Mesut Yegen: Azadîxwaziya ciwanên Kurd ne tercîh e, mijara man û nemanê ye
Lêkolîneke berfireh a li ser ciwanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eşkerekirin.
Enstîtuya Lêkolînan a COREyê ku navenda wê li Stenbolê ye, encamên lêkolîna xwe ya li ser ciwanan û demokrasiyê bi raya giştî re parve kir.
Rapor bi sernavê “Li ser Têkiliya Pirdengî û Nirxên Demokratîk ên Ciwanan” hat belavkirin.
Amarên lêkolînê bi rapirsiyên rûbirû yên li gel 2 hezar û 401 ciwanan li 21 bajaran, hevpeyvînên li gel 30 kesan û hevpeyvînên komî yên li gel 9 koman hatine berhevkirin. Ji sedî 50,2yê beşdaran jin û ji sedî 49,8ê wan mêr in. Ji sedî 23ê beşdaran jî diyar kiriye ku zimanê wan ê dayîkê Kurdî ye.
Piraniya ciwanan Pirrsgirêka Kurdan nas dikin lê bi şik û guman nêzîkî pêvajoya çareseriyê dibin. Ji sedî 40ê ciwanan qebûl dikin ku li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurdan heye lê ji sedî 27ê wan dibêjin ku êdî pirsgirêkeke wiha nemaye.
Ji sedî 40ê ciwanan pêvajoyê bi erênî dinirxînin lê ji sedî 21ê wan li dijî pêvajoyê derdikevin.
Tîma Rûdawê di civîna eşkerekirina raporê de amade bû û li ser encamên raporê û pêvajoya çareseriyê bi lêkolînerê Enstîtuya Lêkolînan a COREyê Prof. Dr. Mesut Yegen re axivî.
Akademîsyen Mesut Yegen pirsên me yên li ser mijarê bersivandin.
Rûdaw: Mamoste Mesut, di serî de hûn bi xêr hatin weşana me. Niha we jî li ser raporê gotarek pêşkêş kir. Gelo di çarçoveya giştî de tabloyeke bi hêvî derdikeve holê? Yanî hem ji bo ciwanên Kurd hem jî ji bo ciwanên Tirk. Helbet encamên pir ji hev cuda jî derketine holê. Yanî ji aliyekî ve ciwan neteweperest in, ji aliyekî ve jî azadîxwaz in. Hûn encamên vê lêkolînê çawa dinirxînin?
Mesut Yegen: Yanî niha li Tirkiyeyê ji bo ciwanan hin bîr û bawerî hene. Tê gotin ku ciwan bi siyasetê re eleqedar nabin, ciwan bi derdê kesî re xemxwar nabin. Yanî ew di cîhana xwe de dijîn, bê liv û tevger in, bêmereq in. Encamên lêkolînê van tiştan zêde erê nakin. Encamên lêkolînê nîşan didin ku ciwan di navbereke navîn de ne. Ji loma jî ya rast ew ew qasî bi meseleyên cîhanê re bê eleqe nînin. Ew ditirsin, dema ku ew bi wan mijaran re eleqedar bibin, dê tiştek bê serê wan an na û wekî nifşên berê yên polîtîk naxwazin hemû jiyana xwe weqfî siyasetê bikin.
Ji vê zêdetir dixwazin bi qismî bi siyasetê re mijûl bibin. Ji ber vê jî, rast nîne ku mirov bêje ev ciwan bi kêrî tiştekî nayên û ciwan bi dinyayê re eleqedar nabin. Ew dixwazin li gorî şêwaza xwe eleqedar bibin. Wekî encama yekem ez dikarim vê bêjim.
Dema em li 20 salên dawî yên Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin meyla ku di nav ciwanan de zêde dibe, neteweperestiya Tirk û Ataturkperestî ye. Ji ber wê jî hem ew hinekî ji çepgiriyê dûr dikevin, hem jî wekî berê Îslamperestî ji wan re balkêş nayê. Em çavdêriyê dikin ku gelek ciwan, ber bi neteweperestiya Tirk û Ataturkperestiyê ku wekî xaleke hevbeş dibînin ve diçin. Ev yek di heman demê de rê vedike ku ew bêhtir ji nirxên lîberal û azadîxwaziyê dûr bikevin.
Rûdaw: Dema em li ji nêvî zêdetirê ciwanên Kurd dinêrin, helbet di raporê de sernaveke cuda wekî “ciwanên Kurd” cih nagire lê ciwanên Kurd bêhtir azadîxwaz û demokrat in. Tîma raporê jî ev yek anî zimên. Divê mirov vê çawa binirxîne? Ev dane çi îfade dike?
Mesut Yegen: Ev diyar dike ku Kurd neçar in demokrat û azadîxwaz bin, ji ber ku can û jiyana wan sed sal in li vî welatî di bin zor û zextan de ye. Ev sed sal in nasnameya wan tê înkarkirin. Ji ber vê yekê, ji bo ku Tirkiye bibe ew welatê ku nasnameya Kurdî bê qebûlkirin û mirov di bin zordariyê de nejîn, lazim e ku Tirkiye bibe welatekî zêdetir azad, zêdetir lîberal. Her wiha divê zêdetir xwe nêzîkî nirxên Ewropayê bike. Ji ber vê sedemê jî, nêzîkbûna ciwanên Kurd a li nirxên lîberal û demokratîk, tiştekî tê fêmkirin e. Ji bo wan ev ne tenê mijareke siyasî ye lê her wiha mijareke man û nemanê ye.
Ev trend, bi taybetî di 20-30 salên dawî de, li nava Tirkiyeyê heye. Wekî mînak têgihiştin û piştgiriya endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê, her dem di nav ciwanên Kurd de zêdetir bûye. Ev rewş jî berdewam dike û divê wekî encameke xwezayî jî were fêmkirin. Lewra Kurd li vî welatî di bin gefê de ne. Ji loma jî Kurd dixwazin ku ev welat bibe xwedî nirxên azad û lîberal da ku karibin tê de bi rihetî bijîn.
Rûdaw: Mamoste, herî dawî dixwazim bêm ser pêvajoya çareseriyê. Bi vekişîna PKKyê ya ji Tirkiyeyê, pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Komîsyona Parlamentoyê civînan li dar dixe. Heyeta Îmraliyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Ji vir û şûn de bi awayekî berbiçav ji pêvajoyê çi tê hêvîkirin? Hûn qonaxa nû çawa dinirxînin?
Mesut Yegen: Bi serokatiya Sabrî Ok civîna gerîlayên PKKyê ya hefteya borî li Başûrê Kurdistanê ji du aliyan ve pir girîng bû.
Ya yekem, di hefteyên dawî de gelek nîşane hebûn ku didan xuyakirin pêvajo xitimî ye lê ev pirs ji holê rabûn.
Ev civîn ji vî alî ve gelek girîng bû. Her wiha da xuyakirin ku qonaxa yekem a pêvajoyê, yanî vekişîn, bi dawî bûye. Ji ber vê jî êdî dema gavavêtina Tirkiyeyê ye. Niha tê çaverêkirin ku êdî yasaya çareseriyê yan jî "yasaya PKKyê" bê amadekirin.
Wekî xuya ye, Komîsyon di rojên dawî de li ser vê mijarê civînên xwe yên dawî li dar dixe. Îhtîmaleke mezin, ew dê projeyasayên ku berê hatine amadekirin gotûbêj bike û pêşkêşî parlamentoyê bike. Tişta ku hîn ne zelal e ev e; em niha bi rastî bawer in ku ev pêvajo dê bi ser bikeve. Jê veger nîne lê li vir du pirsên bingehîn hene:
Yekem, gelo dê ev yasa ewqasî berfireh be ku hemû gerîlayên PKKyê bi dilxwazî karibin vegerin welat û bi awayekî asayî tevlî siyasetê bibin? Wekî dewlet dibêje, dê bi yasayê karibin "entegreyî" civakê bibin? Yanî, dema gerîlayên PKKyê vê yasayê bibînin, dê bêjin; ‘Erê, em dikarin bi dilrihetî vegerin welat û di her deverê de siyasetê bikin?’
Ya duyem jî, gelo dê ev yasa rê li ber gavên din ên demokratîkbûnê veke an na? Ez ji mijara yekem hêvîdar im lê di mijara duyem de ez zêde ne bi hêvî me lê ya rast hewcedarî bi her duyan jî heye.
Bi kurtasî, dema ev yasa derkeve, divê karibe gerîlayên PKKyê û kesên li Ewropa û Qendîlê ne jî li xwe bigire da ku ew vegerin welat. Di heman demê de, divê ev yasa bi reformên din ên demokratîk re jî bş piştgirîkirin da ku pêvajoyeke rastîn a aştiyê pêk were.
Rûdaw: Spas mamoste, mala te ava.