Ebdulselam Heykel: Em dixwazin ji şirketên Herêma Kurdistanê sûdê wergirin

4 demjimêr berê
Solîn Mihemed Emîn
Nîşan Ebdulselam Heykel Sûriye Hisîça Ragihandin
A+ A-

Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyê yê Sûriyeyê Ebdulselam Heykal ragihand ku ji bo vegerandina xizmetguzariyên ragihandin û posteyê yên ku li Hisîça, Reqa û Dêra Zorê asteng bûne wan dest bi hewldaneke berfireh kiriye.

Ebdulselam Heykel anî zimên ku ezmûneke baş a weberhênerên Herêma Kurdistanê heye û ew dixwazin ji şirketên Herêma Kurdistanê Kurdistanê sûdê wergirin.

Wezîrê Ragihandin û Teknolojiyê yê Sûriyeyê Ebdulselam Heykel di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî.

Mijareke din a girîng a hevpeyvînê jî pirsgirêka xetên telefon û înternetê ya li parêzgeha Hisîçayê bû ku bi salan e xelk ji ber wê zehmetiyê dikişîne.

Wezîrê Sûriyeyî li ser vê pirsgirêkê eşkere kir ku Hisîça jî wekî hemû deverên din di dil û çavên wan de ye.

Heykel destnîşan kir ku ew dê di demeke nêzîk de bi Parêzgarê Hesekê re serdana herêmê bikin û heta projeyên stratejîk temam dibin, ew dê li çareseriyên bilez bigerin.

Wezîrê Ragihandin û Teknlojiyê yê Sûriyeyê Ebdulselam Heykel pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin

Rûdaw: Birêz Wezîr, di van demên dawiyê de di navbera Serokê Sûriyeyê û Serokê Herêma Kurdistanê de hevdîtin û pêwendî çêbûn. Têkiliyeke xurt û berbiçav heye. Gelo ji bo paşerojê vexwendinek heye da ku şirketên ji Herêma Kurdistanê jî li Sûriyeyê bixebitin? Pirseke din jî li ser parêzgeha Hisîçayê ye. Bi salan e hêlên înternetê û yên Syriatelê lê nînin. Piştî van lihevkirinên dawiyê, gelo dê hêlên serekî yên Sûriyeyê bigihin parêzgeha Hisîçayê?

Ebdulselam Heykel: Pêşî divê ez bibêjim, ji xwe berê jî weberhênerên me yên ji herêmên Kurdistanê hebûn û hejmareke mezin ji wan serdana me kir. Ji ber ku ezmûneke wan a baş di warê ragihandin û teknolojiyê de heye.

Ew li cihên dûrtir jî weberhênanê dikin. Gava li herêmeke biçûk pîşesaziyek bi pêş bikeve, ew pîşesazî dest bi hinardekirinê dike û li deverên din jî cihê xwe digire. Şirketên ku pêwendiya wan bi navçeyê re heye hatin lê çalakiyên wan li deverên berfirehtir in. Yanî em ne tenê ji vê yekê re vekirî ne, ev yek ji xwe berê jî pêk hatiye.

Derbarê xeta ragihandinê ya li herêma rojhilat de, bê guman beşek ji pirsgirêkê ew bû ku ji ber rûdanên li wê derê, tora Sûriyeyê ji xizmetê derket. Em niha di qonaxa vegerandina xizmetguzariyên li Herêma Rojhilat de ne. Çi xizmetên posteyê yên bi ser Wezareta Ragihandinê ve bin, çi jî xizmetên din bin.

Di vî warî de divê em du tiştan misoger bikin: Ya yekem, parastina asta xizmetguzariyên heyî ye. Çimkî berdewamiya xizmetguzariyan ji bo xelkê pêwîstiyeke serekî ye. Wekî ku we jî anî zimên, îro xizmetên peywendîdar (telefon) nînin lê înternet heye. Divê em vê yekê biparêzin. Em nikarin wê qut bikin heta ku yekser alternatîveke din nekeve şûna wê.

Ne hêsan e ku em tora heyî rakin û yekser bedîlekê bînin şûna wê. Berdewamî ji bo xelkê pêwîst e. Divê xizmetguzarî berdewam bin. Di heman demê de, Herêma Rojhilat jî wekî hemû Sûriyeyê ji ber şert û mercên xwe yên taybet belkî piçekî zêdetir dinale. Ev herêm ji ber lawaziya binesaziyê û nebûna weberhênana di binesaziyê de, ev 15 sal in zehmetiyê dikişîne.

Rûdaw: Gelo ji bo çalakkirin û karkirina hêlên Sûriyeyê yên li parêzgeha Hisîçayê demeke diyarkirî heye?

Ebdulselam Heykel: Soz di vî warî de ne bikêr in. Em soz didin ku ev herêm jî wekî her herêmeke Sûriyeyê di dil û çavên me de ye. Bi rastî li herêma navîn astengiyeke mezin heye çimkî rastî wêraniyeke mezin hatiye. Li herêma başûr jî astengiyek heye û herêmên Dera, Siwêda û Quneytreyê jî heman rewş jiyaye. Li herêma rojhilat jî astengiyên me hene. Ev ew rewş e ku em di pirsa ragihandinê de rûbirûyî wê dibin.

Dê di demeke nêzîk de serdaneke me ji bo herêmê hebe. Berê jî şandeyeke mezin a sektora ragihandinê çûbû wê derê. Me hinek xizmetguzarî çalak kirin û posta herêmê vegerand. Tiştê ku em karibin yekser û bi lez bikin, em ê xulekekê jî paş nexin.

Rûdaw: Te behsa serdaneke nêzîk a ji bo herêmê kir...

Ebdulselam Heykel: Belê, dê di demeke nêzîk de serdaneke me hebe. Min bi Parêzgarê Hisîçayê re li hev kir. Di vekirina pêşangehê de bi me re bû û ez bi amadebûna wî gelekî kêfxweş bûm. Dê serdaneke me ya nêzîk ji bo parêzgeha Hisîçayê hebe da ku em rewşa wê derê ji nêz ve bibînin. Heta em projeyên stratejîk temam dikin, em ê li derfetên çareseriyên bilez binêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst