Babekir Zêbarî: Vegera Îdareya Rewa ya Şingalê di demeke pir girîng de pêk hat

31-10-2018
RÛDAW
Zêbarî: Heta îdareya Şingalê venegere, xelkê wir hest bi hebûna asayişê nake
Zêbarî: Heta îdareya Şingalê venegere, xelkê wir hest bi hebûna asayişê nake
Nîşan Babekir Zêbarî Şingal Îdareya Rewa ya Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê berê yê Rojavayê Dîcle û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Babekir Zêbarî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser vegera îdareya Yasayî û Rewa ya Şingalê bersiva çend pirsan da. Zêbarî got, “Heta Îdareya Rewa ya Şingalê venegere, xelkê Şingalê hest bi hebûna asayişê nake.”

 

Rûdaw: Vegera Îdareya Rewa ya Şingalê li gor çi rêkevtinê çêbûye?

 

Babekir Zêbarî: Vegera Rewa ya Şingalê, di demeke gelek girîng de ye, bi taybetî niha bo wê reşa niha li herêmê heye. Ji ber ku heta Îdareya Rewa ya Şingalê venegere, xelkê Şingalê hest bi hebûna asayişê nake, ew venegere jî hêviya vegerê jê nabe. Nêzikî %70-%80ê Şingalê wêran bûye. Avanekirina wî bajarî wiha kir ku beşeke zêde ji xelkê di kampan de were girêdan û nikaribe vegere. Lê gava îdareya rewa vegere û hemahengiyê li gel hikûmeta nû ya Iraqê û hêzên nav Şingalê bike, di wê baweriyê de me ku dê tiştekî baş be. Divê hemû aliyên li nav Şingalê bi hişyarî li gel hevdu tevbigerin.

 

Gelo vegera îdareya rewa vegera pêşmerge jî li xwe digire bo vê navçeyê, ti peywendiyek di navbera vê û bihêzbûna DAIŞê de heye an tenê encama rêkevtinên hikûmeta nû ye?

 

Ev rêkevtineke nû ye. Di destpêkê de pêngaveke baş nehat avêtin bo vegera îdareya rewa ya vî bajarî. Di wê baweriyê de me dê pêngava din a baş jî piştî vê were. Bêguman eger liv û tevgerên DAIŞê zêdetir bibin, pêwîstî bi hêzên pêşmerge jî dike. Di heman demê de hêzeke gelek baş a pêşmerge jî li Şingalê heye, eger pêwîst bike hevkariyê li gel hikûmetê dikin, daku bi hevdu re şerê DAIŞê bikin.

 

Gelo pêşbîniya berteka Heşda Şeibî û PKKê dikin, ku karibin pirsgirêkê bo îdareya Şingalê derxînin?

 

Ew hêzên li wir, hemû Êzidî ne, çi ewên li gel PKKê, çi ewên li gel Heşda Şeibî, çi jî ewên li gel me û xelkên din. Divê gelek hişyar bin û karîgeriyê li ser hevdu nekin. Miletê xwe nekin qurbaniyê berjewendiyê xwe yê şexsî û partiyê, tekez divê wan berjewendiyan bikin qurbaniya milet, Divê gelek hişyar bin.

 

Gelo ev vegerîn destpêkek e bo asayîkirina rewşa Kerkûkê jî an tenê bo Şingalê taybet e?

 

Ev bo Şingalê taybet e. Lê bi baweriya min pêngaveke baş e, ji ber ku hikûmeta nû ya hatiye ser kar, hikûmeteke aktîf e, hikûmeteke cidî ye û cenabê Dr. Adil Ebdulmehdî xemxwar e li ser çareserkirina pirsên ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de hene.  Di daxuyaniyekê de jî diyar kir ku bi wî xweş e ew di demeke zûtir de wan kêşeyan çareser bike.

 

Eger DAIŞ li herêmên nêzikî pêşmerge bi hêz bibe, dê çi rûbide? Pêşmerge çi amadekarî kiriye,  gelo dê wek 2014a bi serê me de were û nêzikî Hewlêr û Duhokê bibin?

 

Pêşmerge li seranserê sînorên xwe yên lii Herêma Kurdistanê xwediyê sengerên xurt in. Li beramberî vê jî artêşa Iraqê, Heşda Şeibî, Polîsê Federal, Dijteror û Hêzên Bersivdana Bilez hene, berê wan li sengerên pêşmerge ne. Herdu alî di sengeran de li hemberî hevdu ne, wate DAIŞ ketiye paş wan û li hemberî me jî hêzên Iraqî hene. Eger DAIŞ êrîş bike, divê di ser wan re derbas bibe û bigihê sengerên me. Pêşmerge jî bo her egerekê amade ye.

 

Pêşbînî dikin ku DAIŞ êrîşê ser wan herêman bike?

 

Hemû îhtimal heye lê ew DAIŞê ku berê şerê pêşmerge dikir, êdî nemaye. Ew pêşmergeyê ku di destpêkê de rastî êrîşa DAIŞê hat û şok bû jî nemaye. Pêşmerge tekez niha xwedî ezmûn in û qet ne pêkan e ku DAIŞ karibe serkevtî bibe.

 

Hêzên Iraqî jî heman hêzên her carê ne? An di wan de jî guherîn çêbûne?

 

Wan jî gelek şerê DAIŞê kir lê ev sê sal in ez ne li wir im û nizanim xurtî, hêz û lojîstîka wan çawa ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst