Alin Ozinian: Li Kurdistanê nasnameya ermeniyan tê parastin
Enqere (Rûdaw)- Di dema dawî de, pêwendiyên diplomatîk û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Erîvanê de pêşve çûne. Gellek kesên ermenî ji ber êrişên DAIŞê ji Iraqê reviyan û xwe gihandin Herêma Kurdistanê. Erivanê jî alikariya penaberan kir. Ev yek jî bû pêkerek a nêzîkbûna Erivan û Herêma Kurdistanê.
Di demek nêzîk de Erîvanê dê li payexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê konsulxaneya xwe veke.
Rojnameger û lêkolînêra ermenî Alin Ozinian pirsên Rûdawê bersivand û got ji bo Erivanê, Herêma Kurdistanê xwedî wateyeke taybet e.
Di navbera Herêma Kurdistanê û Erîvanê de pêwendiyên diplomatîk û bazirganî kengî dest pê kirin?
Di serdemên dawî de nêzîkbûna di navbera Ermenistan û Hewlêrê de zêde bûye. Serokomarê Erîvanê Serj Sarkisyan bi mebesta başkirina pêwendiyên di navnera Erîvan û Herêma Kurdistanê de, sala 2013an Wezîrê Darayî yê Erîvanê rêkir Hewlêrê da ku hin hevdîtina pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Erîvanê dema Sibata îsal serdana Bexdayê kir diyar kir ku Erîvan dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe veke.
Di wan hevdîtina de çi mijarên din hatin gotûbêj kirin?
Di hevdîtinan de mijarên bazirganî, perwerde, tenduristî, çandinê hatibûn gotubêj kirin û ji xeynî wan jî da ku seferên balefiran di navbera Ermenistan û Iraqê de dest pê bikin, hin hevdîtin hatibûn pêkanîn.
Di navbera Erîvan û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên bazirganî çawa ne?
Ermenistan dixwaze ligel Herêma Kurdistanê him pêwendiyên siyasî him jî aborî xurt bike. Sedema vê ya yekemîn jî ew e ku Tirkiyeyê deriyê sînor girtiye û riyên aboriyê li ber Erîvanê hatine asteng kirin. Dibe ku ji bo Erîvanê, Hewlêr bibe deriyekî bazarê. Tê zanin di mehên dawî de Erivanê ji bo welatiyên Iraqê vîze derxistin rihet kiriye.
Herwiha tê xuyakirin ku bazirganiya di navbera herdu dewletan de zêde bûye û li gorî daneyên dawiyê bazirganiya di nav herdu welatan de gihîştiye 80 milyon dolaran.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê nifûsa ermeniyan çend e û rewşa wan çawan e?
Li Iraqê hejmarek berçav dîasporaya ermeniyan hene. Piştî qirkirina sala 1915an ermeniyên ji Dewleta Osmaniyan reviyayên Iraqê, li wê derê çand û nasnameya xwe parastine û her wiha dêr û dibistan jî avakirine.
Havinê nêzîkê 65 malbatên ermenê ji ber êrişên DAIŞê reviyan û berê xwe dan Herêma Kurdistanê.
Herwiha ji ber ku ermenî li herêmê hene ev yek ji bo Erîvanê wateyek taybete.
Heta sala 2003an nêzîkî 25 hezar ermenî li Bexda, Basra, Mûsil û Kerkûkê diman. Lê paşê ji ber metirsiya rewşa wir gellek ji wan koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Herwiha ewder ji bo xwe ewletir dîtin. Li gorî ermeniyan jî Kurdistan jî kêfxweş e ku ermenî berê xwe dane wêderê.
Herêma Kurdistanê çawa li ermeniyan dinêre?
Ji sala 2008an ve li Parlamentoya Kurdistanê parlamenterek, nûneratiya ermeniyan dike, ew gelek baş e û her wiha li Hewlêr, Dihok, Zaxo, Awruzuk û Havrezukê hîna dêr û dibistanên ermeniya hene û ev yek cihê kêfxweşiyê ye.
Ermeniyên li gundên Herêma Kurdistanî zimanê wan piranî bûye kurdî. Niha li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 2 hezar ermenî hene. Li Herêma Kurdistanê mafên ermeniyan ê perwerdeya zimanê dayîke heye. Li Herêma Kurdistanê nasnameya ermeniyan tê parastin û hurmetê jî dibîne.
Alin Ozinian kî ye?
Alin Ozinian niha Şêwirmenda Çapemeniya Encumana Kar Pêşxistina Erîvan-Tirkiyeyê ye. Bi lêkolinên xwe yên li ser emeniyan tê nasîn. Lêkolînên wê li çapemeniya Ewrûpa, Tirkiye û Erîvanê tên weşandin.