsa sosyalîzmê dikir û ji aliyekê ve behsa Îslamê dikir. Di vê derê re ti nakokî nebûn?
Di demên dawiyê de behsa Îslamê kirin. Sedam dema dît ku Îran behsa Quranê dikî wî jî behsa Quranê kir.
Îxwanî Muslîmîn çima di sala 1971ê de çalakiyên xwe li Iraqê rawestandin?
Çîmkî Rêvebirên Îxwanî Muslîmîn hatin girtîn û îşkece li wan kirin. Yek ji rêvebirên Îxwanî Muslîmîn li Tîkritî serdana serokomarê wê heyamê Ehmed Hesen Bekir kir û lêborîna xwe jê xwest û bi wî awayî hat azadkirin. Wê heyama Ebdulkerîm Zêdan mîrudê Îxwanî Muslîmîn bû. Zêdan kesekî gelek zana bû. Wî digot: “Baesî dijminê me yên herî mezin in.” Wî ji ber vê yekê rêkxistubûna Îxwanê da rawestandin û got baştir e, em li mizgeftan xwe rêk bixin.
Helwesta Îxwanî Muslîmîn li beramberî Kurdan bi taybetî di mijara rêkeftina di 11ê Adarê de di navbera Kurdan û hikûmeta Iraqê de hatibû îmzekirin çawa bû?
Birayên Misilman piştevaniya wê rêkeftinê dikirin. Wan serdana Mele Mistefa Barzanî kirin piştevaniya xwe nîşan dan. Ew rêkeftin bû derfetek ku şer raweste.
Piştre dema tu diçî Misrê tu li wê derê tê girtin. Çima tu girtîn?
Ehmed Hesen Bekîr di sala 1970yan de li Trablusê di Lûtkeya Erebî de hevdîtinekê ligel Cemal Ebdulnasir pêk tîne. Ebdulnasir qebûlkirina projeya Amerîkayê ya bi navê “Rogers” pêşniyar dike. Ehmed Hesen Berkîr jî li hemberî vê yekê xwe bi wî re aciz dike û dibêje “tu kirêgirê cihûyan î.”
Medyayê Misirê wê heyamê ragihand ku Iraqê 60 welatiyên Misirê dersînor kirine û ew 60 kes ji birçîbûnê mirine. Li hemberî vê yekê rêveberiya Misirê jî biryara desteserkirina 60 xwendekarên Iraqî da. 58 xwendekarên Baesî girtin. Ji bo hejmara diyar kirîn, tije bikin ez û hevalê min Dr. Hazim jî girtin. Hesen Ebu Paşa li girtîgehê hat serdana me kir. Min jê pirsî we çima em girtine? Wî jî got ku “hûn Baesî ne.
”Piştre min dîsa got “Ez kesekî Kurd im û li dijî Baes e me. Çawa dibe ez bibim Baesî?” Lê ti bandora van gotinên me li cem wan çênebû û ew 46 rojan di zîndanê de man. Piştî xwendekaran dest bi greva birçîbûnê kirin ew hemû şandin Iraqê.
Tu careke din bo xwendinê vegeryayî Misirê. Ew heyama Enwer Sedat bû?
Di sala 1971ê de Enwer Sedat li ser desthilatdarê bû. Min ji Radyoyê guhadarî kir, wî digot “kesên mafên wan hatine binpêkirin em dê mafê wan vegerînin. Min jî biryar da ez ji wî re nameyekê bişînim. Min di nameya xwe de got “Eger tu rast dibêjî, ew jî ji yek wan kesanim ku mafê min li Misirê hate binpêkirin. Hêj saleke min mabû ez zanîngehê xilas bikim, lê ji Misirê hatim dersînorkirin.” Min name radestî hevalekî xwe kir ku diçû Misirê. Piştî 25 rojên din ji Balyozxaneya Misirê ya li Bexdayê li min geriyan. Ji min re gotin ku tu dikarî vegerî Misrê.
Enwer Sedat bi xweşbînî nêzîkî Îxwanî Muslîmîn dibû û girtî serbest berdan. Sedem çi bû?
Sedem, xanima wî bû. Xanima wî li xwe mikur hat ku berê, alîkariya Îxwanê kiriye. Di 1974an de hemû endamên Îxwanê yên girtî serbest berdan. Lê belê destûr nedan wan ku siyasetê bikin. Sedat, ji Îxwanê ditirsiya. Çend hefte beriya ku bê kuştin jî, bi çend murîdên Îxwanê re hatibû girtin.
Nêrîna Îxwanî Muslîmîn a di derbarê rikberiya nav Baasê de çi bû?
Serokatiya Îxwanê, ti carî piştgiriya aliyekî ya navxwe Baesê nekirin. Nêrîn û armancên me û yên wan, li hev rik bûn.
Di 1974an de pêwendiyên Kurdan û Bexdayê dîsa xerab bûn. Gellek xwendekar beşdarî tevgera şoreşger a ku Mele Mistefa Barzanî dabû destpêkirin bûn. Gelo ji Îxwanî Muslîmîn jî ti kes beşdarî vê şoreşê bûn?
Belê, hin endamên Îxwanê yên Kurd û Ereb jî beşdarî şoreşê bûn.
Dema Îxwanî Muslîmîn li Iraqê bi tevahî hate qedexekirin, erka we çî bû?
Gavek mabû ku ez bibim serokê Îxwanê.
Di derbarê mafê gelê Kurd de, nêzîkbûna Îxwanî Muslîmîn çawa bû?
Îxwan, ti carî li dijî federalîzmê nebûye. Serokê Îxwanê Ûsame Tîkrîtî jî gellek caran gotiye ku divê Kerkûk bi Kurdistanê ve bê grêdan. Helwesta min a di kongreyê de jî zelal bû. Min federalîzmê diparast.
Piştî 1975an, Baesiyan zext û zora xwe li ser herkesî zêde kirin da ku beşdarî wan bibin. Te xwe çawa parast?
Herkesî dizanibû ez kî û çi me. Ji ber vê yekê ti kesî zext li min nekir. Di civîn û semînerên xwe de min bi eşkera digot “Ez Kurd im”
Lê belê hûn ti carî jî bi zelalî li dijî Baesiyan derneketî...
Ew hêza me tune bû. Mamosteyekî me, tenê ji ber ku pirsekê bersivand, ji zanîngehê hate avêtin.
Di 1979an de li Îranê şoreşa îslamî çêbû. Îxwanî Muslîmîn çawa nêzîkî vê şoreşê bû?
Cîhana Îslamî, di destpêkê de ji vê şoreşê dilxweş bû. Lê belê dûre hate têgihîştin ku mesele Îslam nîne, mezhebperestiye. Armanca Îranê ya ji vê şoreşê ew bû ku herkesî bikin Şîa. Ji ber vê yekê Misliman hêdî hêdî ji Îranê dûr ketin.
Lê belê di destpêkê de we piştgirî da wê.
Belê. Hemû rêxistinên Îslamî yên dinyayê li hev civiyan Humeynî pîroz kirin. Humeynî jî wiha têgihîşt ku herkes xwe bi wî ve girê dide. Lê ji ber ku em neçûn, helwesta wî ya derbarê me de guherî.
Şerê Îran û Iraqê çawa destpê kir?
Ahmed Hesen Bekir, êrîşkirina Îranê red kir. Lê belê Seddam û Baesiyan gotin “em wan wek taştê nexwin, ew dê di şîvê de me bixwin. Humeynî di daxuyaniyeke xwe de gotibû; “divê rêveberên zalim ên Iraqê biçin” û vê gotina Seddam, baesî jî xistibûn nav metirsiyê. Min ji 5 generalên Iraqî pirsî, “gelo hewce dikir ku em êrîşî Îranê bikin?” wan jî got; “hewce nedikir.” Heta gotin; “em 160 kîlometir ketin nav axa Îranê, lê leşkerekî Îranî jî dernekete pêşberî me.” Çimkî Artêşa Îranê rûxiyabû û artêşa nû bi rêkûpêk nebûbû.
Yanî Iraqê şer da destpêkirin?
Li gor tê gotin Humeynî 13 salan li Necefê maye. Wan dizanibû ku wan çi bi serê Şîayan ve aniye. Ji ber vê yekê, wan bawer dikirin ku dê Îran êrîşî Iraqê bike. Nîvê Baesê, bi Ahmed Hesen Bekir re li dijî şer derdiketin. Seddam, wan bi tometa ku bi Hafiz Esad re pêwendîdarin tawanbar kir û ew dan kuştin. Lê di şer de şaşiyên Îranê jî hebûn. Xwest ku peymana 1975an bê nûkirin. Lê belê Iraqê vê daxwazê qebûl nekir û li ser sînor pevçûn destpêkirin. Seddam û Ahmed Hesen Bekir bi hev re, ji bo li hev hatinê, ji Humeynî re nameyek şandin. Lê bersiva Humeynî pir tûnd bû û wan wek Yahûdî û Nesran da nîşandan. Seddam, ji vê bersiva Humeynî pir hêrs bû. Li gel vê yekê jî Ahmed Hesen Bekir got; “Ezê şer nekim.”