Agahiyên zêdetir li ser kuştina xwendekara kurd li Ormiyê

03-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derket holê ku keça kurd a xwendekar a Ormiyê Şeyda Hatemî, hatiye kuştin nek bixwe xwe kuştiye. Xwendekarên zanîngeha Ormiyê jî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan.

Roja 1ê Adara îsal keçek kur a bi navê Şeyda Hatemî ku xwendekara beşa jeolojiyê ya zanîngeha Nazlû ya Ormiyê bû, li jora xwe ya razanê mirî hatibû dîtin.

Jêderekî ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nexwest navê wî were eşkerekirin, agahiyên zêdetir li ser çawaniya kuştina Şeydayê da Rûdawê.

Li gorî agahiyan, zanîngeha Nazlû malbata Şeydayê ku li gundê Noyê yê Ormiyê dijîn, agahdar nekirine, ji ber ku malbata wê bi rêya hevalên Şeydarê re ji kuştina wê xeberdar bûne, paşê birayek û xûşkek wê diçin zanîngehê lê ji wan re dibêjin, Şeydayê bixwe xwe kuştiye û termê wê jî radestî pijîşkiya qanûnî hatiye kirin.

Li ser vê esasî, xûşk û birayê wê diçin pijîşkiya qanûnî lê li wir ji wan re dibjin, termê Şeydayê nehatiye ba wan. Ji ber wê jî ew neçar dimînin serî li nexweşxaneya Xumêynî ya bajarê Ormiyê didin û li wir li pey termê xûşka xwe digerin.

Di wê demê de xûşk û birayê Şeydayê dibînin ku termek li ser brankaredekî ye û ber bi morgê vet ê veguhestin. Diçin dibînin ew termê Şeydayê ye, paşê diçin cem polîs û dozê vedikin û daxwaza şopandina bûyera kuştina Şeydayê dikin.

Piştra termê Şeyda Hatemî dibin pijîşkiya qanûnî û piştî ku termê wê tê şûştin tê dîtin ku pişta serê wê hatiye şikandin her wiha tiliyek wê jî hatiye şikandin û rûçkê wê jî reş û mor bûye û cihê dest û tiliyan li ser gerdana wê heye.

Li gorî agahiyên wî jêderî, di dema kifinkirinê de tê dîtin ku stûyê Şeydayê hatiye şikandin û zêrên wê jî pêve nebûne.

Hat zanîn, malbata Hatemî bi rêya parêzerê xwe dosyeyê dişopîne.

Her wiha hat zanîn, îro (03.03.2014) li zanîngeha Ormiyê ya bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, li dijî kuştina Şeyda Hatemî, xwepêşandanek ji aliyê xwendekaran ve hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de ku bi sedan xwendekar beşdar bûn hat xwestin bûyera kuştina Şeyda Hatemî bê zelalkirin û qatil/ên wê werin eşkerekirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst