Cîhana hunerî ya Vahap Aydogan û ‘Çîroka Sîluetên Neçar’

Hunera Vahap Aydogan, li derveyî portreyên asayî, wekî beramberiya dîtbarî ya xewneke kolektîf a jiyanekê derdikeve holê. Her xêz û rengekî ku ji firçeya wî derdikeve, şerê bêdeng ê rasthatin û qederê, dualîteya bêçare ya dem û hebûnê dihewîne. Tabloyên Aydogan, ne tenê nexşeya nedîtbar a takekesî lê ya portreyên ku hatine ferzkirin, xwestekên serkutkirî û kêliyên ji bîr çûyî ne. Ji bo hunermend, wêne xewnek e ku di montaja perçebûyî ya rastiyê de ji nû ve çêdibe; temaşevan jî hem rêwî û hem jî şahidê vê labîrenta sûrreal e. Di tabloyên wî de dem disekine, rastî perçe perçe dibe û her lêdana firçeyê, qatên aloz ên hebûnê radixe ber çavan.

Hunermend Vahap Aydogan, jînenîgariyên sûrreal wiha pênase dike:

“Jînenîgarî, di rastiyê de xewneke kolektîf a jiyanekê ye. Ez di her tabloya xwe de li şopên şerekî bêdeng û bêçareser ê ku di navbera rasthatin û qederê de didome, digerim. Ev dualîteya ku di cewhera dem û hebûnê de veşartî ye, ruhê hunera min pêk tîne.

Tiştên ku ez xêz dikim, pirî caran ne rastiya kes bi xwe ye lê rengvedanên wî sîluetî ne ku neçar maye bibe ew; sîberên qalibên civakî, xwestekên ji bîr çûyî û tirsên tepisandî ne. Ji bo min wêne, ne tenê teqlîdkirina tiştê xuyayî ye; ew îfadeya bêdeng a tiştên di hundirê me de veşartî, xewnên ku li benda bîranînê ne û ‘ez’ên perçebûyî ye. Her lêdana firçeyê, deriyek e ku ber bi vî şerê nedîtbar, ber bi labîrenta aloz a hebûnê ve vedibe; ji bo temaşevan vexwendineke ji bo vedîtina jînenîgariya xwe ya sûrreal e.”

Vahap Aydogan li ser jiyana xwe ya hunerî bersiv da pirsên Rûdawê.

Rûdaw: Li gorî we, wênesazçî amrazekî vegotinê ye, yan şêweyekî ramanê ye?

Vahap Aydogan: Wêne, ew bêdengî ye ku raman wê dike dîtbarî lê ne bi peyvan, bi qelşan, bi siyê, bi valahiyê… Ji ber ku hin raman ne hewceyî peyvan in, hewceyî tevnê ne. Rûyê tabloyeke çiqas bêdeng be, ramana di bin wê de ewqas kûr e.

 Rûdaw: Têgeheke naskirî ya wekî "jînenîgarî", we çima bi formeke "sûrreal" re kir yek?

Ji ber ku rastî montajek e. Ti çîrokeke jiyanê ne temam e. Tişta ku ez jê re dibêjim jînenîgariya sûrreal, di rastiyê de xewneke kolektîf a emrekî ye. Qadeke wisa ye ku tiştên kes bi bîr tîne, ditepisîne û xeyal dike, li ser heman platformê hene… Dema ez portreyekê xêz dikim, di rastiyê de nexşeya keşûhewayeke navxweyî derdixim. Rû, tenê derî ye.

Rûdaw: Li gorî we, çima divê portreyek rastî be?

Vahap Aydogan: Ji ber ku hebûna me, bi qasî tehemula me ya dîtina xwe di neynikê de ye. Lêbelê portre, ne tenê şêweyek e, hevparîya sûc e. Tişta ku ez xêz dikim, pirî caran ne kes bi xwe ye lê ew sîluet e ku neçar maye bibe ew. Ez jî, li ser sîbera wî sîluetî dixebitim. Kesê di tabloyê de pirî caran kesek e ku ti kes wî nas nake — dibe ku cara yekem li wir ji dayik dibe, dibe ku qet ji dayik nebûbe.

Rûdaw: Sembolên we pir qetî ne. Qert, dîwar, sî, ronahiyên mijokî… Hûn wan çawa hildibijêrin?

Vahap Aydogan: Ez hilnabijêrim, ew min dibînin. Her sembol, dengek e ku ji jêrhişê kolektîf tê. Mînak, qerta lîstikê: Şerê bêdeng ê di navbera rasthatin û qederê de, di cewhera dem û hebûnê de dualîteyeke bêçareser e. Ev şer, li ser sînorê herî tenik ê hewldana mirov a watedarkirina hebûna xwe, di navbera hiş û jêrhişiyê de didome. Rasthatin, qada pîroz a azadî û îhtimalan e lê qeder jî yasaya sar a neçarî û rêkûpêkiyê ye. Huner, tam li ser vî sînorî, di vê tengezariya nedîtbar de çêdibe; kêliyekê hem teslîm dibe hem jî li ber xwe dide. Her lêdana firçeyê, vegereke bêdem a vê pevçûnê ye; di wê bêdengiya ku nediyarî û neçarî tê ddi nav hev derbas bûne, wateya hebûnê ji nû ve tê nivîsandin.

Dîwarê qelişî: Mîmariya bîreke tepisandî.
Sî: Ew benîtiya mirov ku nikare ji xwe re îtîraf bike. Ez bêtir bi arkeolojiya hisî re eleqedar im, ne bi estetîkê. Tabloyên min, qadeke hişmendiyê ya serkutkirî arşîv dikin.

Rûdaw: Di bergên pirtûkên we de jî heman nêzîkatî didome. Hûn dirêjahiya dîtbarî ya nivîsê çawa ava dikin?

Vahap Aydogan: Berg, nefesa yekem û dawî ya pirtûkê ye. Berî ku hevokek bê avakirin li wir e û piştî ku pirtûk xilas dibe jî di hiş de dimîne. Nivîskar bi peyvan dirêse, ez bi îmgeyê jê dikim. Divê bergeke baş ne bêje pirtûk behsa çi dike, divê bike piste pist bê ka çima hatiye nivîsandin.

Rûdaw: Heta îro we ne di pêşangehên mezin de cih girt, ne jî derketin televîzyonan. Gelo ev yek helwesteke bi zanebûn a xwe dûrgirtinê ye?

Vahap Aydogan: Belê. Ji ber ku bi ya min huner ne xuyabûn e, wêrekiya domandina nedîtinê ye. Tişta ku em jê re dibêjin pêşangeh, vîtrînek e. Vîtrîn, tê wateya veguherîna li nesneyê. Pêşangeh, ne tenê mekanê hunerê ye; qada ceribandina ontolojîk a hebûna wê ye. Vîtrîn, metafora girtîbûna nesneyê di nav statukoyê de ye; huner ne tiştekî di vîtrînê de cemidî ye, serpêhatiyeke ku berdewam xwe derbas dike ye. Ez ne amrazbûna hunermend lê meşa bêyî hiştina şopê diparêzim. Li kêlekê sekinîn, şêweyekî bêdengiyê ye. Û carinan bêdengî, ji qîrînê bêtir deng vedide.

Rûdaw: Baş e, neşopandin, nenaskirin… Di vê serdemê de ne zehmet e?

Vahap Aydogan: Zehmet e lê resenî ye.  Ji ber ku hunermendê îro pirî caran dibe bikarhênerê îmgeyên xwe ye. Ez li derveyî vê yekê me. Heger berhema min diaxive, ez dikarim bêdeng bim. Wekî din, mirov ne di nav qerebalixê de, di tariya kêlekê de bêtir difikire. Ez hunera xwe di wê tariyê de dihêlim. Ez kesek im ku ne bi ronahiyê, bi siyê dixebitim.

Rûdaw: Yanî qet xwesteka we ya naskirinê çênebû?

Vahap Aydogan: Naskirin, xwesteka herî westiyayî ye. Hunermend her ku tê naskirin, dest bi şirovekirina xwe dike, ne tiştê ku vedibêje. Lêbelê zimanê min, aramiyeke li derveyî peyvan e; vegereke bêdengiyê ye ku di lêdanên firçeya min de veşartî ye. Huner ne vegotin e, hestkirin e; ne sêhra tiştê xuyayî lê ya tiştê veşartî ye.

Rûdaw: Li gorî we, berpirsiyariya hunermend çi ye?

Vahap Aydogan: Dîtin... lê ne bi nêrînê; bi rûbirûbûnê dîtin. Divê wênesazek, berî ku boyaxê baş bi kar bîne, zanibe bi demê re rû bi rû bimîne. Huner ne pêşniyareke estetîk e, lêgerîna bersiveke hebûnî ye. Û ev lêgerîn, ne li ser afîşan dest pê dike, ne jî di studyoyên televîzyonan de bi dawî dibe. Li hundir dest pê dike. Li hundir diqede.

Rûdaw: Li gorî we, çima divê jînenîgariyek rastî be?

Vahap Aydogan: Ma tiştê ku em jê re dibêjin rastî, jixwe ne romaneke birêkûpêkkirî ya rabirdûyê ye? Tiştê ku jê re dibêjin jînenîgarî, hewldana lihevanîna dengê navxweyî û dîmena derve ya kesekî ye lêbelê, jînenîgariya sûrreal wê lihevanînê têk dide. Kesî bi tiştê ku dixwaze bibe, tiştê ku jê direve û tiştê ku xeyal dike re rû bi rû dihêle. Ma tiştê ku tu jê re dibêjî rastî, carinan pir qure, pir rasteqînî nîne?

Rûdaw: Dema ku hûn çîrokeke takekesî vedibêjin, çima hûn ew qas bi îmgeyên kolektîf û razber dixebitin?

Vahap Aydogan: Ji ber ku ti çîrok tenê ya takekesekî nîne. Her jiyan, bi şopên kesên din şekil digire. Û îmge, carinan ji peyvan çêtir van şopan nas dikin. Îmge, tifaqeke ku bîr bi hîsê re wê ava dike. Di wê tifaqê de ne bi temamî rastî heye, ne jî bi temamî çêkirî. Jînenîgariya sûrreal tam di vê qada gewr de nefesê digire.

Rûdaw: Armanca dawî ya van hemû xebatan an jî vê nêzîkatiya ku hûn jê re dibêjin jînenîgariya sûrreal çi ye?

Vahap Aydogan: Tişta ku ez bi rêya jînenîgariyên sûrreal dikim, ne ravekirina nasnameyekê ye lê gerîna di nav qatên wê yên belavbûyî de ye. Ji ber ku tiştê ku em jê re dibêjin nasname, pirî caran montajek e ku bi rengvedan, ferzkirin û bendewariyên kesên din şekil girtiye. Ez li qelşên vê montajê, li cihên wê yên kêm-zeliqandî, li fragmanên wê yên hatine jibîrkirin digerim.

Rastî ne xêzek e paralel e; dem, hiş û bîr wekî xelekên ku di nav hev de derbas dibin tevdigerin. Ez hewl didim lerizînên hîsî yên ku di nav wan xelekan de dimînin bigirim. Huner ji bo min, tam li vir dest pê dike. Di beramberiya dîtbarî ya hesteke bênav, xwestekeke tepisandî an jî şikestineke paşguhkirî de.

Her xêz, her derbeya firçeyê, ne bi kesî bi xwe re; bi wê avahiya ku neçar maye bibe ew re dikeve pêwendiyê. Tişta ku ez xêz dikim, ne çîroka subje, lê ya sîluet e ku lê hatiye kirin e.

Jînenîgariya sûrreal ji ber vê yekê ne vegotin e, lêgerîn e. Ne encam e, pirs e.
Vekirina qadê ye ji bo bîreke ku bi xwe re napeyive, ji bo îmgeyeke ku bi xwe re rû bi rû namîne. Û belkî ji her tiştî zêdetir: Afirandina tevneke wisa ye ku tiştên mirov ji bîr kirine, li şûna wî bi bîr tîne.

Rûdaw: Gelekî spas

Vahap Aydogan: Ez spasiya we dikim. 

Vahap Aydogan kî ye?
Li Mêrdînê li erdnîgariyeke pirçandî û kevnar ji dayik bûye. Piştî ku min dibistana navîn li Amedê qedand, li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Ataturkê xilas kir. Demek e dirêj e li Tirkiyeyê û li cihên cuda yên cîhanê, çîrokên jiyana mirovan bi zimanekî surrealî tîne ser tûwalê û wekî hunermendê Çîrokên Silûetên Neçar tê nasîn.

Heta niha gelek pêşangehên takekesî û hevbeş vekirine. Di van pênc salên dawî de, bi tenê xebatên jînenîgarî yên kesane diafirîne û van berheman li ser platforma xwe ya dijîtal a bi navê @san_artt belav dike.

Li gel afirandina xwe ya hunerî, ew di qada çand û hunerê de nivîsan dinivîse û bi xebata li gel civaka sivîl, hewl dide ku bandora civakî ya hunerê bihêz bike.