Hesen Ehmed: Çekdarên hikûmetê gule li xwenîşanderan reşandin
Çalakvanekî mafên mirovan ê li Tertûsê ragihand ku xwepêşandanên roja yekşemê yên li hinek bajarên Sûriyeyê, bersivdanek bû ji bo banga Şêx Xezal Xezal û got, “Di vîdeoyan de bi awayekî eşkere xuya dike ku çekdarên girêdayî desthilata Sûriyeyê guleyan li xwenîşanderan direşînin.”
Çalakvanê Mafên Mirovan Hesen Ehmed bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê pirsên Warşîn Salihê bersivandin.
Hesen Ehmed got, “Heta niha li Laziqiyeyê kuştina du kesan hatiye piştrastkirin lê ji ber rewşa xerab me nekariye hemû nûçeyan piştrast bikin.”
Hesen Ehmed her wiha diyar kir “Nûçeyên lezgîn ji hemû bajaran tên, dem lazim e ku em piştrast bikin û hejmara qurbaniyan bi hûrgilî bizanin. Ziyanên madî yên mezin hene û desthilatê gelek êriş birine ser welatiyên sivîl.”
Wî çalakvanî ew îdia red kirin ku xelkê êrişî hêzên ewlehiyê kiriye û got, “Ew gotegotên li ser medyaya civakî hatine belavkirin ku qaşo xelkê êrişî hêzên ewlehiyê kiriye, ne rast in û vîdeoyên medyaya civakî bi xwe wan îdiayan derew derdixin.”
Rûdaw: Zanyariyên dawî çi ne û hejmara qurbaniyan çend e?
Hesen Ehmed: Êvara we û temaşevanên we bi xêr be. Îro Elewiyan bersiva banga Şêx Xezal Xezal da. Di destpêkê de ew ne hemfikrê Şêx Xezal bûn lê ev bersivdan encama wê zilm û zordariyê bû ku ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve li dijî Elewiyan tê kirin. Îro rewşa bajarên beravê ne baş bû, çawa ku 25ê Çiriya Paşîn a borî jî ne baş bû.
Wê demê jî Şêx Xezal bangî grevê kiribû lê îro rewş aloztir û bi xwîntir bû. Heta niha kuştina 2 kesan li Laziqiyeyê hatiye piştrastkirin û heta niha ji ber rewşa xerab me nekariye hemû nûçeyan piştrast bikin. Nûçeyên lezgîn ji hemû bajaran tên, dem lazim e em jê piştrast bin û bi hûrgilî hejmara qurbaniyan bizanin.
Ziyanên madî yên mezin hene û desthilatê gelek êriş birine ser sivîlan. Ew gotegotên li ser medyaya civakî hatine belavkirin ku qaşo xelkê êrişî hêzên ewlehiyê kiriye, ne rast in û vîdeoyên medyaya civakî bi xwe wan îdiayan derew derdixin.
Rûdaw: Tê gotin ku alîgirên rejîma berê ya Sûriyeyê gule berdane xwenîşanderan, ev rast e?
Hesen Ehmed: Bi rastî ev gotegot ji bo xapandin û reşkirina çavê xelkê ne. Vîdeoyên ku hatine belavkirin nîşan didin bê ka çekdarên biyanî ne an na. Eger hûn baş lê binêrin, hûn dikarin nasnameya wan çekdarên ku li gel hêzên ewlehiyê dimeşiyan nas bikin. Çekdarên ser bi hikûmetê ve gule barandin û ti gule ji aliyê Elewiyan ve nehatiye teqandin.
Rûdaw: Şêx Xezal Xezal behsa mafê çarenivîsê kir, mebesta wî cudabûn e yan xweserî?
Hesen Ehmed: Birêz Şêx daxwaza serxwebûn û cudabûna ji Sûriyeyê nake, daxwazên wî di çarçoveya federalîzmê de ne. Her wiha daxwaza derketina endamên leşkerî û ewlehiyê ji beravên Sûriyeyê dike, ew kesên ku komkujî li dijî xelkê wan deveran û li dijî Elewiyan kirine, ewên ku roj nîne binpêkariyan li dijî Elewiyan nekin. Şêx di ti daxuyaniyê de daxwaza cudabûnê nekiriye, daxwaza guhertina şêweyê desthilatê li Sûriyeyê dike. Daxwaz dike ku siyaset li Sûriyeyê ne navendî be.
Rûdaw: Kurd jî çendîn sal in heman daxwazê dikin, gelo ti pêwendiya we bi Rêveberiya Xweser re li ser vê mijarê heye?
Hesen Ehmed: Derbarê wê mijara ku we behs kir, ez wekî kesekî serbixwe nikarim piştrast bikim ku pêwendî heye, lê dibe ku pêwendiyên wiha hebin. Lê gelo pêwendiyek hatiye kirin, ez nizanim, dibe ku hebe.
Rûdaw: Piştî wan aloziyên îro rû dan, daxwaza Elewiyan çi ye? Ew Elewiyên ku li naverasta Sûriyeyê dijîn?
Hesen Ehmed: Daxwaza yekem a Elewiyan di van rojan de ew e ku li jiyanê bimînin. Bi rastî jî cihê dilgiraniyê ye ku em li Sûriyeyê gihiştine vê qonaxê. Em li hemberî desthilatê ti maf nabînin, heta mafê manê jî, çi di jiyana siyasî de çi jî jiyaneke asayî li Sûriyeyê.
Elewî wekî ku Şêx behs kiriye cureyekî nû yê desthilatê li Sûriyeyê dixwazin. Lê were li kolanan ji Elewiyan bipirse “Tu çi dixwazî?”, bersiva wan ew e “Ez dixwazim di aramiyê de bijîm”. Îro aramiya Elewiyan nîne, heta di nav malên xwe de jî ne ewle ne, loma ev daxwaza sereke ya Elewiyan e.