Hoşeng Broka: Rewşa nivîskaran xirab e û Îbrahîm Mehmûd nimûneyek e
Helbestvan û lêkolînvanê kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Hoşeng Broka behsa xerîbiyê dike û diyar dike ku xerîbî ne tenê cihguhertin e, lê belê “rihguhertin e.” Hoşeng behsa pêwendiya helbest û fîlosofiyê jî dike û dibêje: “Zimanê helbestê zimanê dil e, ku kirdeyê damezrandina hebûnê ye; lê zimanê fîlosofiyê zimanê aqil e, ku kirdeyê gera li rastiya hebûnê ye.“
Hoşeng Broka di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re, dide zanîn ku rewşa nivîskaran li Herêma Kurdistanê xirab e û dibêje: “Rewşa herî kambax jî li Kurdistanê ya xelkên pirtûkê ye. Nimûneya herî berbiçav û aktuel a kambaxiya rewşa nivîskar, dahêner û rewşenbîrên Kurd li Herêma Kurdistanê jî rewşa ronakbîr û rexnegirê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ibrahîm Mehmûd e.”
Broka behsa kêşeya Êzîdiyan li Kurdistanê jî dike û dibêje: “Kurdistan bo Êzîdiyan “welatê dawî” ye, ev fakt e, hem dînê wan hem jî dinya wan dibêje, lê mixabin realîteya li Kurdistanê tam tiştekî din dibêje, Şingala fermana 74an jî nimûneya herî berbiçav a vê realîteya ji rastiya tal e.“
Li ser daxwaza wî, helbestvan Hoşeng Broka versyona dawî ya beriya weşanê dît û hevpeyvîn li gorî wê versyonê tê weşandin.
Hevpeyvîn: Besam Mistefa
Rûdaw: Ji sala 1994an ve û heta niha tu li xerîbiyê dijî, gundê te Tilxatûnkê li bîra te maye gelo?
Hoşeng Broka: Xerîbî ji guhertina cih û bezandina sînoran bêhtir, guhertin û bezandina rih e. Xerîbî ji bo min ji “cihguhertinê” û “sînorbezandinê” wêdetir, “rihguhertin” û “rihbezandin” e. Li cihê xwe yê yekemîn mirov carekê ji dayik dibe û carekê dimire, lê li xerîbiyê mirov pirr caran ji dayik dibe û pirr caran jî dimire. Li xerîbiyê, hebûna te bi qasî rihê te cihê te ye; cihê te jî bi qasî rihê te hebûna te ye. Di bîra min de, rê ji “Tilxatûnkê”, ku berê hebûna min a yekemîn bû, diçe sînoran; her kes û her tişt li wir ji sîoran diçû sînoran. Bi qasî ku “Tilxatûnk” di bîra min de dîrok e, ewqasî jî çîrok e. Li “Tilxatûnkê”, min bi qasî naskirina wê xwe nas kir, lê li xerîbiyê bi qasî xwenaskirinê, min “yê din” jî nas kir. Di navbera xwenasîn û “yê-din-nasînê” de jî, min bêhtir pirtûka xwe nas kir.
Te felsefe û civaknasî xwendiye, tu pêwendiya di navbera felsefe yan psîkolojî û helbestê de çawa dibînî?
Dema em behsa têkiliya di navbera fîlosofî û helbestê de dikin, “Komara Platon” ku helbest û helbestvan li dadgehên logîka wê dihatin sizadanê, tê bîra mirov. Li gorî Platon, fîlosofî “rêya rastiyê” ye, lê helbest “rêya derewê” ye, lewma gerek e helbestvan wek “endezyarên derewan” bi aqilê fîlosfiyê li ber dergehên komara wî (komara aqildaran) bihatana darizandinê. Lê ya rast, bi qasî ku rê dikare ji helbestê biçe fîlosofiyê, ewqasî rê dikare ji fîlosofiyê jî here helbestê. Di helbestê de, ne rastiya hetaheta heye, ne jî derewa hetaheta, lê dibe ku peyva hetaheta heye. “Di destpêkê de, peyv hebû. Peyv bi Xweda re bû û peyv Xweda bi xwe bû”. Ha li vir, ku peyv destpêka hemû destpêkan e; çîroka helbestê bi fîlosofiyê û ya fîlosofiyê jî bi helbestê destpê dike. Eger em behsa peyvê dikin, ku dîroka wê ji dîroka Xwedê ye, bi ya min em nikarin behsa sînoran di navbera helbest û fîlosofiyê de bikin.
Yên bawer dikin ku fîlosofî dawiya helbestê ye, du caran xwe di şaşiyê werdikin; carekê di “fîlosofiya şaş”de, ku dawiyê li helbestê tîne, a din jî di “helbesta şaş”de, ku dawiyê li fîlosofiyê tîne. Zimanê helbestê zimanê dil e, ku kirdeyê damezrandina hebûnê ye; lê zimanê fîlosofiyê zimanê aqil e, ku kirdeyê gera li rastiya hebûnê ye. Bi kurt û kurmancî; helbest bîra fîlosofiyê ye, herwekî çawa fîlosofî jî bêrîkirina helbestê ye.
Zimanê te yê kurdî taybet û balkêş e, gelo ev zimanê te ji ku tê, mebesta min çavkaniya vî zimanê te yê cuda çi ye?
Ji bo min zimanê min hebûna min bi xwe ye. Ziman ne tenê alavekî danûstandinê ye, belê ew hebûna bûneweran bi xwe ye. Lewra fîlosof bawer dikin, ku mirov berî her tiştî “heywanekî axêver” e. Di ziman de, hebûn dikare hem nizm hem jî bilind, hem biçûk hem jî mezin, hem bêwate û hem jî biwate bibe. Ziman pîvan e; pîvana liva mirov di hebûnê de û herweha hebûnê di mirov de ye.
Ez di devereke weha de mezin bûm, ku xweza li wir berî her tiştî Xweda bû, herwekî çawa Xweda jî xweza bû. Di zaroktiya xwe de, li derveyî Kurmancî min pêjna Xwedê di ti zimanên din de nekir. Ji bo min “zimanê Xwedê” Kurmanciya diya min bû. Li pey vê hizrê Kurmancî wek “zimanê Xwedê” di bîra min de rûnişt, û bi vê hizrê jî min hedî-hêdî xwe di Kurmancî de, û herweha Kurmancî jî di xwe de, wek zimanê “afirênerekî bilind” keşif kir. Çavkaniya zimanê min a yekemîn kurmanciya diya min, ku di heman demê de “zimanê Xwedê” bû; ya diwemîn strana Şingalî; ya sêyemîn jî helbet xwendina helbestên irfanî, deqên sofîstî û fîlosofiyê bû. A ji van tevan jî giringtir ew e, ku ziman ji bo min mîna “çemê girîkan” e, ku “mirov nikare du caran xwe tê de avjen bike”.
Lê çima ji bilî vî zimanî, te bi zimanên din jî wek erebî nivîsand?
Rast e, Kurmanciya min têra nivîskariya min wek bûnewerekî dike, lê ev nayê wê wateyê ku ez bi Kurmanciyê zimanên din boykot bikim, yan jî dergehên nivîsandinê li ber wan kilît bikim. Ev bi ya min, ji hezkirina kurmanciya min bêhtir, nefretkirina zimanên yên din e. Ev jî “rasîzm” bi xwe ye. Bi qasî pêwîstiya min bi Kurmanciya min wek zimanê diya min, pêwîstî bi zimanên yên din jî heye, bi taybetî ew zimanên cîran, ku bi qasî ez wek bûnewerekî bi Kurmancî qedera wan im, axêverên wan jî qedera Kurmanciya min in. Nivîsandina bi Erebî ji bo min “qeder” e; ew qedera hebûn, dîrok, ceografî, çand û rabûnûrûniştina min e.
Dibe ku ev qedera bi Erebî, îro roj, li ser asta Kudan û Kurdiyatiyê, ne qedereke hewqasî xweşik be, ji ber ku Erebî wek “zimanekî pîroz” li Kurdistanê, êdî ji cîrantî û hevqebûlkirinê wêdetir, dagîrkirin e û ji derbirînê jî bêhtir bawerî û dîn e. Li vir, ku em behsa Erebî dikin, em behsa zimanê zorê dikin; Xwedayê bi zorê, dînê bi zorê, pirtûka bi zorê, dinya bi zorê, çanda bi zorê, dîroka bi zorê, ceografiya bi zorê, civaka bi zorê û siyaseta bi zorê û ji zorê heta bi zorê dikin.
Bi sala ye tu li Almanyayê dijî, tu bi zimanê elmanî jî dinivîsî gelo?
Nivîskariya bi Elmanî ji bo min hîn “hewldan” e. Berhemeke min a hevbeş bi hin nvîskar û lêkolînvanên din re, bi zimanê Elmanî heye, lê ev nayê wê wateyê ku Elmanî wek Kurmancî û Erebî di ezmûna min de, bûye zimanê afirandinê. Rast e, ez bi Elmanî hem dixwînim, hem jî dinivîsim, lê hizirkirina bi Elmanî ji bo min hîn “hewldan” e.
Tu ji berhemên kîjan nivîskaran hez dikî?
Bi Elmanî ez ji Nietzsche hez dikim, bi Erebî ji Ibin Erebî, Selîm Berekat û Edonîs, bi Kurmanciya jêrîn ji Şêrko Bêkes û bi Kurmanciya jorîn jî ji duwayên diya xwe!
Li gorî şopandina te, tu rewşa edebiyat û rewşenbîriyê li Herêma Kurdistanê (Iraq) çawa dibînî?
Li Herêma Kurdistanê kêf kêfa sisêyan e; “partiya bihêz”, “dînê bihêz” û “eşîreta bihêz”. Desthilatdarî di destê van hersêyan de ye. Cihê ev hersê jî lê bin, pirtûk wek “desthilata aqil” lê tune. Di vê pirtûka tikî tenê wek navê Xwedê de, ne cihê edebiyatê û edebiyatnasan, ne jî cihê rewşenbîriyê û fikirnasan heye. Li Herêma Kurdistanê, pirtûk û pirtûkxane mîna jinan tenê dekor in. Li Kurdistanê, pirtûk ji dinyayê bêhtir dîn e û ji fîzîkê jî wêdetir metafîzîk e. Lewra salane bi hezaran camî li ser hesabê dibistan û zankoyan zêde didin.
Rewşa herî kambax jî li Kurdistanê ya xelkên pirtûkê ye. Nimûneya herî berbiçav û aktuel a kambaxiya rewşa nivîskar, dahêner û rewşenbîrên Kurd li Herêma Kurdistanê jî rewşa ronakbîr û rexnegirê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ibrahîm Mehmûd e.
Tu bi neteweya xwe kurd î û bi ola xwe êzîdî yî, tu pirsgirêka nasnameyê li ba xwe û êzîdiyan bi giştî çawa rave dikî?
Bi ya min, pirsgirêka herî mezin li vir a aqilê nasyonalîzma Kurd e, ku bi aqilê dîn û dinya cîranên xwe (Ereb,Tirk û Faris) bi Êzîdiyan re, tevdigere. Êzîdiyan li seranserî 74 fermanên xwe, ji xeynî nasnameya xwe di Kurdistanê de û Kurdistanê jî di nasnameya xwe de, tiştekî din nexwestiye. Pirsgirêk li vir ne ya Êzîdiyan di nasnameya wan de ye, belkû ya Kurdên wan bi nasnameya wan a “resen” re ye. Kurdistan bo Êzîdiyan “welatê dawî” ye, ev fakt e, hem dînê wan hem jî dinya wan dibêje, lê mixabin realîteya li Kurdistanê tam tiştekî din dibêje, Şingala fermana 74an jî nimûneya herî berbiçav a vê realîteya ji rastiya tal e. Pirsa Êzîdiyan li Kurdistanê ne pirsa “nasyonalîzmê” yan jî “netewbûnê” ye, belê ew pirsa dîn, bawerî û Xwedayê wan e, lewra li Şingalê tenha Êzîdî bi hezaran wek “kafirên resen” hatin kuştin, jinên wan hatin sebîkirin û bi sedhezaran jî hatin talankirin, koçkirin û derbederkirin. Li Şingala fermana 74an DAIŞiyan ji Êzîdiyan nepirsî: “Hûn Kurd in, yan Êzîdî ne?”, wek çawa îro roj ragihandina Kurdî vê “pirsa faşîst” ji Êzîdiyan dike. Her Êzîdiyek di destên DAIŞê de projeya kuştin yan serjêkirinê bû, tenê ji ber ku Êzîdî bû. “Sûcê” Êzîdiyan îro roj li Kurdistanê jî berî “Daişistanê” ne ew e ku “Kurd”in yan “Ne-Kurd”in, belê sûcê wan dîsa her ew e, ku Êzîdî ne.
Yên Êzîdî sipartin bextê DAIŞiyan û Şingal di navbera çend seetan de, bi “sifir berxwedan“, “sifir şehîd” û“sifir birîndar” radestî wan kirin, ne artêşa Tirk, Faris û Ereban bû, belê pêşmergeyên Kurdistanê bixwe bûn!
Êzîdiyan Kurdistan li seranserî 74 fermanên xwîndar li ser milên xwe kirin, ew ji çiyayekî veguhestin çiyayekî din, ne ji bo ku îro Kurdistanê berdin û wê ji Lalişa xwe yan Lalişa xwe ji wê vala bikin!
Ya Kurdistanê ji Êzîdxanê û Êzîdiyan mîna cihûyan di nîvê yekem ji sedsala derbasbûyî de, vala dike, Kurdistan bi xwe ye!
Û ya Êzîdxanê wek “Vatîkana Kurdistanê” li Kurdistanê jî heram û qedexe dike, dîsa her Kurdistan e!
Paş Şingala fermana 74an, derket holê ku teoriya “Kurdên resen” dereweke siyasî ya bi Kurdî mezin e; ne ji ber ku Êzîdî ne ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ne, belê ji ber ku ev teorî ji rastiyeke zanistî wêdetir “dereweke siyasî” ye.
Gelo çi projeyên edebî yên nû li ber destê te hene ji bo siberojê?
Helbest li ber destên min, ku têra berheman dikin hene, lê nizanim çiqasî û heta kîjan radeyê weşangeriya bi Kurmancî dikare têra helbestê bike! Diyar e, ku em jî bi Kurmancî di vê serdema kommunkasyona bilez de, hino-hino beşdarî “cenazeya helbestê” ya bilez dibin. Çend sal berê jî, min bi mixabinî behsa têza “mirin” yan jî “kuştina” helbestê” ya bi Kurmancî kir. Ez dizanim ku “mirina helbestê” ji bo helbestvanekî tê wateya “mirina dinyayê”, lê mixabin ev metirsiyeke cidî ye; ji xeyalê jî bêhtir êdî ew rastî ye.
Hoşeng Broka
Helbestvan û lêkolînvan Hoşeng Broka di sala 1969an de li gundê Tilxatûnkê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.
Sala 1994 dîploma civaknasî ango sosyolojiyê li Zanîngeha Şamê wergirt.
Di eynî salê de koçberî Almanyayê dibe.
Sala 2011 civaknasî û zanistên civakî li Zanîngeha Bielefeld a Elmanî xwendiye.
Zewiciye, bavê 3 zarokan e û niha li bajarê Bielefeld li Almanyayê dijî.
Hin berhem:
“Bawişkandinin ji kopên minareyên razayî”(Helbest), Berlin, 1995.
Mîtolojiya Êzdiyatiyê/ Lêkolîn (bi zimanê Erebîدراسات في ميثولوجيا الديانة الإيزيدية / ), Berlin, 1995.
“Serborekên çarşembên tozê”(Helbest), APEC, Stokholm, 1999.
“Keskê dawî di cenazeya Xwedê de”(Helbest), Pêrî, Istanbol, 2002.“Derengî bajêr, weha diniqutim nimêja navê te”(Helbest), Pêrî, Istanbol, 2003.
“Êzdiyatî û seqayên domoziyane (lêkolîn) bi zimanê Erebî (di berhevokeke hevbeş de, bi dr. Xelîl Cindî re, li jêr navê (êzdiyatî, dîrok û seqayên wê ), Silêmanî, 2003.
“Ya ji sêvan û wêdetir”(Helbest), Pêrî, Istanbul, 2004.
Hoşeng Broka ligel malbata xwe