Bextiyar Mam Şêx: Serokwezîra Brîtanyayê daxwaz kir ez vê peywirê werbigrim

28-05-2018
Kurdistan Hesen
Nîşan Bextiyar Mam Şêx Brîtanya Şaredarî
A+ A-

London (Rûdaw) – Bextiyar Mam Şêx li Brîtanyayê li navçeyeke hestiyar post û erkekî hestiyar wergirtiye. Ew niha bûye Cîgirê Serokê Şaredariya herêma Kensington û Chelsea ya Londonê, ku malbata Şahê Îngîltereyê jî li wir dijîn. Herwiha serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Davîd Cameron jî li wê herêmê dijî. Eger pirsgirêkekî wî jî hebe divê bi riya Bextiyar Mam Şêx ve daxwaz bike.

 

Bextiyar Mam Şêx zarokê gundekî hêjar a Hewlêrê ye. Ew ji gundê Bêrkotê ye û ji sala 1997ê ve li Brîtanyayê dijî. Bi riya Partiya Karker tevlî siyasetê bûye û di hilbijartinên şaredariyê de ji lîsteya Partiya Karker bû endamê civata şaredariyê. Lê heftiya borî ji aliyê partiya rikber Partiya Parêzgaran ve wek “Cîgirê Serokê Şaredariya Kensington û Chelsea hate destnîşankirin.

 

Bextiyar Mam Şêx di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re got, ku ew li ser daxwaza Serokwezîra Brîtanyayê ji bo vê postê hatiye destnîşankirin.

 

Niha piraniya Londoniyan te nas dikin. Dixwazim xwendekarên Rûdawê jî te baştir nas bikin. Tu ji kîjan navçeya Başûrê Kurdistanê yî?

 

Ez xelkê gundê Bêrkotê yê Hewlêrê me. Ez bixwe li wî gundî ji dayik nebûm lê serbilind im ku du mirovên mezin ên wek Ezîz Mimehedê Mam ku par koça dawî kir û helbestvan û bîrmendê mezin ê Kurd Ebdullah Peşêw ji wî gundî derketin. Peşêw niha jî hevalê min ê herî nêzîk e.

 

Kengî ji Kurdistanê derketî û hatî Brîtanyayê?

 

Di sala 1997ê de gihitşime Brîtanyayê.

 

Kengî tevlî karê siyasetê bûyî?

 

Bêguman di çend qonaxan de tevlî bûm. Di sala 2002yê de bûme endamê Partiya Karker. Piraniya Kurdên ji navçeyên hêjar tên Brîtanyayê dibin endamê Partiya Karker. Ji ber ku ev partî hetim xema mirovên kêmderfet dixwe û alîkarî dide wan. Weke mînak di pirsgirêka di navbera Filistîn û Îsraîlê de pişta filistîniyan digre. Herwiha berevaniya wan gelan dike ku mafên wan hatine xwarin.

 

Tu ji lîsteya Partiya Karker hatî hilbijartin. Lê çawa çêbû ku Partiya Parêzgaran tu ji bo postê cîgirê serokê şaredariya Kensington û Chelsea destnîşan kirin?

 

Ev yek li ser daxwaza Partiya Parêzgaran pêk hat. Serokwezîr Theresa May bixwe daxwaz kir. Ez li qdan dîtibûm û dizaniyan ka çi dikim û dikarim çi bikim. Lewma di wê baweriyê de bûn, ku bikarim ji bo wan jî hêsankariyan bikim.

 

Ji bo kurdekî giringiya postê serokê şaredariyê çi ye li welatekî mina Brîtanyayê?

 

Şaredarî weke bereyên şer in. Siyasetmedar li paytext şer birêve dibin û leşker jî ji xeta piştê ve şer dikin lê ew li hêla pêş in. Şaredarî wate xeta berevanî û êrişbirinê ne. Em çi kar bikin serkirdetî di parlamentoyê de li hêviya karên me ne û çavdêriya me dikin. Ji ber ku encam bi başî an jî bi xirabî be bi ser wan de dimîne. Lê xirabiyên wan jî ji me re dibe mal. Em li rojava ne û dive bizanin ku rola şaredariyan gelek e. Endamên civata şaredariyan dibin parlamenter. Di heman demê de peywendî di navbera parlamento û şaredariyan de heye.  

 

Hejmareke zêde ya Kurdan li Brîtanyayê dijî lê tenê Kurdek di parlamentoyê de ye. Li welatekî mina Swêdê 5 Kurd bûne parlamenter. Sedema vê çi ye?

 

Parlamento gelek zehmet e. Ji bo bibî nemzedê parlamentoyê divê partiya te namzedbûna te pesend bike. Ev qonaxeke û bêyî lobîkirin û bêyî piştgiriya derve jî nabe. Ev yek û du sal e ez ji berpirsên Herêma Kurdistanê re dib3ejim em li vir pirsa Kurd bibin pêş û dive em tiştekî bikin û bernameya me hebe. Divê dezgeheke me hebe ku xelkê agahdar bike û têbigihîne û herwiha vê mijarê bigîhîne parlamentoyê. Lê bersiv nebû. Eger bername û piştgirî hebe ev ne tiştekî giran û zehmet e.

 

Wisa diyare ku Partiya Karker ji partiyên din zêdetir giringî dide pirsa Kurd û rewenda Kurd…

 

Belê rast e. Serokê partiyê Jeremy Corbyn, Kurdan baş nas dike û ji pirsgirêka Kurd agahdar e. Piraniya kesên li Kurdistanê di nava parlamentoyê, hikûmet û partiyên siyasî ne Jeremy Corbyn nas dikin û peywendiyên wan bi hevre heye. Di heman demê de li herêma Corbyn lê dijî gelek Kurd jî hene. Li vir wiha siyaset tê kirin. Eger tu berjewendiyê xelkê taxa xwe û navçeya xwe neparêzim piştî 4 salên din ew deng nadin te.

 

Lê tu berijêrê Partiya Karker bûyî û partiya desthiladar daxwaz kir, ku vê postê giring werbigrî?

 

Di 4 salên borî de ez pir çalak bûm. Ew taxa ez lê dimînin serokwezîrê berê yê Brîtanyayê David Cameron jî dijî. Eger niha pirsgirêkeke Cameron çêbibe ez nûnerê wî me û bi riya min re dikare daxwaz bike.

 

Ne xelet bim ev cara duyemîn e tu dikevî civata şaredariyê. Ev yek li ser daxwaza te bû yan a partiya te?

 

Rastiyê ji bot e bêjim, dibe di nava partiya min de hinek kes hebin ku xwestibin ez vê postê werbigrim. Piştî 4 salên endamtiya civata şaredariyê di sala pêncemîn de ji bo cîgirê serokê şaredariyê hatime hilbijartin. Ez hez dikim xizmeta xelkê bikim. Piştî bûyera şewata avahiya 24 qatî ya Grenfell Towerê ku 79 kes têde bûne qurbanî, ez pir çalak bûm û li pey kesên mexdûr û ziyanpêkeftî çûm. Min gelek alîkarî da wan. Kî dihate cem min ji bo wan tiştek dikir. Dema ev tişt jî ditîdin ji min daxwaza alîkariyê dikirin û min dikarî turebûna li hember wan hinek kêm bikim.

 

Navçeya ku tu bûyî berpirs malbata şah jî dijî. Bi nêrîna te hebûna wê balbatê erkê te girantir kiriye?

 

Nexêr. Bawer nakim erkê min girantir kiribe. Di nava partiya min de hinek kes hene ku li dijî malbata şah in. ew kes xwe weke şoreşger didin naskirin û dibêjin dive êdî nêrîta şahîtiyê nemîne. Lê ez tenê hizra xizmetkirina xelkê dikim û baweriya min bi çi were wî dikim. Bi nêrîna min hebûna malbata şah li vî welatî bûye hêmayê seqamgîriyê û roleke pir mezin lîstine. Bi baweriya min divê li welatê me jî xelk wiha hizir bike.

 

Hestên te çawa nin ku tu bûyî cîgirê serokê şaredariyê, dikarî çi bikî?

 

Ji te venaşêrim, wê kêliya ku ji min re gotin, ku tu dê bibî cîgirê serokê şaredariyê, min hizra wê yekê kirk a çawa dikarim bibim serokê şaredariyê. Ev çawa dibe? Bi kar û westiyaneke zêde. Ji niha heta meha Îlonê çar çalakî li pêşiya min in. Sazkirina konferansekî ji bo pispor û şarezayên hawarhatinê yên di ware agirvemirandin, lehî û herwiha aborî û siyasî jî ka çawa dikarin piştgirî û hevkariya min bikin û ez jî bibim hevkarên wan. Eger bikarim ez ê ji Kurdistanê jî bang li hinekan bikim da ku bihevguhetina ezmûn û şarezatiyê çêbibe. Çalakiya duyemîn ez ê li taxa xwe bikim. Ezê komferansekî li ser rûbirûbûna dermanfiroşî û astengkirina karê xirab saz bikim. Roja 14ê Hezîranê ez ê ji bo mirovên oldar kombûnekî saz bikim da ku nimêj û duayan ji bo qurbaniyên tundiyê û terorê bikin. Ji ber ku ew roj salvegera bûyereke nexweş e.  

 

Derfeta serkeftinê li welatekî mina Brîtanyayê çawa ye? Te behsa şewata wê avahiyê kir, ku bû sedem gelek kes ten as bikin …

 

Pêşeng û serkirde di rojên giran û qeyranan de derdikeve. Di rojên aştî û asayî de hemû kes dikare xwe wek serkirde nîşan bide. Dema agir bi wê avahiyê girt, ev navçe têk çûbû. Bêyî ku ti kesek ji min re bêje û bêyî ku ev berpirsiyariya min be, ez hatim û min dest bi alîkariya mirovan kir. Min xwest weke serkirdeyekî li wir bim. Her roj li wir bûm, hevjîna min ji xelkê re xwarin çêdikir. Wisa lêhatibû ku me nan dida hezar kesan. Me xwarin dida xelkê, polîsan û karmendên hawarhatinê. Min tenê tişta di dilê xwe de kir.

 

Te li herêmekê erk girt ku li wir pirsgirêka nîştecîbûnê heye. Bi nêrîna ted ê ev yek di dema pêş de ji bot e bibe pirsgirêkeke mezin an jî rûbirûyê dijwariyê bibî?

 

Kensington û Chelsea navçeyên kevn in û derfeta firehbûna wan kêm e. Eger te bivê ev pirsgirêk nebe dive xelk herin apartman û balaxaneyan. Dema agir bi wê avahiyê girt gelek kesan cane xwe ji dest da. Xwedê neke eger ev tişt li Kurdistanê baya dê hikûmet bihata ser xetê û li gel civatên xwecihî lêkolîn bikira. Lê li vir şaredarî di destê partiya desthiladar de ye û lewma wê partiyê bi xwe ziyan kir. Çareserî tenê ew e, ku hikûmet milyarek an jî du milyaran bide me da ku xaniyên nû ava bikin. Eger me bivê em 2 hezar şoqe an jî xaniyan bikirin, pêwîstiya me bi 2 milyar paundan heye. Bi nêrîna min eger hilbijartineke din çêbibe û Partiya Karkeran serbikeve dê ev daxwaz were cîbicîkirin.

 

Çima hêj jî Brîtanya Iraqekî bihêz û yekparçe diparêze û pir kêm piştgirî dide pirsa Kurd?

 

Piştî proseya azadiya Iraqê Brîtanî çûne Iraqê û bi taybetî jî çûne Besrayê. Çimku ew herêm bi petrolê dewlemend e. Teha niha jî %50 yê girêbestên petrolê yên Iraqê li gel kompanyayên Brîtanî ye û ew vê yekê jî dikin bingeha siyaseta xwe.

 

Ji aliyê manewî jî be, weke kurdekî destpêkirina te ya vî karî dê çi sûdê bigihîne pirsa Kurd?

 

Eger pêgeha Bextiyar li vir bihêz be, rast e ez xizmeta Brîtanyayê dikim, lê sûda vê yekê ji bo Kurdistanê ew e, ku bêguman dê bikarim ji bo pirsa Kurd jî kar bikim. Em dikarin di navbera gelê Kurdistan û Brîtanyayê de bibin pirrek. Ez nabêjim di navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta Brîtanyayê de. Em dikarin roleke wiha bilîzin. Li vir nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê heye lê kar û çalakiyên wan bi sînor e. Dibe em bikarin ji wan baştir kar bikin. Dema borî min li ser pirs aKurd çend caran konferans sazkir lê mixabin şerê DAIŞê, wendakirina Kerkûkê û nîvê axa Kurdistanê, herwiha wê îxaneta mezin em hemû sar kirin.

 

Ev salek e tu di nava civata şaredariyê de kar dikî. Gelo heta niha ti kurdek ji bo mijara çawaniya birêvebirina şaredariyan daxwaza zanyarî û şêwirê li te kiriye?

 

Mixabin, ev 3 sal in ez dixwazim li gel rewenda Kurd an jî partiyan bicivim û behsa ezmûnên xwe bikim. Dixwazim behs bikim ka min çawa dest pê kir û me çi kir, ji bo bikarim di dema pêş de hinek kurdan di civata parêzgehê de bicîh bikim lê mixabin. Li Brîtanyayê rewenda kurdên Bakur ji kurdên Başûrê Kurdistanê zêdetir bihevre û yekgirtî ne. Kurdên Başûr gelek pirtûbelav in. Bêbaaweriya Kurdên Başur a li hember siyasetê li vir jî dixwiyê. Partiyên me yên Kurdistanê di perçekirina civaka Kurd li derveyî welat roleke pir nebaş lîstine. Eger em li vir 10 hezar kes jî bin, eger em bi hevre nebin ti bandoreke me nabe. Em bi hevre dikarin guvaşê çêbikin. Nabe em li parçebûna Kurdistanê binerin, ji ber ku em li vir dijîn 3u berjewendiyên me bi hevre ne.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst