ROJAVA - Li dijî baregeha hêzên Rûsyayê êriş pêk hat
Hewlêr (Rûdaw) – Li gor çavkaniyên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê, di yekemîn roja sala 2021 de li dijî baregeha Rûsyayê ya li gundewarê bajarokê Eyn Îsayê êriş pêk hat û hêzên Rûsyayê bersiva êrişkaran dane.
Medayaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ragihandiye, êriş xwekujî bûye û pênc çekdaran xwastine bi otomobîleke bombekirî derbasî nav baregeha hêzên Rûsyayê li Til Semenê ku dikeve başûrê bajarokê Eyn Îsayê bibin.
Li gor zanyariyan, hêzên Rûsyayê bersiva êrişkaran dane û hewldana wan a ketina hundirê baregehê têk birine, ji ber wê jî otomobîla bombebarkirî li deriyê têketina baregehê teqiyaye û tevahiya êrişkaran hatine kuştin.
Derbarê bûyerê de hêzên Rûsyayê hêj ti daxuyanî nedane û hûrgiliyên êrişê bi fermî û berfireh hêj nehatiye zanîn.
Bajarokê Eyn Îsa navenda îdarî-siyasî ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ew dema bêtirî mehekê ye, ku hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve êrîşên xwe bo ser vî bajarokî gelek zêde kirine.
Piştî zêdebûna êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve bo ser Eyn Îsayê, hin zanyarî û raport derbarê wê yekê de belav bûn, ku li gor wan agahiyan, Rûsya fişarê li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike ku li hember êrişan, vî bajarokî radestî hikûmeta Sûriyê bike. Berpirsên HSDê û Rêveberiya Xweser jî ew zanyarî piştrast kirine, lê diyar kirine ku HSDê radestkirina Eyn Îsa red kiriye.
Têkildarî êrişa îro ya li gundewarê Eyn Îsa ya li dijî baregeha hêzên Rûsyayê, HSDê û saziyên ewlehî yên Rêveberiya Xweser hêj ti agahî belav nekirine û ti daxuyanî jî nedane.
Li ser hin malperên Erebî yên Sûriyê û herwiha medyayên civakî daxuyaniyek li ser navê grûpek bi navê Huras el Dîn (Zêrevanên Olê) hatiye belavkirin, ku têde ev grûp berpirsyariya êrişa îro ya li dijî hêzên Rûsya li gundewarê Eyn Îsa li xwe girtiye, lê belê hêj daxuyanî nehatiye piştrastkirin.