Omer Dilsoz: Ez li pesarên Kurmanciyê diçêrim, li nav xweliya gundê xwe digevizim

Wêje û ziman ne tenê amûrên ragihandinê ne; ew stûnên hîmdar ên nasnameya neteweyî, çand û dîroka her miletekî ne. Wêjeya Kurdî neynika dilê Kurdan e, ew serpêhatiyên wan ên bi êş û şahî, xewn û hêviyên wan tomar dike û ji nifşên pêş re derbas dike. Di serdemên zor û zehmet de, wêje û ziman bûne hêviya Kurdan, ew li ser piyan hiştine û nasnameya wan ji windabûnê parastine.

Li ser giringiya wêjeyê, Cibran Xelîl Cibran dibêje "Wêje, axaftina giyên e ku li ser kaxezê şîn dibe," herwiha Albert Camus jî dibilîne, "Nivîskar, ew kes e ku di bêdengiyê de guhdarî dike û di gotinan de diaxive." Di rastiyê de, wêje mirêka civakan e; ew e ku me bi raboriya me ve girê dide, dema me ya niha ronîdar dike û rêya siberojê nîşanî me dide.

Di nav vê neynikê de, em xwe, çand û azarên xwe dibînin. Lewma wêje, ne tenê huner e, di heman demê de berpirsiyariyeke civakî ye jî. Îro, em ê bi hev re li neynika wêjeya Kurdî binêrin. Em ê bibin mêvanê cîhana Omer Dilsoz, nivîskarê ku bi şêwaza xwe ya xwemalî, bi wêrekiya xwe û bi zimanekî lîrîk, dilê xwendevanan dagir dike.

Omer Dilsoz sala 1978an li Gûzereşa Colemêrgê (em ê paşê li çîroka vî navî vegerin) ji dayik bûye. Ew, ji kûrahiya çîrokên gelêrî û ji êşa valakirina gundan û koçberiyê îlham digire. Di berhemên wî de, dîmenên xweş ên reşkurmanciya nayab pir aşkere tên kifşê. Bêhna Colemêrgê û dorhêlên wê ji qelema wî difûre. Ew, bi şêwaza xwe ya taybet tê nasîn û bi wêrekî, mijarên civakî yên hestyar derdixe holê. Omer ne tenê nivîskarek e, di heman demê de şahidekî demê ye, dengê gelê xwe ye û xewnbînekî siberojê ye.

Di vê hevpeyvîna taybet de, Omer Dilsoz ji qewlê Melayê Bateyî dest pê dike û dibêje, "Em êdî bûne qelem," ne bi wateya pênûsê, lê bi wateya milk û warê miletekî ku di hiş û bîra wî de çandiye û têkilî xwînê bûye. Ji bo wî, nivîsîn şahidiya demê ye, avdana bîr û hişê milet e. Destpêka nivîskariya wî lêgerîn bû, lê ew hê jî nizane li çi digere, li warên dûr û nêzîk, di nav hestên sar û germ de digevize.

Ew dibêje ku valahiyê ew kişandiye ber qelpên hibrê û ew tê de hişk bûye, paşê bi xunava êşên dilê xwe deriziye. Şêwaza wî ya nivîsê bi demê re çêbûye û gelek nivîskaran bandor lê kirine. Her wiha, çîrok û dastanên dayê û bapîrê wî, stran û lawjeyên devera zaroktiya wî û serpêhatiyên cografyaya wî jê re bûne malzemeyên bikêr. Ew dibêje ku felsefe ji bo edebiyatê wekî xwêyê ye û ew ji romanên giran û felsefîk hez dike. Ji bo wî, nivîskarî berî her tiştî xemek e û ew hê jî paleyê wê xema nivîsînê ye û êşa wê hildigire. Armanca wî ya herî mezin di nivîskariyê de jî ew e ku baş binivîse.

Nivîskarê serkeftî Omer Dilsoz pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Silav. Tu ji gundekî Colemêrgê yî. Bila em bi vî navî dest pê bikin. Di nivîsa xwe ya li ser koka navê Colemêrgê de, tu qala gelek dîtin û îdîayan dikî, ji Çolemerîka Osmaniyan bigire heta Cule-mêrga ku ji Culeyên Cihûyan hatiye. Li gorî te, ji van îdîayan kîjan a herî nêzî rastiyê ye û çima ev mijar ji bo we ewqas girîng e?

Omer Dilosz: Em ê bîrekê bikolin li tehta kevirîn û navekî lê kin. Lewma nav, ne tenê bo pênasekirinê ye, heman wext nexşeyekê jî lê dike, giyanekê jî didê. Bîrekê çêdike. Bo nimûne, Parîs. Tê zanîn ji peyva Paradîs hatiye ango –bi latînî tê maneya “baxçeyê bihûştê.” Belkî ji ber vê ye, di hişê mirovan de Parîs wek bihûştekê cih ji xwe re çandiye. Herweha Erbaîl, -bi îbranî; bajarê çar xwedayan. Çiqas bi çarenivîsa vî bajarî re guncaw e ne wisa? Stembolapolîs, bajarê aştiyê –bi yewnanî, Urşelîm/Quds, bajarê aştiyê –bi îbranî, bajarê xêr û selametê. Nav, ne tenê hema nav e heman wext qedera bajaran e jî. Adena pîroz a di Kitêba Muqades de û bajarê Edeneyê ne tenê heman nav li xwe girtiye heman wext di paşxaneya hişê mirov de jî heman rengvedan li xwe girtiye. Ji ber hindê jî gelek caran, hişmendiya dagirker gava diçe welatekê vedigire, navan diguherîne. Çima? Da ku bîra wî warî ramale û wê civakê korefam bike.

Wekî Epîctetûsî jî amaje pê kirî, warê zarokatiyê welatê mirovî yê rastîn e û hemû warên piştî wê dewrêşiyek e. Tu her li ku bî û her di kîjan jiyanê de bijî jî pêjna hundirê te berê te dide wî warî. Îjar mesele ew e ku em insan mezin dibin. Ev serpêhatiya qedera me ye. Ji ber ku em mezin dibin, çawen rojek tê em ji ber singa dayika xwe vedibin û ji şîrê wê dûr dibin, welê jî em ji warê zaroktiya xwe derdiçin. Ka çend kes heta mirina xwe tenê li cihê ji dayik bûye dijî? Ev pir zehmet e. Îjar mesele ne ew e ku tu ji pêsîra wê dayikê vedibî, mesele ew e ku bi darê zorê te ji wir vekin. Serpêhatiya min, hinekî xwe li vî alî digire. Zarokatiya me hat pêşêlkirin û pêş çavên me, warê zaroktiya me dan ber agir. Ez hê jî li nav xweliya gundê xwe digevizim. Bawer im tu êş ji vê sojektir nîn in. Lewra ez ketime dû sîbera “wî warê dûr” heta ez kovanên xwe bi wê xweliyê neşom dê arê dilê min sar nebe. Ji ber hindê robarê peyvên min, hibra qelema min her ji rondikên wî warê dûr dizên. Ez dizanim, sîmirx ji wê xweliyê şîn dibe; ji wê xweliya ku qet û qet di cest û hestên wî de sar nebûye.

Rûdaw: Di berhemên te de, war û welat, dîmenên reşkurmanciya nayab pir eşkere tên kifşê. Xasma di nivîsa xwe ya herî nû ya bi navê 'Ew warê dûr' de, tu bi zimanekî hesretî û bi evîneke kûr qala welatê xwe dikî, qala zarokatiyê dikî û dûrbûna ji wan rojan wekî 'çîrokeke bê destpêk' binav dikî. Tu dikarî hinekî din li ser vê têkiliya xwe ya bi war û welatê xwe re bisekinî?

Omer Dilsoz: Gotineke Epîctetûs heye, dibêje “Welatê mirovî yê rastîn zarokatiya mirovî ye,” ez jî lê zêde dikim, “jê pê de umir tev awayek ji awayên mihacirîyê ye.” Ez mesela dûrî û nêzikiyê hinekî jî wek meseleyek derûnî dibînim. Welat, diyardeyek e hinek ji bo her bihosta rûqala erdê dibêjin ku tu karibî lê biêwirî, serê xwe bixî bin banekî, lê hinek jî wateyeke berfireh lê dikin û di nav sînorekê de kifş dikin ku ev sînor carina bi sînorên çandeke hevpar diyar dibe, carina bi sînorên baweriyekê an jî hevnijadekê destnîşan dibe. Ez, vî sînorî nikarim daynim lê bo min welat, bara bêhtir nêzikbûna hestyariyê ye ku ez xwe lê aram û parastî dibînim. Mîna zarokekî ku di dergûşa xwe de aram be. Bi vê wateyê welat, ji bo min dergûş e. Em tev ji landika xwe û pê de dijîn.

Rûdaw: Di hevpeyvîneke xwe ya berê de, te gotibû, "Ez berî bibim ez, jixwe ez di nav deryaya nivîsê de bûm." Tu dikarî vê hevokê hinekî din vekî? Gelo nivîs ji bo te çi ye, çawa bandorê li ser nasnameya te dike û tu çawa têkiliyeke wisa kûr bi nivîsê re rave dikî?

Omer Dilsoz: Ji qewlê Melayê Bateyî ve, /Cumleê ehwalê `alem bêş û kem/Wî nivîsî borî û hişk, bû qelem/ em êdî bûne “qelem”. Qelem, li vir ne maneya “pênivîskê” ye, qelem bi maneya milk û wî warî ye ku êdî bûye yê xwedanekê. Nivîs ji bo min ew qelem e. Êdî bûye yê miletekî. Di hiş û bîra wî de çandiye û têkilî xwînê bûye. Gelek caran hibr û xwînê didim ber hev. Nizanim, ez ê gotineke weha qelew nekim. Ligel vê, tê zanîn nivîsîn şahidiya kawdanê ye, tîşkdana ser demê ye û avdana şitledara bîr û hişê miletî ye. Milet, bi peyvê şîn dibe. Exlaq, zanîn, reftar, riwêşt hemû bi peyvê durist dibin.

Rûdaw: Bila em vegerin destpêkan. Destpêka nivîskariya te çawa bû? Gelo bûyerek, kesek an jî serpêhatiyeke taybet te han da ku dest bi nivîsê bikî? Dema ku te dest bi nivîsê kir te çi hîs dikir û xewnên te yên wê demê çi bûn?

Omer Dilsoz: Destpêka nivîsandina min, lêgerîn bû. Ez li çi digeriyam? Hê min bersiva xwe nedîtiye, hê jî lê digerim. Li warên dûr û nêzik, di nav hestên sar û germ de. Li ber bayê bêhnên xweş û sergeşte, li pey peyvên sêhrî û efsûnî, ewqasî jî bêmane û pûç. Xwe diwestînim bi gelşa gotinan.

Serpêhatiyeke gelekî taybet nîn e ku ez bibêjim vê berê min da nivîsandinê, herweha çi kesek welê xweser û xwemal jî tune ye ku ez bibêjim ez ketim tora wî û min xwe di nav pêlên peyvê de winda kir, nexêr, ez bara bêhtir li dû sipêleyan ketim di valahiyê de. Belkî ji her tiştî bêhtir valahiyê ez kişandim ber qelpên hibrê û ez hişk bûm tê de, bûm qelûşkek req paşê derizîm bi xunava êşên dilê xwe. Te dî sehweke ecêb a valahiyê heye, te han dide wan reşetariyên herî zilindar ên kuncikên hiş û bîra te. Ez di tarîtiya xwe de çirûsîm dema ku kizirîna agirê keserê canê min dibiraşt. Valayî keserê diçîne, kovanê şîn dike mîna kevza ser tehtên ji bakut û barenên zemanî pertî pertî bûne.

Min digot, ez ê gotinekê li dilê valahiyê biçînim –bila gotineke min jî hebe di lewheya jengarî ya vê heyata bi pênc qurûşên qul nekirî. Xweziya min her bi dilê wî zarokê sergerdan bû, ku welê bawer dikir, mirov ronahiyek e ji bihûştê hatî… lê her li ber sîbera wê tevizî.

Rûdaw: Şêwaza te darîçav û cihêreng e. Gelo ev şêwaza te ya nivîsê çawa çêbû? Di pêvajoya afirandina şêwaza xwe de, te bandor ji nivîskarên din wergirt? Kîjan nivîskaran herî zêde bandor li ser te kir? Ji nivîskarên dinyayê, tu nivîsên kî bêhtir dixwînî?

Omer Dilsoz: Jiyan lêgerîneke berdewam e. Bi demê re mirov dikemile; berdewamî û dûvçûn mirovî zexmtir dike. Helbet her serdema temenî jî pêdivî û xwezî ji hev cihê dibin. Kitêbên ku tu di hejdesaliya xwe de dixwînî û yên tu di çilsaliya xwe de dixwînî ji hev cuda dibin. Zewq û xweşiya dîmaxê te bo xwendinê diguhere. Lewra di vê rêwîtiya xwe de gelek nivîskaran arî min kir. Yanî ez bûm mêvanê cihana wan. Ev hin jê xweyanî hin jê deranî/biyanî bûn. Hinek qelem gelek mezin in, tu çend care dixwînî dîsa her carê bergeheke nûtir li ber te vedidin. Klasîkên cîhanê di vê biwarê de nimûneyên şahane ne. Gelek qelemşorên baş li texma me jî hene, li derûcîranan jî hene. Sîya wan dikeve ser pênûsa te jî helbet. Ez dibêjim qey nav hewce nakin, lê ez jidil spasiya hemûyan dikim ku wan nivîsîn li ber dilê min şîrîntir kir û bi rê û rêbazên xwe hişt ku ez xwe bidim ser şiverêyên xwemal.

Qet çi pê nevêt ku ligel xwendinên deranî û xweyanî, herweha kevnetora me ya xwemalî jî, çîrok û dastanên dayê û rehmetiyê bapîrê min, stran û lawjeyên devera zaroktiya min, ligel vana serpêhatiyên cografyaya me û qir û qala berdewam a canbêzar, ji bo dilekî zîz, ji bo mejiyekî mereqxwer gelek malzemeyên bikêr in û te gav bi gav ava dikin.

Carina pêşûyên ber bêjinga pencereyê jî ji min re divizvizînin û ji bo nivîsînê dibin alîkar.

Rûdaw: Kek Omer, te li cihekî din diyar kiribû ku felsefe ji bo edebiyatê wekî xwêyê ye. Tu dikarî bi kurtî li ser têkiliya di navbera edebiyat û felsefeyê de bisekinî? Çima bikaranîna felsefeyê di wêjeyê de ewqas girîng e? Gelo felsefe romanê giran nake, ma her xwêner ji felsefeyê fêm dike?

Omer Dilsoz: Ez wisa bawer dikim, eger felsefe lêgerîna maneyê be, heyat bi felsefeyê biwatetir e. Lê eger felsefe serêşandineke canbêzar be, nexwe gelek caran canbêzarî jî ji bo afirandina insên dibe kartêkeriyeke din. Edebiyat ji her tiştî, ji hemû hal û merc, hevraz û nişîvên jiyanê sûdê werdigire û hemû jiyanê li xwe digire. Jê dixwe. Ji her tiştî. Lewra jî ez wek xwînerek ji romanên giran û felsefîk hez dikim, yên ku canbêzarî û bêhizûriyê bixe hişê min ê xewar, pêlan li hestên min ên ker û sar bide û wan biarîne, rake ser xwe. Divê peyv carina karibe bibe qemçî û canê te biarîne, hişê te ji xewê rake. Ez li vî milê wêjeyê me. Ne ji edebiyata nivandinê lê ji ya livandinê hez dikim. Lewra bi vê maneyê felsefe dikare ji bo wêjeyê bibe xwê, nexwe wêje bi wateya xwe ya berfireh çandina peyvê ye û jixwe di çandina peyvê bi xwe de ramanek, paşxaneyek felsefî, îdeolojî, heta teolojîk heye. Em neşên xwe ji qudreta peyvê bidin paş. Peyv, xudanê xwe jî diafirîne û di rastiyê de edebiyat nivîskarê xwe çêdike –xwendevan li vir tenê şahidên wê mewlûda mezin in ku mîna çirûskvedana nova-stêrkekê ji xweliya xwe tête pê.

Hasilê em pûşê kaya berhemên xwe ne.

Rûdaw: Hinek pisporên wêjeyê dibêjin ku her teksteke ku êşek an xemek li pişt nebe, ne cihê baweriyê ye, te jî carekê gotibû ku "nivîskarî ji bo min berî her tiştî xemek e". Tu hîna jî wisa difikirî? Ev xem xwe çawa di nivîsên te de dide der û di pêvajoya afirandinê de çawa bandorê li ser te dike?

Omer Dilsoz: Ez hê jî dibêjim “nivîskarî ji bo min berî her tiştî xemek e” ez hê jî paleyê wê xema nivîsînê me û êşa wê hildigirim. Ligel vê, ez hê jî nizanim ew xem çi ye û belkî ez naxwazim bizanibim jî. Çimkî ez naxwazim perdeya ser nepenîtiya wê hilînim. Ew kaniya min e. Ez jê vedixwim. Peyv û dengên min ji wir dizên. Belkî jî xema me ya herî giran jî her mirovbûna me be. Barê mirovbûnê barekî zehf giran e. Çimkî niha li ser rûqalê erdê îstîlaya dupêyên teşemirov heye û vana ruhê demê, ruhê pak ê mirovahiyê şêlandiye û mirovayî bererû tarîsaneke bêbinî ye. Xema giran belkî jî ‘zanîn’ bi xwe be. Hindî tu bêhtir bîr lê dibî û çexreyên zêhna xwe vedikî jana hundirê te sojektir dibe û agir gurtir dibe di naxê te de. Xema ser xemê ew e ku îro, her diçe jîngeha me ya danûstandinê mezintir û berfirehtir, insaniyeta me jî qelstir û biçûktir dibe.

Rûdaw: Tu berhemên xwe bi kîjan armancê dinivîsî? Tu dixwazî bi nivîsên xwe bandorekê li ser civakê bikî, guhertinan derxî holê yan bi tenê dixwazî dilê xwe vekî û bîr û ramanên xwe parve bikî? Armanca te ya herî mezin di nivîskariyê de çi ye?

Omer Dilsoz: Ez hew dinivîsim. Min ji xwe re tu armanc daneynane. Tenê dixwazim baş binivîsim.

Rûdaw: Wekî me berê jî got zimanê berhemên te taybet û xwemalî ye. Berê jî te qala girîngiya dengbêjan û çîrokên bav û bapîran di çêbûna zimanê berhemên xwe de kiribû. Tu çawa hewl didî zimanê zindî yê dengbêjan û dewlemendiya çîrokên gelêrî di nivîsên xwe de biparêzî?

Omer Dilsoz: Ez aydê vê civakê me. Bi zimanê wî dinivîsim. Bîra vê civakê bi her reng û rengvedana xwe ve ji bo min, ji bo qada nivîsandina min bêderek e. Ez gêra xwe li vê bêderê dikim. Helbet hişê hevpar ê cîhangirî, tecrûbe û ezmûnên xelkê bo min neynik in, ez tê de li xwe dinêrim lê çêrgeha min, mêrga ber malê ye. Ez li pesarên kurmanciyê diçêrim. Ji bo min dengvedan, rengvedan û tîhnvedanên navmala me, navmala civaka me, berahîk in. Ez bi xusûsî bala xwe nabim ser dengbêjiyê, çîrokbêjî ji bo min bazeberek e ku ez tê de gav din aliyê din; ez di dengbêjî û çîrokbêjiyê de li dû hûrgiliyên li nav risteyan veşarîne û nepenîne, dikevim. Helbet formên çîrokbêjiyê, dewlemendiya belaxeta wê, bo sûdwergirtinê baş in, lê dîsîplîna zimanê nivîskî asteke din e û ez bara bêhtir dêhna xwe didim aqliyet û paşxaneya wan, ji ya tê gotin zêdetir li dû ya nayê gotin dikevim. Aya, mebesta li pişt van gotinan… Ez li dû valahiya wan im. Min got, ez melevanê valahiyê me, li sîtavk û sipêleyan digerim.

Rûdaw: Li Bakurê Kurdistanê, nivîskarên Kurd di warê azadiya derbirînê de rastî kîjan zehmetiyan tên? Tu di nivîsên xwe de xwe sansur dikî yan bi azadî bîr û baweriyên xwe derdibêjî? Tu dikarî dabaşa tecrûbeyên xwe yên di vî warî de bikî?

Omer Dilsoz: Ev pirs bara bêhtir mijareke sazûmanî ye. Li bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî neliberçav û bi ya min hêjî amajepêkirinê ye, ew e ku nivîsîna kurdî di asta derbirîn û pûkepêdana resmî de hem heye hem tune ye. Kêşeya herî mezin ew e ku kurdî wek kurdî di qeydên fermî de tune ye û ji bo nebe resmî, nakeve ber dosyeyên doz û dadgehan. Eynî kitêbê tu wergerîne zimanekî din ji ber naveroka xwe belkî doz lê were vekirin lê ya kurdî, ji bo nekeve qeyda dadgehan û paxava resmî pê nebe, nabe mijara dadgehan. Ez dibêjim, bila me ji bo zimanê me mehkeme bikin lê bila ji nedîtî ve neyên.

Rûdaw: Belkî haya gelek kesan zêde jê nebe ku tu helbestan jî dinivîsî, tu hîn helbestan dinivîsî yan te dev jê berdaye û berê xwe daye nivîsandina roman û gotaran û çima?

Omer Dilsoz: Carina bayê helbestan xwe li min jî dide. Ez helbestên xwe zêde nadim pêş. Lê qasî romanan ji wan jî hez dikim. Min dest jê bernedaye û ez nafikirim dest jê berdim. Çima wan sêwî bihêlim!

Rûdaw: Helbesta te ya 'Lûleper'ê hestên koçberî û dûrbûna ji welêt bi bîr tîne. Tu dikarî hinekî din li ser bandora van hestan li ser wêjeya xwe bisekinî? Gelo tu difikirî ku helbest dikare bibe amûrek ji bo vegotina êşên kolektîf û ji bo parastina bîranînê?

Omer Dilsoz: Helbesteke baş helbet dikare bibe gelek tişt. Bibe stran, bibe şano, bibe sînema heta bibe roman. Çima nebe! A giring, deqên me çi helbest çi teşnek din ka çiqasî ji vegotina rojane xwe kişandiye tayê vegotineke edebî ya kûr û xwedan paşxaneyeke ramanî ya qewî. Bi ya min, pirs ev e ka em vehênanê û vejenînê di peyva xwe de dikin an na. Divê ji lîrîzma rijî ber bi kûrahiya felsefî ve biçin. Pêdiviya me bi hizirîn û hizirtêkirineke kûr heye. Dema slogan û hamasetê nema, dem dema hindê ye ku êdî em ne tenê bibêjin, em berê bipêjin paşê bibêjin. Hizirpatin, berhemdarêtin.

Rûdaw: Herweha tu wergêr î jî. Lê bala min kişand, di jînenîgariya ku te ji min re şandibû de, berhemên te yên wergerê nebûn, çima? Tu dikarî qala wergerên xwe bikî? Di hilbijartina berhemên wergerê de çi bandor dike? Tu çawa berheman werdigerînî û di wergerê de çi armanc dikî?

Omer Dilsoz: Omer Dilsoz: Wek karê xwe yê resmî ez wergeriyê dikim. Carina wek projeyên wergeranê ez beşdariyê tê de dikim. Çend wergerên bo projeyekê:

  • Diyariya Sersalê
  • Etlesa Erdên Mijdar
  • Fira Şeva
  • Pîlotê Şer
  • Keybanûya Firinde
  • Sihêrbendê Ozz
  • Pîrê û Tûtî
  • Qaştanka/Soro
  • Masîreşa Biçûk
  • Mîrzayê Biçûk

Rûdaw: Te li cihekî gotibû ku "Romana Kurdî, niha ber bi avabûnê ye. Wek tê zanîn rîsk û bargiraniyên avabûnê gelek in. Astengî hene, problema mezin ew e ku Kurdî hê jî nebûye zimanê perwerdeyê." Tu dikarî hinekî din li ser astengiyên li pêşiya pêşketina romana Kurdî rawestî? Tu çawa dinirxînî ku nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî bandorê li ser kalîteya wêjeyê dike?

Omer Dilsoz: Bi ya min, di vê pirsa te de bersiv jî heye. Ku bûbûya zimanê perwerdeyê niha me dê behsa hinek tiştên din bikaraya.

Rûdaw: Di berhemên te de, wêrekî tê dîtin, xasma di hilbijartina mijarên hestyar û nazik ên civakê de. Ev zehmetiyan ji te re dernaxe û ev wêrekiya te ji ku tê?

Omer Dilsoz: Nivîsîn ji aliyekî ve jî rîsk e. Divê tu wêra bî û binbariya peyva xwe hildî. Tu her çend destpêkê ji xwe re binivîsî jî piştî te nivîsand, ew êdî ya wî zimanî ye. Te dî nêrînek heye, dibêjin mijarên germegerm çêtir e piştî ku sar bûn bên nivîsandin. Ez di vê meseleyê de wisa difikirim, divê mirov li dû dengê wijdan û hişê xwe biçe. Eger çîrokek li nik te hasil bibe divê tu wê derengî nexî, binivîsî. Ez ji rîska vê hez dikim, kî sil kî aş! Nivîsîn germegerm, weşandin nermenerm… Ya rastî ez rasterast mijaran wek heyî hilnadim, ez di aşê hişê xwe de dihêrim û ji nû ve saz dikim, lewra mijar çi sar be çi jî germ zêde ferq nake çimkî li ser tevna min a nivîsê dibe xwedan honakeke din a xwemal. Ez zemanî û qat û mişarên wê nêzî hev dikim û raborî-îro-siberojê di lehzeyekê de li hev siwar dikim. Terza min ev e. Zeman, di vê gavkê de ye esas, borîroj û bihêteroj ev gavk e.

Belkî ne tenê rîskhildan be ev, aliyek wê çavtarîkirin be jî.  Ez çavê xwe li peyvê tarî dikim û diajom kujetarîyên wê yên veşartî.

Rûdaw: Min berî çend rojan hevpeyvînek bi çîroknivîsê Kurd Evdirehman Elçek re saz kir. Ew dibêje li Başûrê Kurdistanê roman û li Bakurê Kurdistanê jî çîrok bi pêş ketiye. Tu çi li ser vê yekê dibêjî? Her wiha rewşa wêjeya Kurdî li Bakurê Kurdistanê îro roj çawa ye? Kîjan kêmasî û zehmetî hene? Te şano jî nivîsandine lê çîrokên te bi xwe hene gelo?

Omer Dilsoz: Helbet derfetên Başûrê Kurdistanê bêhtir in di vî warî de. Niha kurdî li Bakurê Kurdistanê di nav komek nivîskar ku heman wext xwendevanên xwe jî her ew in de asê maye. Nagihêje nav texmên civakê, li xwendingehan belav nabe. Di cihekî berteng de em ji hev du re dibêjin û ji hev du re vedigêrin. Yanî em xwebixweyî ne û çengek mirovên dilpak in. Ew jî mixabin bir bir bûne. Herweha min çend ceribandin di bîwerê şano û çîrokê de jî hene lê belav nebûne. Te dî carina mirov ne ji bo çapê lê ji ber kêfa mirov pê tê, mirov hin ceribandinan ji xwe re dike, ya min jî hinekî ew e. Vê gavê nafikirim ji parzinga wan derxim.

Rûdaw: Hevalekî digot: "Ez serkeftina xwe hîs nakim heta hevalê xwe neşkînim!" eger em vê gotinê bibin nav qada wêje û nivîskariya Kurdî, gelo hûn di derbarê nivîskariya Kurdî de çi difikirin? Ma hûn difikirin ku di nava nivîskarên Kurd de reqabet heye yan ew piştgiriya hev dikin? Hûn dikarin qala têkiliyên xwe yên bi nivîskarên din re bikin? Wekî mîna tu ji berhemên kîjan nivîskarê Kurd hez dikî û dixwînî?

Omer Dilsoz: Ez serkeftinê an jî şikestinê bi şikandin an jî şabaşkirina kesanên din de nabînim. Di vî warî de ez li hundirê xwe dinêrim, çiqasî li xwe baş im û çi qasî bi xwe re aş im? Pirsa min, bi min re ev e. Xwezî di nav nivîskarên kurd de tenê hevrikî û reqabet hebûya, ew tiştekî xirab nîn e. Lê ya me, em hev du nabînin. Çavên me ji hev du re kor in mixabin. Em dengê hev nabihîzin û dilê me qet û qet li hev du xweş nîn e. Ev ‘zikreşî’ tovekî bed û xirab e û xwezî me kariba ji nav xwe derxista. Ez nizanim, ez di vî warî de li ku derê me. Lê heta ji destê min tê, ez hewl didim di hemû bername, rojên îmzeyan, xwendin û şevbihêrkên nivîskaran de –bêyî ferqê bixim navbera weşanxane û bîr û boçûnên wî an jî wê yên hizbî û hwd- ez amade dibim. Ez diçim guhdariya wan dikim, berhemên wan dikirrim, dixwînim heta gelek caran fikrên xwe bi wan re parve dikim. Lê ew?

Pir kêm caran di ber deriyê me re derbas dibin û qet dengê me naçe wan.

Ez ji berhemên gelek nivîskarên kurd hez dikim. Wan bi dilekî xweş dixwînim. Helbet nabêjim hema bila bi kurdî be, bes e. Na. Ez jî çav didim kalîte û naverokê jî. Ew jî bila li nik min be. Bêhna edebiyata baş li ku be ez seh dikim. Carina ji hevoka ewil tu êdî dizanî ka bejn û bala wê berhema çi dar spîndar e?

Rûdaw: Hûn ji bo siberoja wêjeya Kurdî çi hêvî dikin? Hûn dixwazin wêje bigihîje kîjan astê? Di siberojê de wêjeya Kurdî dikare roleke çawa di civakê de bilîze?

Omer Dilsoz: Wêjeyeke serkeftî û baş dibe ku roleke xwe ya bikêr ji bo civakê hebe. Heke xwendin di nav me de zêdetir bibe û pûte bi qelema kurdî bêt dayîn, ez bawer dikim, gelek berhemên kurdî dê ruhê birîndar ê takeyên civaka me baş bike. Bi baweriya min, aliyekî şîfabexş ê edebiyatê heye. Mirovan haş dike û tîne ser hemdê xwe. Fikir firehtir dibin û mirovî ji ben û hevsarê bêjara berteng a îde û xav hamaset difilitîne û mirovî dike xwedan nêrîneke çêker, mirov aram dibe pê. Bi ya min, vêga ji her tiştî bêhtir me hewceyî bi aramiyê heye. Ruhekî aram, mejiyekî zelal û kesayetek rûniştî…

Rûdaw: Tu ji berhemên xwe hez dikî? Herî zêde ji kîjan berhema xwe hez dikî û çima? Hûn dikarin qala têkiliya xwe ya bi berhemên xwe re bikin?

Omer Dilsoz: Ez ji berhemên xwe hez dikim. Li ber dilê min, cihê romana Gûzereşê wek nexêriya dayikekê ye. Ji ber ku romana min a ewil e. Lê ez li hemberî berhemên xwe hinekî mehcûb im ku ez zêde dema xwe û bala xwe nadim nasandina wan û hinekî li para mane. Hêvî dikim, ew min bibexşin!

Rûdaw: Hûn niha çi dinivîsin? Gelo romaneke nû, helbest an jî berhemeke din di destê we de heye? em li benda çi bin ji pênûsa Omer?

Omer Dilsoz: Ez niha romaneke nû dinivîsim. Romaneke tematîk e û li ser têgiha “jame vû” radiweste. Ka mirov çawa gav bi gav li warê xwe dibe havî û biyanî?! Têkiliya war û mirov û tiştên din.

Rûdaw: Di dawiyê de, hûn dikarin ji xwendevanên xwe re peyamekê bişînin? Hûn dixwazin çi ji wan re bibêjin? Hûn çawa dixwazin ku xwendevan berhemên te bixwînin û fêm bikin?

Omer Dilsoz: Ez dibêjim, dilê xwe ji hev re vekin. Cihê xweşiyê di jiyana xwe de zêde bikin. Heke di nav gelşeya jiyanê de we piçekî dem û keys dît, çavekî bidin van niviştên min jî. Belkî ji bo taya dilê we û bayê ruhê we, çilkek be jî bibe şîfa û derman.

Rûdaw: Zor spas Kek Omer.

Omer Dilsoz: Spas xweş.

Omer Dilsoz kî ye?

Omer Dilsoz, sala 1978an li Gûzereşê hate dinyayê. Gûzereş gundekî girêdayî navçeya Çelê ya bi ser Colemêrgê ve ye.  Dilsoz, li Gûzereşê dest bi xwendinê kir, li Culemêrgê xwendina xwe domand û li zanîngeha Dîcleyê beşa çapemeniyê qedand.

Omer Dilsoz, hejmarek roman nivîsîn, her wiha cure cure werger kirin û celebên cihê cihê yên nivîsê ceribandin. Bi şêwaza xwe ya taybet û xwemal tê nasîn.

Berhemên wî ji weşanxaneyên cur bi cur:

Hêviyên Birîndar Çapa 1. 2003. Aram. Stenbol. Roman

Bêhna Axê Çapa 1. 2005 Berçem. Stenbol. Roman

Bila Gotineke Min û Te Hebe Çapa 1. 2007 Berçem. Stenbol. Helbest

Neynika Dilî Çapa 1. Aram. 2009. Stenbol. Roman

Berbiska Zer Çapa 1. Avesta. 2011.Stenbol. Roman

Hevrazên Çiyan Çapa 1. J&J 2013 Amed. Roman

Ez û Min Çapa 1. J&J 2015 Amed. Roman

Kundê Dadger Çapa 1. Hîva 20016 Amed. Fabl

Gêjevang Çapa 1. Lîs 2018. Amed. Roman

4kotra 4çela Çapa 1. Lîs 2020. Amed. Roman

 

Berhemên wî ji weşanxaneya Peywendê:

Çapa Nû:

Gûzereş/Derza l’Parsûyê Çapa Nû 2022. Peywend. Wan. Roman

Bêhna Axê Çapa Nû 2022 Peywend. Wan. Roman

Neynika Dilî Çapa Nû 2022 Peywend. Wan. Roman

Berbiska Zer Çapa Nû 2022 Peywend. Wan. Roman

Hevrazên Çiyan Çapa Nû 2022 Peywend. Wan. Roman

Ez û Min Çapa Nû 2022 Peywend. Wan. Roman

Kanûnkuj Çapa 1. Peywend. Wan. Bîranîn

Işık Çapa 1. Peywend. Wan. Novel

Morîbeşkê Êntel Çapa 1. Peywend. Wan. Şano

Şair Dibê Çapa 1. 2022 Peywend. Wan. Helbest

Siwar û Peyar Çapa 1. 2022. Peywend. Wan. Roman

Li Dû Bihûşta Berze Çapa 1. 2022 Peywend. Wan. Roman

Serpêhatiyên Mîro û Simore Çapa 1. 2022 Peywend. Wan. Roman

Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan a Sar Çapa 1. 2022. Peywend. Wan. Roman

Şæmîran Çapa 1. 2024 Peywend. Wan. Roman