TAYBET - Ed Kashi: Kurd pir efûker in

Wênegir, fîlmsaz û rojnameger Ed Kashi got, “Kurd li vê herêmê gelekî pir efûker in û ji gelek aliyan ve karkirina li gel wan hêsan e, bi taybetî dema ku kamera bi we re be.”

Ed Kashi diyar kirk u ew çûye hemû parçeyên Kurdistanê û wiha behsa Kurdistanê kir:

“Li Tirkiyeyê, di nava têkoşîna tevgera cudaxwaz a PKKyê de bû, ji ber vê yekê rewş gelekî leşkerî bû lê jiyan heta radeyekê asayî bû.

Li Îraqê rewş piştî bobelata Enfalê bû; min ti carî tiştekî bi wî rengî nedîtibû. Hemû gund, bajar, bajarok û civak hatibûn wêrankirin. Lewra, Îraqê aliyekî pir taybet û awarte yê Kurdistanê nîşan dida. Li Sûriye û Îranê jî rewş gelekî serkutker bû. Jiyan asayî dimeşiya lê gelekî dijwar bû.”

Wênegir, fîlmsaz û rojnameger Ed Kashi pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Rêzdar Ed Kashi, tu bi xêr hatî bernameya me.

Ed Kashi: Spas.

Rûdaw: Em bi dîtina we pir kêfxweş in. Em dixwazin li gorî ezmûna we dest pê bikin. Hûn bi riya lênsa kameraya xwe civak û xwezaya Kurdistanê çawa dibînin?

Ed Kashi: Belê, ji ber ku min gelekî li Rojhilata Navîn û cîhana Erebî û Îslamî kar kiriye, ji bo min derketiye holê ku gelê Kurd li vê herêmê gelekî pir efûker in û ji gelek aliyan ve karkirina li gel wan hêsan e, bi taybetî dema ku kamera bi we re be. Ew we gelekî bi germî pêşwazî dikin. Her wiha ez hest dikim ku ew dixwazin çîroka wan bê vegotin. Hesteke wisa heye ku cîhan ji gelê Kurd ne haydar e, xasma ji dîrok û serpêhatiya Kurdan. Loma, wekî çîrokbêjekî, wênekêşekî û fîlmsazekî, ev derfeteke zêrîn e ji bo nasandina vê çanda bêhempa. Piraniya xelkê cudahiya di navbera Kurd û Ereban de nizanin, dibêjin qey hemû xelkê vir wekî hev in.

Rûdaw: Dê û bavê te li Bexdayê ji dayîk bûne?

Ed Kashi: Erê, dê û bavê min xelkê Bexdayê ne û wan sala 1940î koçî Amerîkayê kiriye.

Rûdaw: Ji ber wê yekê jî rûxsarê te ne Amerîkî ye û zêdetir dişibe xelkê Rojhilata Navîn, wisa ye?

Ed Kashi: Rast e.

Rûdaw: Kengî cara yekem tu hatî Kurdistanê kir û wêne girtin?

Ed Kashi: Ez cara yekem sala 1991ê ji bo projeyeke mezin a kovara "National Geographic"ê hatim vir. Bi rastî, min geşta heşt welatên cîhanê kir da ku ji nêz ve li ser têkoşîna Kurdan bikolim; ji revenda Kurd a li Brîtanya û Almanyayê bigire heta kampên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Libnanê di wê çaxê de.

Rûdaw: Ango tu hatî Başûrê Kurdistanê?

Ed Kashi: Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriye?

Rûdaw: Her çar parçe?

Ed Kashi: Erê, hemû beş.

Rûdaw: Di wê demê de te kî dît?

Ed Kashi: Li Tirkiyeyê, di nava têkoşîna tevgera cudaxwaz a PKKyê de bû, ji ber vê yekê rewş gelekî leşkerî bû lê jiyan heta radeyekê asayî bû. Li Îraqê rewş piştî bobelata Enfalê bû; min ti carî tiştekî bi wî rengî nedîtibû. Hemû gund, bajar, bajarok û civak hatibûn wêrankirin. Lewra, Îraqê aliyekî pir taybet û awarte yê Kurdistanê nîşan dida. Li Sûriye û Îranê jî rewş gelekî serkutker bû. Jiyan asayî dimeşiya lê gelekî dijwar bû.

Rûdaw: Ango tu di dema şer de hatî vir. Cudahiya di navbera niha û wê demê de çi ye?

Ed Kashi: Niha li Kurdistana Îraqê, ango Başûrê Kurdistanê, rewş baş e. Ez dizanim tu tişt bê kil û kêmasî nîne lê tiştê ku hatiye kirin balkêş e. Ji sala 1991ê ve, 34 sal di ber destê we de hebûn ji bo avakirin, geşbûn û bidestxistina azadiyê, nexasim li gorî serdema berê ya di bin desthilata Sedam de. Ji bo min, dîtina tiştên ku li vir li Kurdistana Îraqê diqewimin, tiştekî pir taybet û erênî ye.

Rûdaw: Di wê demê de, di sala 1991ê de, te serkirdeyên me dîtin? Bo nimûne, Kak Mesûd û Mam Celal?

Ed Kashi: Erê, ez li çiyayan bi Barzanî û Talebanî re bûm. Ew nû piştî Şerê Kendavê yê Yekem vegeriyabûn, piştî destpêkirina operasyona "Provide Comfort" (Dabînkirina Aramiyê) ku herêmeke aram ava kiribû. Tê bîra min, bi telefonên mezin ên satelaytê re mijûlî wê yekê bûn ku plansaziyê bikin ka dê çi bikin û çawa vê axê ji nû ve bi dest bixin û civaka xwe şên bikin.

Rûdaw: Wan wisa got?

Ed Kashi: Bibore?

Rûdaw: Wan got ku dixwazin civakê ji nû ve ava bikin?

Ed Kashi: Erê. Wan di wê qonaxê de hewl dida zanibin ka dê çi bikin. Bi dîtina min, tevlîheviyek bû ji hewldana sepandina desthilata xwe, avakirina saziyên siyasî û aborî, û fêmkirina wê yekê ku piştî ku Sedam heta radeyekê ji vê herêmê hatibû dûrxistin, ew ê çawa vê axê bi rê ve bibin.

Rûdaw: Baş e. Ez dixwazim behsa niha bikim. Gelek ciwanên Kurd hewl didin ku bi rêyên neyasayî û bi metirsî wekî koçber bigihîjin Brîtanya û Amerîkayê. Te li Kurdistanê xweza û civaka me dîtiye, dixwazim zanibim peyama te ji bo wan kesan çi ye ku, bo nimûne, dixwazin bi awayekî neyasayî bigihîjin Amerîkayê û rêyeke xofdar bidin ber xwe?

Ed Kashi: Ez nikarim li şûna wan kesên ku ew qasî bêhêvî ne û handerên wan ên xurt ji bo terikandina welatê xwe hene, biaxivim. Ez nizanim handerên wan çi ne; gelo ew tenê li dû jiyaneke baştir û pereyeke zêdetir digerin, an ji zilm û zordariya siyasî direvin? Bêyî naskirina takekesan, nikarim bersiveke zelal bidim. Lê eşkere ye ku Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hîn jî wekî çirayeke ronîdar ji bo gelek kesan li seranserê cîhanê têne dîtin.

Rûdaw: Baş e. Dixwazim zanibim ka wêne û fîlm çawa dikarin diyardeyên neyînî yên nav civakê biguherînin? Bo nimûne, te hejmareke zêde wêne li Kurdistanê kişandine û di kovarên cîhanî de weşandine. Vê yekê çawa alîkariya civaka Kurd kiriye yan çawa guherîn çêkiriye?

Ed Kashi: Ez bi vî rengî li medya û vegotina çîrokan bi riya wêne û fîlman dinêrim; wekî çîrokbêj, dibe ku carinan em karibin tiştan biguherînin, lê qet nebe armanca me ya sereke hişyarkirin e. Bo nimûne, gelek kes, nemaze li Amerîkayê, qet nizanin gelê Kurd kî ye. Ji çand û dîroka wan fêm nakin û nizanin hûn çiqas ji Ereb, Faris û neteweyên din cuda ne. Mebesta min ji vê cudakariyê ne aliyê wê yê neyînî ye, belkî zêdetir rêzgirtina çand û dîroka civakên cuda ye. Loma, ji bo min wekî çîrokbêjekî, nirxekî mezin heye ku ez karibim çîrokekê vebêjim ku mirovan fêr bike; di vê rewşê de, fêrî dîrok, doz û têkoşîna Kurdan bibin.

Rûdaw: Tu dikarî nimûneyekê ji karên xwe bînî ku bandoreke erênî li ser civakê hiştiye?

Ed Kashi: Ew karê ku min di sala 1991ê de kir û bû bergê kovara "National Geographic", wêneyek tê de bû ku min li Amedê (Diyarbekir) kişandibû. Wêneyê jineke ku bi endamtiya PKKê dihat tometbarkirin û li dadgeheke terorê bû. Li derdora wê leşkerên Tirk sekinîbûn û ew jî di qefesa tometbaran de bû. Ew wêne bû yek ji navdartirîn wêneyên min lê dema ku di kovarê de hate weşandin, desthilatdarên Tirkiyê dest danîn ser her hejmareke wê weşanê, ku heke ez şaş nebim hejmara Gulana 1992an bû. Piştre jî rê nedan medyayê ku têkeve holên wan dadgehên ku wan navê "dadgehên terorê" lê kiribû. Paşê, di sala 1994an de, min bi nivîskarê mezin ê Brîtanî Christopher Hitchens re pirtûkek weşand. Di nav 30 salên borî de min gelek Kurd li Ewropayê dîtine ku ji min re gotine wê pirtûkê ew fêrî dîroka wan kiriye.

Piştî 45 salan ji kar, yek ji bedewiyên vî karî ew e ku ez jê re dibêjim "demên bedew ên jiyanê"; dema ku tu hin mirovan dibînî û têdigihî ku karê te bandor li ser jiyana wan kiriye. Baweriya min a tam heye ku heke em karibin ramana kesekî tenê jî biguherînin, wê demê guherîn ji wir dest pê dike. Dibe ku ev wekî axaftineke dubarekirî be, lê di rastiyê de wiha ye. Heke tu karibî gencekî han bidî ku bibe dîroknas, an lêkolînerekî Kurd, an rojnamegerek da ku çîroka gelê xwe vebêje, ev tiştekî gelek bedew e. Herwiha min karên wisa kirine ku bûne sedema guherîna yasayan an bûne beşek ji guherînên sîstemî.

Rûdaw: Em hêvîdar in ku tu zêdetir kar ji bo civaka Kurdistanê bikî.

Ed Kashi: Ez jî wisa.

Rûdaw: Kameraya xwe hildî û wêneyên xwezaya me ya bedew û çîrokên me yên xweş bigirî.

Ed Kashi: Bê guman. Şeva borî ez beşdarî bernameyeke televizyonê bûm. Yek ji xwendekarên ciwan ên zanîngeha vir behsa dîroka biêş a Kurdan, wekî Enfalê û tiştên bi vî rengî, dikir. Li wir ji bo min eşkere bû ku pir girîng e mirov dest bi rabirdûya xwe bigire û wê ji bîr neke, lê di heman demê de gelekî girîng e ku ber bi pêş ve gavan bavêje. Niha gelek sedem hene ku gelê Kurd, bi taybetî li Îraqê, ber bi pêş ve biçe. Bê guman rewşa Îran û Sûriyeyê pir zehmet e û ji aliyê siyasî ve aloz e, Tirkiye jî bi heman awayî. Lê li Îraqê, bi rastî derfeteke we heye ku hûn ber bi pêş ve herin, nifşê nû fêrî dîroka xwe ya geş û mezin bikin û qala wan tiştên baş ên ku diqewimin bikin. Pêwîst e em rabirdûyê ji bîr nekin, lê divê em tê de jî nemînin.

Rûdaw: Spas Ed Kashi, wênegir rojnameger û fîlmsaz.

Ed Kashi: Spas ji bo te.