Chris Kutschera: Talabanî gewdeyî hatiye dawiyê, Apo jî siyasî
Hevpeyvîn: Selahattin Çelik
Koln (Rûdaw) - Nivîskarê frensî û rojnamevanê “Le Monde Diplomatique” Chris Kutschera ev 42 sal in ku li ser Kurdan dinivîse. Li ser Kurdan çar pirtûkên wî hene. Ya dawî ji serpêhatiyên wî yên bi siyasetmedarên dîrokî yên kurd re pêk te. Kutscherayê ku vê dawiyê bi xelata Mistefa Barzanî hat xelatkirin, di nav îro û borî de raman û bîranînên xwe bi me re parve kirin.
Rûdaw: Ka em ji Tirkiyeyê destpêbikin…
Chris Kutschera: Tişta min fêm nekirî, PKK çawa tiştek bidestnexistî Tirkiyeyê diterkîne? Kurd çawa vê rewşê daqurtînin? Ciwanên vedikişin çima li ber ranabin? Ya rastî aqilê Tirkan ne zêde ye, însanên ji rêzê ne. Ez qet fêm nakim. Wisa dixuye, heya ku Apo (Ocalan) li Îmraliyê be, wê Tirk her tiştî kontrol bikin.
Gava Mandela di girtîgehê de bû, pêşniyar biribûnê, da ku wî berdin. Lê bersiva wî ev bû: “Heya yek endamê partiya min di hundir de be, ez derketinê qebûl nakim”. Dibe ku ev ji Apo re bibe nimûne.
Herî dawî kengî çûyî Kurdistanê?
Gulana borî ez li wir bûm. Bi gotina kurt: Iraq qediyaye. Şerê Şiî û Sunniyan dawiya Iraqê tîne. Ew rewş wê serxwebûna Kurdistanê bînê.
Ji bo vê amadekariya Kurdan heye?
Amerika, Fransa û Îngilîstan, ango hêzên rojavayî û Ereb, Kurdistaneke serbixwe naxwazin. Lê eger dawiya Iraqê were, di destê wan de rêyeke din namîne û bivênevê wê rewşa nû qebûl bikin. Kurd ji bo vê amade ne.
Amadekariya Kurdan bawerî da te?
Erê. Nêçîrvan û Mesûd Barzanî keysa petrolê baş bikartînin. Li Kurdistanê hebûna şirketên petrolê weke Chevron, Exxon û Gaspron, ji li wir ragirtina 10 hezar leşkerên amerikî bêhtir rewşeke guncaw diafirîne.
Lê dubendiya navxweyî talûkeyeke berdewam e. Gava tenduristiya Talebanî baş bû, kulîçe bihevre parve dikirin. Lê vêga ji ber rewşa tenduristiya wî, bêistiqrarî heye.
Ev aloziya partiyên kurd dibe ku bigihije kîjan qonaxê?
Hêviya min ev e ku tiştekî xerab nebe. Dibe ku Tevgera Gorran jî bibe sedema hin serêşiyan.
Gorran hewqasî xwedî hêz e?
Li Silêmaniyê ji YNKê zexmtir e.
Te ji dostên kevin kî dîtin?
Erê, ez rastî kevnedostan hatim; Nêçîrvan, Mesûd Barzanî û gellekên din. Xelata Mistefa Barzanî dan min.
Evîna Kurdan kengî destpêkir?
1971 bû. Cara ewilî bû ku ez diçûm Iraqê. Min dixwest herim başûrê Iraqê. Lê Baasiyan berê me dan bakur, gotin pêşî Mistefa Barzanî bibînin. Erebeyek û ajokarê wê dan me. Bi Kurdan re têkiliyên min wisa destpêkir.
Min hingî Mistefa Barzanî li Haci Omeranê nas kir. Menzela wî gellekî sade bû. Tê de maseyekî hesinî hebû. Rûyek avetibûn ser. Piyekî maseyê ji yên din kurttir bû. Ji bo bikarbariyê tuxleyek xistibûn bin wî piyî.
Li wir li mevanxaneyê min Qasimlû nas kir. Hingî li wir dima. Em bûn dostên gellekî nêz. Heya ku diya min jî nas kir. Ev e destpeka evîna min ya Kurdan.
Tê ev bîranînên xwe bi Mesûd Barzanî re parve kirin?
Erê. (Bi nîşandana wêneyên serdemê, biêş diçê kurahiya bîranînan).
Têkiliyên bi Talebanî re?
Tevlihev. Min di pirtûka xwe de (Le Mouvement National Kurde / Tevgera Neteweyî ya Kurd), li ser “cehşan” jî nivîsandibû. Ew jê aciz bibû.
Haya te jî rewşa wî ya dawî heye?
Wêneyekî wî weşandin. Nikare biaxive. Bi gewdeyî hatiye dawiyê. Apo jî bi siyasî. Lê Kurd qebûl nakin.
Di gera te ya dawî de, tişta herî zêde bandor li te kirî çi ye?
Geşedana aborî di asta lûtkeyî de ye. Beriya çend salan bi milyonan dipiviyan, vêga qala milyaran dikin.
Tu çûyî derên ewilî?
Ez çûm Hacî Omeranê. Li aliyê çiyê ve zêde neguheriye. Em çûn qebra Mele Mistefa Barzanî. Wê li wir muzexaneyekê ava bikin.
Tişta xweşiya te neçûyî?
Îro Kurdistan dişibe welatên Kendavê yên salên 1970an. Weke wê serdemê, îro li Kurdistanê di devê her kesî de tenê gotina pere heye.
Mafên jinan?
Min rewşeke tirsê nedît. Jin jî dikevin jiyana rojanê.
Gellek çavdêr dibêjin ku serdem serdema Kurdan e...
Gava hûn hatin, min tiştek dinivîsî. Min digot ku Kurdistana Bakur beşa herî bi şênî û xwedî ezmûn û serpêhatî ye, divê rola xwe ya motorî û ajovaniyê bileyize, lê mixabin naleyize. Pirseke din, li Bakur eger dewlet xweseriyekê bide Kurdan, wê sînorê xweseriyê li kû derê destpêbike? Ev pirsgirêkeke mezin e.
PKK tiştên baş jî dike; konferansên neteweyî, daxwaza kongreya netewî...
Bi ya min, zû an dereng wê Kurd biteqin, ji ber ku Tirkiye ne amade ye ku tiştekî bide. PKK jî ne amade ye ku ben bixe destê xwe.
Kurdên Rojava...
Li Sûriyê herêmên Kurdan ne li ser hev in, belavbûyî ne. Ev pirsgirêkek e. Em [ew û hevjîna wî] du caran çûne qempa Domîzê. Li wir dora sed hezar kes hene. Hikûmeta Başûr alîkariya wan dike. Komîseriya Bilind ya Penaberan ya NY ji alîkariya hikûmetê dilxweş e, penaber dikarin ji qempê derkevin, derfeta xebatê heye. Lê di konan de dimînin. Di baranê de her der dibe herrî. Di sermayê de diqefilin, di germê de jî nikarin di konan de bimînin. Mesûd Barzanî hatina wan nedixwest, ji ber ku Kurdistana Rojava vala dibe. Gotin hebûn ku Kurdên ji Sûriyê perwerdeya leşkerî dibînin, lê em nebûn şahidê tiştekî wisa.
Li Sûriyê hejmara Kurdan li dora 2 milyonan e. Her roj partiyekê ava dikin. Kurd her tim di wê baweriyê de ne ku tiştekî bidin wan. Divê li bendê nesekinin, divê bistînin.
Ewropî çi difikirin?
Frensa tenê bi boneya bazirganiya tiryak û însanan li ser Kurdan disekine.
Kurdên Rojhilat?
Partiya Qasimlû bû du, Komela jî sê beş. PJAK û Îran li hev hatin.
Nêzîkbûna PKKê û YNKê bala te kişand?
YNK piştgiriya PKKê dike.
Kuştara Parîsê?
Di rojên dawî de ez çûm civîneke Partiya Komunîst ya Fransayê. Beşdarekî di gotara xwe de qala kuştinên siyasî li Frensayê kir û got ku ew kuştin ti caran nayên ronîkirin. Di bûyera Qasimlû de şerkirin hebû. Lê di vê de Sakîne li ser palkursiyekî rûniştiye, ti şer an jî hevgijgijandin tine ye.