“50. Mihrîcana Fîlman ya Pirteqala Zerîn ya Antalyayê“

 

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal di “50. Mihrîcana Fîlman ya Pirteqala Zerîn ya Antalyayê“ de sînemagerên kurd xelatên baş standin. Derhêner Ferit Karahan bi filmê xwe ‘Ketina Ji Bihûştê’, derhêner Pîran Baydemir bi dokûmenter-filmê xwe ‘Fecîra’, derhêner û lîstikvan Gulistan Acet bi kurte-filmê xwe ‘Bihuşta Zebeşan’ xelat wergirtin. Ji bilî xelatên fîlman, Gulistan Acet û Rojîn Tekin xelatên lîstikvaniyê jî standin.

Gulistan Acet bi kurte-filmê xwe "Bihuşta Zebeşan" bêşdarî “2. Mihrîcana Fîlmên Navnetewî ya Dihokê“ jî bû û li vir jî xelata jurî ya taybet stand.

Bi vê mebestê em ji bo xwendevanên Rûdawê bi derhêner Gulistan Acet û Ferît Karahan li ser fîlmên wan û li ser sînemaya kurdî axivîn.

 

 

 

Rûdaw: We di “50. Mihrîcana Fîlman ya Pirteqala Zêrîn ya Antalyayê“ de xelat wergirtin. Ev xelatên we yên yekemîn bûn, hûn dikarin behsa hêsten xwe bikin?

 

Gulîstan Acet: Min hem li Antalyayê hem jî li Dihokê xelatên xwe yên yekemîn wergirtin. Ew ji bo min hem surprîzek mezin bûn, hem jî bextewariyeke mezin bûn. Min wisa hîs kir ku ez karên baş dikim.

Ferît Karahan: Helbet pirr baş bû û ev min motîvê dike ji bo kişandina fîlmên din. Lê dîsa jî, gava ez senaryoyên baş binivîsim ewê werin destek kirin, senaryoyên min ne baş bin, ewê neyên destek kirin.

 

Hûn di kurtefîlmê xwe “Bihuşta Zebeşan“ de behsa kiryarên Hîzbullahê dikin. Ez dizanim ku malbata we jî ji ber kiryarên wan zirar dîtiye. We çima ji jiyana xwe çîrokek hilbijart?

 

Gulîstan Acet:  Di salên 1990an de ez zarok bûm. Lehenga çîrokê Mîzgîn xwika min e. Li gor dîtina min, hilbijartina çîrokeke şexsî ji bo mijara fîlmekî ne pirsgirêk e, ew avantajeke. Lewra hûner qasî ku civatî ye, ewqas ji şexsî ye. Gava tu çîrokê hîs nekî, tu nikarî bi kesî bidî bawer kirin.

 

Çima navê fîlm “Bihuşta Zebeşan“ ye?

 

Gulîstan Acet: Lehenga çîrokê Mizgîna 8 salî ji kiryarên Hîzbullahê ditirse, lewra dixwaze beriya ku mezin bibe, bimire. Ji ber wê hertim dixwaze xwe bikujê û bigihije nîmetên bihuştê. Ew wisa dizane ku li bihuştê zebeş pirr in, lewra ew ji zebeşan pirr hez dike. Mîzgîn ji bo ku xwe ji dinyaya xeternak xelas bike, û zû xwe bigihijîne zebeşan, têkoşîneke dijwar dide.

 

Çima di fîlm de tenê zarok hene?

 

Gulîstan Acet: Ji ber ku dema em zarok bûn, ji bo me mezin tenê sedemên xirabiyan bûn. Kuştin, lêxistin, revandin, tev bi destê mezinan dibûn. Di vî fîlmî de min xwest ez jiyana zarokan, hestên wan û bandora mezinên wan ya li ser wan nîşan bidim. Min nexwest jiyana zarokan bi mezinan biherimînim.

 

Di pirraniya fîlmên Kurdan de, ku behsa kiryarên kuştinê yên kujer ne diyar dikin de, taksîyeke spî heye.

 

Gulîstan Acet: Torosa spî li Kurdistanê ji bo kiryarên Hîzbullahê û bûyerên kûjer ne diyar de îmgeyek e. Lewra ew ji bo sînemaya kurdî ji îmgeyek e. Her çiqas di fîlmên kurdî de torosa spî pirr tê bikaranîn ji, lê ew rastiyeke. Bikarneanîna torosa spî wê bibe kêmasîyek ji bo gotina çîrokê.

 

Ferît Karahan: Taksiya spî edî li cem Kurdan sendromeke, sendroma tirsê. Dibe ku bibe klîşe, lê di nav jiyanê de jî gellek klîşe hene. Bikaranîna wê û ji nû ve afirandina vêya girîng e. 

 

Îsal ji bilî we Pîran Baydemir jî xelat wergirt. Hûn di mihrîcaneke Tirkiyeyê de vê serkeftina sînemagerên Kurd çawa dinirxînin?

 

Gulîstan Acet: Ez bi navê Pîran Baydemir û Ferît Karahan ji pirr kêfxweş û serbilind bûm. Kurdan li vir hem di warê fîlmên dirêj û kurt de, hem jî fîlmên dokûmenter de xelat wergirtin. Ew jî ji bo hemû Kurdan cihê şabûn û serbilindiyê ye. Ew ji bo pêşveçûna sînemaya kurdî jî pirr baş e. Ne tenê Kurd, Tirk jî êdî bawer in ku sînemaya Tirkiyeyê bi pirranî li ser milê Kurdan dimeşe. Ji ber ku jiyana Kurdan ne wekî miletên din rehet û yek aheng e. Gava hûn Kurd bin, di rojekê de dibe ku her tişt werê serê we. Tiştekî din jî, li gorî min, ji ber ku Kurd hertim ji bilî çand û zimanên xwe herî kêm çand û zimanêkî din jî gellekî baş fêr dibin, nêrîna wan a jiyanê gellekî tûj û xurt e. Çîrokên xwe jî bi pirralî tînin ziman.

 

Ferît Karahan: Li gorî min sînema li cem Kurdan dinyayeke pirr nû ye û Kurd pirr birçî ne, ew serkeftin ji ber wê ye. Lê wergirtina me ya çend xelatan nayê wê wateyê ku sînemaya kurdî difire, pirr pêş ve diçe. Divê ew me serxweş nekê, hîn rêya me dirêj e.

 

 

Gelo di navbera dayîna wan xelatan û rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê de pêwendiyek heye?

 

Gulîstan Acet: Dibe ku reşwa siyasî ya dawî di mîhrîcanan de şansê Kurdan zêde kiriye. Edî Kurd ji tên dîtin, çav li wan nayên girtin. Sansûr û otosansûr kêm bûye, atmosfereke nerm pêkhatiye. Lê dîsa jî fîlmekî ne baş tenê ji bo xizmetkirina pêvajoyê nayê xelatkirin. Divê fîlm baş be.

 

Ferît Karahan: Miheqeq heye. Însan rojnameyan dixwînin, rewşa sîyasî dişopînin. Yên ku di juriyê da ne, wek min û te însan in, di bin bandora rewşa siyasî de dimînin.

 

Van salên dawî edî Kurd ji mihrîcanên fîlman pêktînin. Tekiliyên sînemaya kurdî û sînemagerên Kurdan ên li Tirkiyeyê û li beşên din yên Kurdistanê çawa ne?

 

Gulîstan Acet: Ez pêkanîna wan mîhrîcanan pirr pêwîst dibînim, lê ne bes in. Divê mîhrîcanên wek mîhrîcana Dihokê li her parçeyê Kurdistanê bên çêkirin. Sînema berhema hişmendiyeke giştî ye. Ew hişmendî encax bi hevxebata hemû parçeyên Kurdistanê dikare pêk werê. Divê sînemagerên çar perçeyên Kurdistanê bi hev re mihrîcanên navnetewî û mezin çêkin, da ku em dîsa perçeyên xwe yên wenda bigihijînin hevdu.

 

Ferît Karahan: Li gor min, hîn di navbera me de têkilî nînin. Her kes li herema xwe fîlman çêdike. Ez hêvîdar im di siberojê de em bikaribin bi hev re kar bikin.

 

Hûn di fîlmê xwe ‘Ketina Ji Bihûştê’ de behsa du jiyanan dikin. Jiyana keçeke tirk û ya keçeke kurd. We çima ev çîrok hilbijart?

 

Ferît Karahan: Ew çîroka du keçan e ku nakokiyên wan û civakê hene. Tirk û Kurd edî pirr dişibin hev û di heman atmosfera şer de dijin. Helbet janên Kurdan kûrtir in, berdêlên wan mezintir in, êşên ku Kurdan kişandine êşên hêwilnak yên dîrokê ne. Lê êşên dê û bavên Tirkan yên bêguneh jî mezin in. Gava em aştiyê bixwazin, divê em êşên yên hemberî xwe jî fêm bikin.   
  

 

Ez bawer dikim we ji bo vî fîlmî ji wezîrtiya Tirkiyeyê jî arîkarî wergirt. Çawa bûye ku wezîrtiya Tirkiyeyê arîkariyê bide fîlmekî kurdî?

 

Ferît Karahan: Wek juriya Antalyayê, li wê derê jî lijneyeke nîvserbixwe heye. Endamên wê lîjneyê ji pisporên sînemayê û însanên xwedî wijdan pêktên. Ew destekê didin.

 

Gava hûn li Antalyayê ji bo wergirtina xelatê çûn ser dikê, we got “bijî berxwedana Rojava.“ Çima we hewceyî bi vê gotinê dît?

 

Ferît Karahan: Ji ber ku Rojava ji bo min beriya her tiştî pirsgirêkeke wijdanî ye. Bi salan e li wê derê însan şer dikin û dimirin. Lê pirranîya raya giştî ya dinyayê vê yekê nabîne. Tirkiye jî di nav yên bêdeng de ye. Min helwesta xwe wisa anî zimên.

 

Ji bo sînemayê pere, sektor û bazar pêwist in. Ji ber ku edî parçeyekî Kurdistanê azad e, mirov dikare behsa hebûna sînemaya kurdî bike?  Hebûna Başûrê Kurdistanê çi bandor li ser sînemaya kurdî kiriye?

 

Gulîstan Acet: Helbet di van salên dawî de mirov dikare behsa sînemaya kurdî bike, ji ber ku gellek fîlm hatine kişandin. Edî Kurd bi fîlmên xwe di festîvalên navnetewî de jî cih digirin û serkeftî ne. Gellek derhêner, senarîst û lîstîkvanên kurd gihiştine. Lê sînema endûstriyeke, sektoreke, hê jî dewlemendên kurd, weqfên kurdî ku pereyên mezin ji bo sînemayê xerc bikin nîn in. Mixabin sînemagerên kurd hê jî bi arîkariya wezîrtiyên dewletên desthilatdar fîlmên xwe dikişînin.  

Ferît Karahan: Li gorî min em nikarin behsa sînemayeke kurdî bikin. Sînema li hemû dinyayê endûstriyeke, ev li cem Kurdan nîne. Divê torên belavkirin yên me û sînemayên me hebin. Beriya her tiştî divê temaşevanên me hebin, sendîqayên me hebin. Ew nîn in.