Şêwirmendekî ewlehiyê yê Ukraynayê diyar kir ku yek ji wan rêyên ku sê sal in ew ji bo têkbirina dronên nizim difirin bi kar tînin, çekên giran ên gerok ên wekî Doçka û BKC ne.
Yuriy Sak tekez kir ku Herêma Kurdistanê jî dikare ji vê ezmûnê sûdê werbigire.
Şêwirmendê berê yê Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Yuriy Sak, ji Rûdawê re diyar kir ku ezmûna sê salan a rûbirûbûna dronên Rûsyayê ku piraniya wan cureyê Şahîd ên Îranî ne zanyariyeke dewlemend daye Kiêvê.
Sak got Ukrayna amade ye alîkariya wan hevalbendan bike ku rûbirûyî gefên bi vî rengî dibin.
Ji dawiya Sibata 2026an ve, ji ber êrişên Îran û komên çekdar ên Îraqî, zêdetirî 450 dron û mûşek arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.Di encama van êrişan de herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest daye û nêzîkî 85 kes jî birîndar bûne.
Yuriy Sak her wiha diyar kir ku Ukrayna sê sal in rûbirûyî dronên cureyê "Şahîd" dibe û wan teknolojiyên nû ji bo têkbirina wan peyda kirine. Wî her wiha şîretên giring li welatiyên Herêma Kurdistanê kir da ku xwe ji êrişan biparêzin.
Rûdaw: Ukrayna di şerê li dijî dronên Îranî de çi fêr bûye ku dikare bi welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê re parve bike?
Yuriy Sak: Êvara we bi xêr be. Spas ji bo vê derfetê. Bê guman destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn ji bo Ukraynayê astengiyeke mezin e. Çimkî em dizanin ku hevparên me, di nav wan de Amerîka jî heye, neçar dibin beşek ji çavkaniyên xwe (mîna mûşekên parastina asmanî) bişînin herêma Kendavê lê di heman demê de, em vê yekê wekî derfetekê dibînin da ku Ukrayna û Welatên Kendavê hevkariya xwe ya di sektora parastinê de kûr bikin. Niha Serok Zelenskyy di tûra Kendavê de ye. Li her welatê Kendavê nêzîkî 50 pisporên leşkerî yên Ukraynayî hene ku ji bo parastina binesaziya enerjiyê alîkariya wan welatan dikin. Em di vî şerî de hîn bûn ku divê em vê rewşê ji bo baştirkirina şiyana parastinê bi kar bînin.
Rûdaw: Ukrayna çawa dikare teknolojiya xwe ya dij-dron bide welatên wekî Siûdiye û Îmaratê?
Yuriy Sak: Divê em fêm bikin ku gava em behsa veguhastina pisporiyê dikin, mebesta me ya sereke têkbirina dronên Şahîd e. Ji destpêka îsal ve, Rûsyayê zêdetirî 3,000 dronên wilo avêtine Ukraynayê. Em her şev rûbirûyî van êrişan dibin. Endezyarên me di nava du salên borî de bi giranî li ser çareseriyan xebitîn. Em baş dizanin ku ji aliyê aborî ve ne rast e ku mirov droneke Şahîd a erzan bi mûşekeke Patriot a pir biha bixe. Her wiha bi balafirên F-35 yan F-16an jî nêçîra van dronan nabe çimkî mûşekên wan pir biha ne. Çareseriyên me cuda ne; pergalên me yên têkbirinê pêşketî ne lê hilberîna wan erzan e. Pisporên me dizanin ka divê van pergalên parastinê li kû derê werin bicihkirin.
Rûdaw: Ji bo Ukraynayê têkbirina dronên Rûsyayê zehmettir e yan yên Îranê?
Yuriy Sak: Rûsyayê berî du sal û nîvan dest bi bikaranîna wan dronan kir ku rasterast ji Îranê werdigirtin. Lê niha wan li nav Rûsyayê hinek şirket û xetên hilberînê ava kirine û bixwe dronên "Şahîd" çêdikin. Tiştê metirsîdar ew e ku bi lez wan pêş dixin. Mînak, me dît ku niha hinek dronên "Şahîd" mayiên bejayî hildigirin û davêjin ser bajarên Ukraynayê. Her wiha motorên bilez li ser wan danîne ku tîmên me yên gerok zehmetiyê di xistina wan de dikşînin. Ev pêşbaziyeke teknîkî ye. Em amade ne vê ezmûnê bi hevparên xwe re parve bikin çimkî aramiya herêmê di berjewendiya me de ye.
Rûdaw: Ferqa di navbera van dronan û dronên bi kablo ango fayber optîk de çi ye?
Yuriy Sak: Dronên fayber optîk ne ji bo dûrahiyên mezin in. Ew tenê heta 50 kîlometreyan diçin. Di binê wan de kabloyeke pir zirav heye. Vê yekê wiha kiriye ku ev dron ji şerê elektronîk û xapandina şepolan parastî bin. Lewma rûbirûbûna wan zehmet e û kujende ne. Em li ser xeta pêşî ya şer ji bo herêmeke 10-15 kîlometreyî van dronan bi kar tînin.
Rûdaw: Çi teknîk ji bo xistina dronên fayber optîk baş e ku li Herêma Kurdistanê jî tên bikaranîn?
Yuriy Sak: Ev pirseke zehmet e. Li Ukraynayê hinek rêyên giring bi torên parastinê tên girtin. Wekî tûnelekê li ser şeqaman tê çêkirin da ku wesayîtan ji dronan biparêze. Her wiha binesaziyên giring jî bi van toran tên girtin. Taktîka din tîmên gerok in. Wesayîtên Jeep 4x4 ên ku çekên giran (Doçka yan BKC) li ser wan hene, bi taybetî di nava rojê de gelekî bibandor in. Niha li Ukraynayê zêdetirî 900 şirket di sektora parastinê de dixebitin û 600 jê li ser teknolojiya dron û dij-dron in. Em niha li ser çekên lazer û hişê çêkirî jî dixebitin da ku armancan bi hêsanî destnîşan bikin.
Rûdaw: Şîreta we ji bo Kurdistanê çi ye? Çimkî li hinek herêman pergala parastina asmanî lawaz e.
Yuriy Sak: Şîreta min a yekem ev e, xemsar nebin. Eger we dengê zengê hişyariyê bihîst, herin penagehan. Me gelek caran dît ku dema dronek tê xistin jî, parçeyên wê dema dikevin xwarê mirovan dikujin yan birîndar dikin. Parçeyên ku diteqin bi lezeke pir mezin dikevin. Li nêzîkî penceran nesekinin û ji bo temaşekirina dronan dernekevin derve. Eger penageh dûr be, li navbera du dîwaran bisekinin ku pencerên wan tune bin. Ev yasaya du dîwaran niha li Ukraynayê her zarokek pê dizane. Ev şansê we yê silametiyê zêde dike.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo agahiyên we.
Yuriy Sak: Spas ji bo we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse