Seungcheol Lim: Ez li Herêma Kurdistanê her roj tiştên nû dibînim

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim, di hevpeyvîneke taybet de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, perde li ser gelek hûrgiliyên balkêş ên pêwendiyên kûr ên di navbera her du gelan de rakir.

Lim bal kişand ser nêzîkbûna çandî û zimanî ya di navbera Kurdî û Koreyî de û mînakên wekî peyvên "Were", "Du" û "Sê" dan ku di her du zimanan de jî wate û bilêvkirina wan nêzîkî hev in.

Dîplomatê Koreyî heyranbûna xwe ya ji bo xweza û pêşketina bilez a Kurdistanê veneweşart.

Lim got ku eger leşkerên Yekîneya Zeytûnê yên ku sala 2004an li vir bûn niha vegerin Hewlêrê, ji ber guherîna mezin û pêşketina bajêr "dê ji kêfan bigirîn."

Di warê perwerdeyê de jî Konsulê Koreyê mizgîniyeke girîng da xwendekar û karmendên Herêma Kurdistanê.

Lim ragihand ku hikûmeta welatê wî bi rêya ajansa KOICAyê û bernameyên din, amade ye mesrefên xwendina masterê ji bo kesên serkeftî dabîn bike û banga li ciwanan kir ku serî li van bernameyan bidin.

Seungcheol Lim ku aşiqê xwarinên Kurdî bûye, pesnê dolme, kebaba Hewramanê û dewê Aryan da.

Her wiha bajarokê Amêdiyê şiband dîmenên fîlmê navdar ê "Lord of the Rings" û Rewandiz jî wekî "bihuşta veşartî ya Rojhilata Navîn" bi nav kir.

Hevpeyvîna pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara ya bi Konsulê Koreyê re wisa ye:

Rûdaw: Bi xêr hatî, roj baş.

Seungcheol Lim: Roj baş, kak Dara.

Rûdaw: Tu çawa yî? Baş î, Birêz Lim? Başî?

Seungcheol Lim: Erê, bi rastî li vir li Hewlêrê, ez çêjê ji jiyana Kurdistanê werdigirim. Her roj ez tiştên nû li vê herêmê dibînim loma, ez pir kêfxweş im ku li vir im. Spas.

Rûdaw: Ez kêfxweş im ku tu dibî mêvanê min. Dema ku em ji ofîsa Rêveberê Giştî yê Rûdawê dihatin xwarê, hevalekî me hat û ji me re got “Were.” Birêz Lim jî got bi Koreyî jî her “Were” ye. Ango heman tişt e. Gelo gelek peyvên wekî hev di navbera zimanê Kurdî û Koreyî de hene? Bo nimûne, “Were” di zimanê Koreyî de wateya wê çi ye?

Seungcheol Lim: Gelek peyvên hevşêwe hene. Bo nimûne, hejmara “du” di Kurdî de heye û em jî her dibêjin “du.”Hûn ji hejmara piştî du re dibêjin “sê” û em jî li Koreyê her “sê” dibêjin. Piştre, “were, were” heye û di Koreyî de jî heman tişt e. Hûn di Kurdî de peyva “pele pel” bikar tînin û em jî peyva “pelî pelî” bikar tînin ku di derbirînê de nêzîk in.

Rûdaw: Tu li Kurdistanê gelekî geriyayî. Te kesek dîtiye, te Kurdek dîtiye ku bi Koreyî biaxive?

Seungcheol Lim: Gelek Kurd hene ku peyvên Koreyî dizanin. Hejmareke zêde ya kesan jî dema nêzîkî min dibin, peyvên wekî “Annyeonghaseyo, Kamsahamnida û Saranghaeyo” bikar tînin. Ev hemû peyvên Koreyî ne ku xelkê Kurd dixwazin bi kar bînin. Annyeonghaseyo bi wateya roj baş an tu çawa yî. Kamsahamnida bi wateya zor spas û Saranghaeyo bi wateya evîn an hezkirinê tê. Erê, hezkirin. Lewra gelek kes peyvên Koreyî baş bi kar tînin. Destpêkê dema ez hatim, ez matmayî mam.

Rûdaw: Tu kêfxweş bûyî dema te zanî ku Kurd ji xelkê Koreya Başûr hez dikin?

Seungcheol Lim: Erê, erê, erê. Ez hest bi vê yekê dikim... hûn ji vê re dibêjin mêvanperwerî. Gelek xelk li cîhanê gelek caran dibêjin “Jin li pêş in - Ladies first”, lê bi qasî ku min têbînî kiriye, xelkê Kurd dibêjin “Mêvan li pêş e.” Ew mêvandariyeke pir baş a mêvanên xwe dikin û ev jî tiştekî balkêş e. Mêvanperweriya Kurdan bi vî awayî ye.

Rûdaw: Kurd mêvanperwer in. Cejna Christmasê hatiye. Birêz Lim, cejna herî sereke li Koreya Başûr çi ye?

Seungcheol Lim: Li Koreyê du demsalên me yên sereke yên bêhnvedanê hene. Yek jê destpêka salê ye di salnameya heyvî de û ya din jî wekî cejna şukranê ya welatên rojava ye ku navê wê (Chuseok) e. Chuseok di werzê payîzê de ye û em tê de spasiya Xwedê dikin li hemberî wî berhem û fêkiyê ku dide me. Loma ev her du bêhnvedanên sereke ne li Koreyê.

Rûdaw: Birêz Lim, ti xizmekî te li Koreya Bakur heye?

Seungcheol Lim: Erê, hejmareke zêde ya malbatan di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de dabeş bûne, ji ber hin bûyerên trajedî. Vêga endamên wan malbatan temenekî wan ê mezin heye û hejmareke zêde ji wan jî koça dawî kirine, tevî vê yekê jî gelek malbat hene ku ji ber şerê Koreyê ji hev qut bûne. Endamên wan malbatan bi temen bûn lê hîn jî gelek çîrokên xemgîn hene.

Rûdaw: Ev çîrokên nexweş di nava Kurdan de jî hene. Cenabê te dizane ku Kurdistan çar parçe ye. Xelkê me li Bakur heye, li Başûr heye, li Rojhilat û Rojava jî heye. Hûn dikarin serdana hev bikin? Bo nimûne, tu û xizmên te yên li Koreya Bakur hûn dikarin serdana hev bikin?

Seungcheol Lim: Serdankirina hevdu ne hêsan e. Dema ku xelkê Koreya Bakur dixwazin serdana Koreya (Başûr) bikin, ew kar ji ber sedemên siyasî qedexe ye. Eger kesek ji Koreya Başûr jî bixwaze serdana Koreya Bakur bike, divê destûreke taybet werbigre. Lewra rewş ne wek a Kurdan e û ji bo xelkê her du Koreyan yasayên tundtir hatine danîn. Loma jî ne hêsan e.

Rûdaw: Bila ez pirseke din ji we bikim. Birêz Konsul, bazara Koreyî li Kurdistanê çawa ye? Baş e? Sekiniye yan bi paş de çûye?

Seungcheol Lim: Dema ez gihîştim Kurdistanê ez matmayî mam. Gelek kes hene ku ji Koreyê hez dikin. Lewra ez gelek pirsan ji welatiyên Kurd dikim,“Hûn Koreyê çawa nas dikin?” ew du tiştan ji min re dibêjin. Yekem, Yekîneya Zeytûnê, çimkî Yekîneya Zeytûnê wekî dostekî gelek kar ji bo xelkê Kurd kir. Duyem, rêzfîlmên Koreyî. Gelek kesan bi rêya televizyonê li rêzefîlmên Koreyî temaşe kirine û loma jî ew Koreyê nas dikin. Ji ber vê diyardeyê, gelek kes ji berhemên Koreyî hez dikin. Ji ber vê yekê bazar ji bo berhemên Koreyî guncaw e. Dibe ku ji ber wê yekê be ku ew alavên elektrîkê, otomobîl, caw û kelûpelên bedewkariyê yên Koreyî bi kar tînin. Ez gelek tiştên baş li bazarê dibînim.

Rûdaw: Gelo bazar dê mezin bibe? Mebesta min ew e, hûn di paşerojê de mezinbûn an geşbûna bazarê dibînin?

Seungcheol Lim: Mebesta we bazara berhemên Koreyî ye?

Rûdaw: Erê, berhemên Koreyî.

Seungcheol Lim: Ez rastî hin bazirganên Koreyî hatim, di nav wan de yên ku di warê alavên elektronîk û otomobîlan de bazirganiyê dikin. (Mijara berfirehbûna bazara berhemên Koreyî) ji warekî heta warekî din diguhere, lê (berhemên Koreyî li bazara Herêma Kurdistanê) hê jî pir in, ango ji berhemekê heta yeke din diguhere lê tişta ku min dîtiye ew e ku di nav bazarê de navûdengê wan zêdetir bûye û hê jî bi nav û deng in.

Rûdaw: Wekî Konsulê Giştî û Konsulxaneya Koreya Başûr yê Hewlêrê, stratejiyeke we ya demdirêj ji bo pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê heye? Bo nimûne, hûn li Kurdistanê li ser kîjan projeyan difikirin?

Seungcheol Lim: Vêga konsulxane bi hejmarek çalakiyan ve mijûl e ji bo danasîna ezmûna Koreyî yan parvekirina dîroka bipêşketina aborî ya Koreyê bi gelê Kurd, Hikûmeta Kurdistanê û pisporên Kurd re. Her wiha em bala xwe didin ser ciwanên Kurd û nifşê ciwan ê Kurdistanê ku hezkirina wan ji gelê Koreyê re heye. Gelek ciwan hene ku ji çanda Koreyî hez dikin û dixwazin dîroka bipêşketina aborî ya Koreyê bizanin. Loma, bi kêfxweşî derfet ji min re çêbûye ku ez tiştên baş ên her du aliyan parve bikim. Loma ez dibêjim erê, konsulxane dixwaze vî cureyê diyardeyê ji bo qenciya gelê Kurdistanê bi pêş bixe. Ev cure pêngaveke demdirêj e di pêwendiyên her du aliyan de.

Rûdaw: Li vir Mala Zehawî heye, Birêz Konsul. Mala Muzîkê ya Zehawî ji aliyê Hejar Zehawî ve tê birêvebirin. Ew gelek caran hunermendan ji derveyî Kurdistanê tînin û salane çend konserên baş li dar dixin. Bo nimûne, eger di paşerojê de hunermendên Koreya Başûr bînin vir û bi hev re konseran li dar bixin, dê pir xweş be. Ev kar dê bibe pireke baş di warê çandî û hunerî di navbera Kurdistan û Koreya Başûr de.

Seungcheol Lim: Ev ramaneke pir baş e, ji ber ku van dawiyan dema ku min serdana hinek deverên Kurdistanê kir, ji bilî Hewlêrê, ji min re diyar bû ku gelek kes çanda Koreyî dinasin. Lewra jî hewl didin hinek têkeliyên çandî çêbikin. Wekî mînak, par çalakiyeke me hebû ku tê de hinek welatiyên Kurdistanê hewl dan defê ku amûreke muzîkê ya Kurdî ye, li gel dahola Koreyî bi kar bînin. Ango bi hev re li amûrên muzîkê da. Her wiha, gelek welatiyên Kurdistanê yên ku cil û bergan didirûn, guhertinan di cil û bergên keleporî yên Koreyî de dikin û dikin cil û bergên Kurdî, ango ev her du cureyên cil û bergan bi yek dîzaynê tên têkelkirin. Van dawiyan min cilên wiha dîtin ku pir xweşik bûn. Loma hejmareke zêde ya welatiyên zîrek ên Kurdistanê dest bi têkelkirina çandan kirine. Çanda Koreyî û çanda Kurdistanê weke hev in, lewma dikarin bi hev re bên têkelkirin. Ez vê weke belgeyekê dibînim, ango ramaneke baş e.

Rûdaw: Ramaneke baş e. Eger dîzayna Koreyî û Kurdî di yek şêweyî de be, dîzayneke ciwan derdikeve. Mebesta min ew e, têkeliyeke Koreyî û Kurdî dê pir bedew be û li gorî min dê gelekî balkêş be.

Seungcheol Lim: Erê, erê, çiku Kurd xwedî dîrokeke pir kevnar in û ev çanda we ya niha ji nişka ve çênebûye lê dîrokeke wê heye. Ango felsefeyeke wê heye. Koreya jî xwedî ezmûn e û ji mêj ve kariye hebûna xwe biparêze. Lewra jî di navbera her du çandan de hinek warên hevbeş hene û nifşê nû dikare ji her du çandan tiştekî nû çêbike. Bêguman, pêşwaziyeke mezin li wî berhemê ku tê çêkirin, tê kirin. Bi ya min ramaneke baş e eger ev çand bên têkelkirin.

Rûdaw: Birêz Lim, demek berê me behsa Yekîneya Zeytûnê kir. Me got Kurdan bi rêya Yekîneya Zeytûnê xelkê Koreya Başûr nas kir û ji wan hez kir. Hûn nafikirin, wekî mînak, leşkerên wê yekîneyê ji bo serdanekê bînin Kurdistanê ji bo dîtina wan cihên ku di sala 2004an de lê diman?

Seungcheol Lim: Erê, erê, ev ramaneke gelekî baş e. Çima bi ya min ramaneke baş e? Yek ji dîplomatkarên me ku çend dehsalan berê wekî leşker di Yekîneya Zeytûnê de bû, wekî dîplomatkar serdana vir kir, ango berî çend mehan vegeriya Hewlêrê û bi rastî matmayî ma. Dema ku ew welatiyê me wekî leşkerekî Yekîneya Zeytûnê li vir bû, jîngeha Hewlêrê ne pir baş bû. Wê demê zêde xanî nebûn, binesazî û dezgehên modern wekî niha nebûn, ango tiştekî wisa berçav nebû lê piştî çend deh salan, xelkê Hewlêrê karekî baş kiriye. Wan heta ji destê wan hatiye hewl daye ji bo ku cihê xwe geş bikin. Loma niha û di nav 20 salan de jîngeheke we ya bi temamî cuda heye. Lewma eger em wan leşkeran vexwînin ku wekî endamên Yekîneya Zeytûnê li Hewlêrê kar kirine, dê matmayî bimînin û tewra hinek ji wan (ji kêfan) dê bigirîn. We karekî pir baş kiriye. Loma ez dixwazim ew leşker pesnê we bidin. Raman gelekî baş e.

Rûdaw: Dê xweş be eger ew leşker karibin piştî ew qas salan wan cihan ji nû ve bibînin. Ev dê ji bo wan bibe bîranîneke xweş. Hûn karekî baş dikin, eger hûn wan leşkeran bînin da ku wan cihên ku lê kar kirine bibînin. Birêz Konsul, tiştekî din hate bîra min. Dema ku em vê hevpeyvînê saz dikin, ez li xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yan jî xwendekarên Kurd bi giştî difikirim. Wekî mînak, gelek xwendekar hene ku dixwazin ji bo wergirtina bawernameya master, doktorayê yan jî ji bo berdewamkirina xwendinê biçin Koreya Başûr. Hûn dikarin alîkariya wan bikin?

Seungcheol Lim: Erê, çend rê hene ji bo çûna Koreyê bi mebesta xwendinê. Ya herî belav bi rêya KOICAyê ye. Ev rê zêdetir li ser karmendan e û derfeta hejmareke zêde ya karmendan heye ku biçin Koreyê. Her wiha kurseke dirêj ji bo bawernameya masterê heye. Em her sal vê derfetê ji bo karmendên Kurdistanê berdest dikin. Ev yek ji rêyan e. Yeke din ji bo wan kesan e ku xwendina lîsans qedandine û dikarin daxwaziyê ji bo xwendina masterê pêşkêş bikin û hikûmeta Koreyê jî xerciya xwendinê dide.

Rêyeke din heye ku em jê re dibêjin “Xwendin li Koreyê” ku rûpela Facebookê û malper jî her bi wî navî ne. Her kes dikare hejmareke zêde ya zanîngehan bibîne ku bi rêya malperên xwe awayê pêşkêşkirina daxwaziyê ji bo xwendina li Koreyê zelal dikin. Car heye ew zanîngeh di werza yekem a xwendinê de bûrsê didin û car jî heye ku nadin lê nîgeran nebin, eger we di werza yekem a xwendinê de bûrs wernegirt. Wê yekê bizanin ku sîstema Koreyê handera xwendekaran e ji bo ku baş bixwînin û xwe biwestînin. Loma eger hûn baş bixwînin, hingê hûn dikarin bûrsê li zanîngehê bi dest bixin. Ji ber vê yekê ez handanê didim nifşê nû ji bo ku baş bixwînin û ji wan re dibêjim, ji kerema xwe formên wergirtinê li zanîngehên Koreyê pêşkêş bikin, eger hûn hez bikin. Wê demê dibe ku derfeteke we ya baş hebe ji bo ku hûn zanyariyan derbarê warekî de bi dest bixin û dibe ku ev genc bibin xeleka gihandina navbera du navçe û du aliyan.  

Rûdaw: Wergirtina vîzeyê çawa ye? Gelo bi hêsanî vîzeya Koreya Başûr didin xelkê? Wergirtina vîzeyê ne zehmet e?

Seungcheol Lim: Ti sînordarkirin an astengî nîne. Em heman mercên welatên din ji bo xelkê Kurdistanê datînin. Vîzeya me ya geştyarî heye, vîzeya me ya xwendinê heye, vîzeya me ya bazirganî û kar heye. Gelek kes bi mebesta bazirganiyê serdana Koreyê dikin. Her hefte jî xelkê Kurd daxwaza vîzeya geştyarî dikin, her çend hejmara wan ne zêde ye. Loma eger hûn dixwazin serdana Koreyê bikin, ji kerema xwe serdana hejmara Facebookê ya Konsulxaneya Koreyê bikin û li gel wî kesî bişêwirin ku berpirsê mijara vîzeyê ye.

Rûdaw: Mijareke din heye. Bo nimûne, ew kesên ku pasaporta wan ne Îraqî ye, weke welatiyên Sûriyeyê, dikarin vîzeya Koreya Başûr li vir wergirin?

Seungcheol Lim: Erê, pirseke baş e. Bingehêa karê me wekî hikûmeta Koreyê bi wî awayî ye ku divê xelkê welatên sêyem li paytexta welatê xwe daxwaza vîzeyê bikin. Ev bingeha yekem e. Dibe ku hejmarek kes hebin ku kar û ofîsên wan li vir li Kurdistanê hebin, wê demê dibe ku em li daxwaziyê binêrin lê bingeha serekî ew e ku divê her kes li paytexta welatê xwe daxwazê pêşkêş bike. Bingeh ev e.

Rûdaw: Ev jî tişteke baş e. Te behsa vîzeya xwendekaran kir. Salane çend kes an xwendekar ji vir ji bo xwendinê diçin Koreyê? Hejmarek an amareke li ba we heye?

Seungcheol Lim: Hejmara hûr ne di bîra min de ye lê car caran xwendekar daxwaza vîzeya Koreyê dikin. Ez dikarim bêjim niha hejmar ne zêde ye lê heye.

Rûdaw: Birêz Lim, min nûçeyek xwend ku amaje bi wê yekê dikir, ji sedî 40ê xelkê Koreyê bi tenê dijîn, ango zarokên wan nînin an zarokên wan kêm in. Gelo ev rast e?

Seungcheol Lim: Erê, rast e. Bo nimûne, ya ku têkildarî rewşa min e, du birayên min ên din hene. Ez ji hemûyan mezintir im. Yek ji birayên min du kurên wî hene û yê din ti zarokên wî nînin, ew jî ji ber hinek pirsgirêkên biyolojîk. Min jiyana hevjîniyê pêk aniye, hevjîna min yek bira û yek xwişka wê heye. Birayê hevjîna min du xwişkên wî hene û xwişka wê jî ti zarokên wê nînin, ji ber pirsgirêkên biyolojîk. Lewma, carinan ji ber pirsgirêkên biyolojîk zarokên me çênabin. Hin carên din malbat zarokanînê bi paş dixin, ew jî ji ber armanceke taybet. Lewra heta van demên dawî hejmara zarokan li Koreyê kêm bû lê ji îsal ve berevajî bûye. Ango, ji sala 2025an ve hejmara zarokan dest bi zêdebûnê kiriye lê heta par, sal bi sal hejmara zarokan kêmtir dibû. Lewma ev (sala 2025) xala werçerxanê ye.

Rûdaw: Her welatek dixwaze hejmara niştecihên xwe zêde bibe. Gelo Kore naxwaze hejmara niştecihên welatê wê zêde bibe?

Seungcheol Lim: Wekî min got, hejmar heta par di kêmbûnê de bû lê ji îsal ve hejmara niştecihan dest bi zêdebûnê kiriye.

Rûdaw: Hejmara niştecihên Koreya Başûr ne zêde ye. Gelo ew welat li ser zêdebûna hejmara niştecihan nafikire? Mebesta min ew e ku zarokên malbatan kêm in, gelo ev yek nabe sedem ku hejmara niştecihên wî welatî di astekê de bimîne yan kêm bibe? Hûn li ser vê nafikirin an nabêjin, divê Koreya Başûr wekî welatên din be, bo nimûne, hejmara niştecihên xwe ji bo nêzîkî 100 milyon kesî zêde bike?

Seungcheol Lim: Erê, bêguman wisa ye. Hikûmeta Koreya Başûr... Pir baş e, nimûneyeke baş heye. Hikûmetê budçeyeke mezin ji bo zêdebûna hejmara niştecihan terxan kiriye, ew jî ji ber kêmbûna niştecihan e. Lewma rewş hatiye nirxandin. Eger li hin deveran zarokekî te hebe, wê demê birêvebiriya wê deverê pereyekî zêde ji bo wî zarokî terxan dike. Ji ber vê yekê ji bo wî zarokî di jiyana wî de heta ku digihîje qonaxa kalbûnê, nêzîkî 100 milyon won (pereyê Koreya Başûr e) tê terxankirin. Ew kes dikare ji wî pereyî sûdê werbigire da ku baş bijî. Lewma em wisa difikirin ku kêmbûna hejmara niştecihan mijareke pir hestyar e. Li ser wê bingehê jî hikûmetê dest bi xerckirina pereyekî zêde ji bo wan malbatên ku zarokên wan hene kir. Ango niha xala werçerxanê heye.

Rûdaw: Ez dibînim ku têkiliya we bi Kurdan re baş e, ez agahdar im û dişopînim. Ez serdanên we dibînim, çavê we bi welatiyan dikeve û ew jî we dibînin. Xweştirîn xwarina Kurdî li gorî we çi ye?

Seungcheol Lim: Bêguman dolme ye. Dolmeya pîvazê bi silqê. Tu dizanî silq çi ye? Belê, belê, bi çêj e. Her cara ku ez serdana cihekî dikim, bi xwarina dolmeyê dest pê dikim û pişt re dema ku pirsa vexwarinê ji min dikin, ez her tim dibêjim dewê Aryan. Piştre biryaniya bi mirîşkê ji me re tînin. Min xwarinên din ên wekî tepsî, kufte, kutilk û masiyan jî tam kiriye. Masî bi çêj e, xasma dema ku li ser komir û agir baş tê biraştin, wê demê bêhna wê gelekî xweş e. Her wiha kebab jî bi çêj e. Ez berî hefteyekê çûm herêma Hewramanê. Kebaba Hewramanê gelekî xweş e.

Rûdaw: Li Kurdistanê cihê herî xweş kû der e? Eger ku hûn ji bo welatiyekî Koreyî pêşniyar bikin da ku wekî geştyar serdana wê derê bike?

Seungcheol Lim: Cihên balkêş hene. Rewandiz heye, newalek lê ye. Dema ku min serdana Rewandizê kir, ez bi dîtina dîmeneke bi vî rengî li herêmeke veşartî ya Rojhilata Navîn matmayî mam. Dîmenên we yên newalan ên gelekî balkêş di dilê Rojhilata Navîn de hene. Ew yek, cihê duyem Amêdî ye. Di van demên dawî de min serdana Amêdiyê kir. Amêdî wekî kelehekê ye. We fîlmê (Lord of the Rings) dîtiye? Di wî fîlmî de ez hest bi cureyekî muzîkê dikim mîna ku ruhanî û xeyalî be. Dema ku ez serdana Amêdiyê dikim, heman hest bi min re çêdibe. Amêdî wekî cihê çêkirina fîlmê (Lord of the Rings) e. Lewma, eger Amêdî bibe paşxaneya hin cureyên fîlman, wê demê dê wekî muzîka pop a Koreyî bibe.

Rûdaw: Welahî we xweştirîn xwarina Kurdî xwariye û xweştirîn cihên Kurdistanê dîtine. Kesekî bextewar î, Birêz Konsul. Bextê te baş e.

Seungcheol Lim: Ez kesekî bextewar im. Erê, gelekî spas, Xwedêyo. Ez spasiya te dikim.

Rûdaw: Min ji bîr kir ku ez derbarê tiştekî de pirsekê ji we bikim. Bi kurtî, bo nimûne, di van demên dawî de, otomobîlên Çînî bazar kontrol kirine. Gelo hûn ji vê yekê dilgiran in? Hûn wer nabînin ku ev yek derbekê li otomobîlên Koreyî dide? Ji ber ku erzan in jî.

Seungcheol Lim: Pir baş e, ez dê mînakekê ji we re bînim. Aborî bi vî awayî ye. Mobîla Samsungê heye û mobîla Apple jî heye. Hin kes mobîla Apple bi kar tînin û hinek jî mobîla Samsungê. Ez wekî Konsulê Koreyê, kêfxweş dibim eger hûn mobîlên Samsungê zêdetir ji mobîlên Apple bikirin lê aborî ne bi vî rengî ye. Tewra nava mobîla Apple, nêzîkî ji sedî 20 heta ji sedî 30 ji aliyê Samsungê ve hatiye çêkirin, ango Samsung beşeke berçav ji pêkhateyên mobîla Apple berhem tîne. Her wiha ekrana wê ji aliyê kompanyayeke Amerîkî ve tê çêkirin, lê ew kompanya madeyên Koreyî ji bo çêkirina ekranê bi kar tîne. Aborî bi vî awayî ye. Tevî ku em di bazarê de rikeberiya hev dikin, em li pişt perdeyê bi hev re kar dikin û hevkariya hev dikin. Loma ez xelkê Kurdistanê han didim ku (Muzîka) Popa Koreyî (K-pop) berhem bînin. Her kes ji Popa Koreyî fêm dike, vêga tewra li Amerîkayê jî K-pop tê berhemanîn. Bo nimûne koma K-pop a Demon Hunters, tevî ku ew li Amerîkayê ne lê berhemên wan ên Koreyî hene. Bi vî awayî, xelkê Kurdistanê jî dikarin K-popê li vir berhem bînin. Ez ji aboriyê hez dikim. Her kes rola xwe dilîze. Bazar her tim dadperwer e. Eger kesek karekî pir baş bike, divê xelata xwe werbigire. Lewra ez hêvîdar im ku otomobîlên Koreyî jî karê herî baş bikin.

Rûdaw: Birêz Konsol, tu bi xwe Samsungê bi kar tînî yan IPhone?

Seungcheol Lim: Ez? Mobîla min a Samsungê ye, ji ber ku ez fêrî sîstema Androidê bûme. Loma ez her carê mobîla Samsungê dikirim.

Rûdaw: Ez pir kêfxweş bûm. Zor spas.