Berpirsekî PDKê: YNK li hember avakirina kabineya nû dibe asteng
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Ofîsa Ragihandin û Rewşenbîrî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Salar Osman derbarê karên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê de ragihand ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ber avakirina kabineya nû ya Herêma Kurdistanê de asnteng e, û got: “Em niha dibînin ku demokrasî nîne û ev nêrîn û helwest zêde girîng bi proseya hilbijartinan nade.”
Endamê Ofîsa Ragihandin û Rewşenbîrî ya PDKê Salar Osman beşdarî bultena Rûdawê bû derbarê hewldanên pêkanîna kabineya nû ya Herêma Kurdistanê de axivî.
Salar Osman anî ziman ku YNK li hemberî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê dibe asteng û wiha pê de çû: “Di navbera aliyan de li ser mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê de danûstandin ş hevdîtin berdewam in. Lê wek pirsgirêkên avakirina hikûmetên berê niha jî pirsgirêk hene. Ez di wê baweriyê de me ku avakirina kabineya nû dê wek kabiniyên berê dereng bikeve.”
Osman YNKê bi li hemberî avakirina hikûmeta nû dibe asten tohmet dike û dibêje: “Em niha dibînin ku demokrasî nîne û ev nêrîn û helwest zêde girîng bi proseya hilbijartinan nade. PDKê di hilbijartinên sala 1992yê de ji sedî 51 û YNK ligel Partiya Zehmetkeşan ji sedî 49ê dengan wergirtibûn. Wê heyamê jî YNKê proseya hilbijartinê red kiribû û ji ber vê yekê pirsgirêk derketibûn. Lê Barzanî bi hîkmeta xwe got em rûyeke ciwan nîşan cîhanê bidin û bila proseya hilbijartina yekem a me bi serkevtî be daku cîhan jî piştgiriya me bike. Bi vî awayî biryar da ku encam bibe ji sedî 50 û 50.”
Endamê Ofîsa Ragihandin û Rewşenbîrî ya PDKê da zanîn ku ligel Goran aliyên din ên siyasî bi erênî nêzîk proseyê dibin û rêzê ji îradeya dengdêran digirin.