Şervanê amerîkî: Dem hatiye em deynê kurdan vegerînin
Hewlêr (Rûdaw)- Jordan Matson şervanekî bi esl amerîkî ye ku demeke dirêj e di nav rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de wek şervanekî xwebexş li dijî DAIŞê şer dike. Matson di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re ku bi riya e-mailê pê re hatiye sazkirin, behsa sedemê hatina xwe bo Rojavayê Kurdistanê dike.
Matson ku 28 salî ye û rûniştvanê eyaleta Wisconsin a Amerîkayê ye, behsa xwebexşên biyanî dike ku pê re li dijî DAIŞê şer kirine, wek şervanê brîtanî Kostas Erik Skorfield ku beriya demekê di şerekî de li başûr rojavayê bajarokê Tel Hemîsê jiyana xwe ji dest da.
Rûdaw: Tu dikarî behsa xizmeta xwe ya leşkerî di nav artêşa Amerîkayê de bikî? Herwiha behsa jiyana xwe ya rojane beriya ku tu têkiliyê bi YPGê re deynî?
Jordon Matson: Ez 3 salan di nav hêzên bejayî yên artêşa Amerîkayê de bûm. Di wê demê de ez bo eniyên şer nehatim hinartin. Beriya ku ez bême vir, min li navenda dabeşkirina xorakê kar dikir. Karê min normal û rojane bû. Ez radizam û carna jî min li fîlman temaşe dikir.
Ev cara pêşî ye tu li derveyî Amerîkayê şer dikî yan berê jî tu di nav artêşa Amerîkayê de beşdarî şer bûyî?
Beriya ku ez bême Rojava, ez qet beşdarî şer nebûbûm. Ev cara yekem e ku ez li derveyî Amerîkayê beşdarî karê leşkerî dibim.
Te çawa biryar da li tenişta kurdan şer bikî? Beriya hatina te bo Sûriyê tu zanyariyên te li ser kurdan hebûn? Behsa wê demê bike gava te biryar da pêwendiyê bi YPGê re bikî?
Ji ber ku hikûmeta welatê min alîkariya kurdên Sûriyê nedikir, min bixwe biryar da piştî ketina Mûsilê bême vir. Êdî min nikaribû rûnim û li wê jenosîdê binerim. Lewma min bi riya Facebookê YPGê dît û ez hatim Rojava. Herwiha min biryar da li kêleka kurdan şer bikim, ji ber ku kurdan 10 salan pişta Amerîkayê girtin dema Amerîka li Iraqê bû. Niha jî dem hatiye em deynê kurdan li wan vegerînin. Ez pir ji gelê kurd hez dikim. Kurd yekane milet e li vê navçeyê ku dixwaze bi aştî bijî.
Tu berê leşkerê Amerîkayê bûyî û niha jî şervanê YPGê yî. Cudahiya van herdu hêzan çi ye?
YPG hêzeke çar salî ye û mîlîs e. Lê artêşa Amerîkayê di nav hemû artêşên cîhanê de, xwedî budceya herî mezin e. Lewma cudahiyeke pir mezin di navbera wan de heye.
Gelek navçe ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, tu di kîjan şeran de beşdar bûyî?
Min li Cizîrê, Şingalê, Serê Kaniyê, Tel Hemîsê û Tel Temirê û çend cihên din jî şer kiriye.
Piştî ku te Amerîka li pey xwe hîşt, desthilatdarên Amerîkayê pêwendî bi malbata te re nekirin? Helwesta Amerîka ji vî karê te çi ye? Wek welatiyekî amerîkî ji mafê te ye tu pêwendiyê bi grûpeke çekdar li derveyî Amerîkayê bikî?
Amerîkî dikarin pêwendiyê bi YPGê re bikin. Belê pirs ji min û malbata min jî kirin. Lê welatiyê amerîkî dikare vegere vir.
Te bi hêzên pêşmerge re li Kobanî şer kir? Nerîna te li ser hêz û serketinên wan çi ye?
Min li tenişta hêzên pêşmerge li Şingalê şer kir. Lê ez dizanim gava ew hatin Kobanî, pir alîkariya me kirin. Çimkî çekên giran bi xwe re anîn ku pêwistiyeke me ya mezin bi wan hebû, nexasim amûrên eşkerekirina bombeyan.
Çend xwebexşên biyanî pêwendî bi YPGê re danîne. Hûn hemû di nav eynî yekîneyê de şer dikin an bi yekîneyên cuda yên YPGê re?
Hemû cengawerên biyanî li ser yekîneyên cuda hatine dabeşkirin û belavkirin. Bi vî rengî çêtir e da bikarin hînî ziman û kultûra navçeyê bibin. Bi kêmanî 100 kesên biyanî pêwendî kirine.
Tu bi nêt î heta kengî li Rojavayê Kurdistanê bimînî? Gelo armanceke te ya taybet heye ku piştî pêkanîna wê tê vegerî Amerîkayê?
Heta DAIŞli navçeyên kurdî bi tevahî felc û pûç bibe, ezê wê çaxê bêhnvedanekê werbigirim.
Dostaniyeke xurt di navbera te û şervanê brîtanî ku şehîd ket Kostas Eric Skorfield de hebû? Hesta te çawa bû dema te agehiya şehîdbûna wî bihîst?
Erik baştirîn hevalê min bû. Tiştekî biêş e dema mirov kesekî nêzîkî xwe ji dest dide. Lê mixabin xwezaya şer wiha ye. Erik mirovekî mezin bû, qet gilî nedikir.
Tu qet di şer de birîndar bûyî?
Piştî ez gihîştim vir bi rojekê ez birîndar bûm. DAIŞ bi şev êrişî baregeha me kir. Parçeyek hawen giha min. Şer 6 saetan dirêj kir. Heta otomobîlên zirîpoş bi me ve hatin û çekdarên DAIŞê reviyan.
Hejmareke zêde ya şervanên jin di nav rêzên YPGê de heye. Bi heman rengî di nav artêşa Amerîkayê de jî leşkerên jin hene gelo?
Nêzîka yek li ser sê ji şervanên me jin in. Cudahiyeke mezin heye. Şervanên jin ên YPGê di nav hêzên bejayî de ne. Lê li Amerîkayê jinên leşker rasterast beşdarî şer nabin.
Te daxwaz ji hevalên xwe yên kevn kiriye ku bên tevlî YPGê bibin?
Bi rastî ez daxwazê ji kesî nakim da bên û tevlî me bibin. Lê gelek kesan dema dîtine pêwist e karekî bikin, ji ber xwe ve û bi biryara xwe hatine vir.
Dema tu vegerî Amerîkayê, tê çawa behsa kurdan bikî?
Ez kurd im. Hest dikim li Kurdistanê mezin bûme. Ev malbata min e. Ev civaka min e. Min ji aliyê kurdan ji bilî hezkirinê tiştekî din nedîtiye. Spas bo vê derfeta ku we da min jî.