Kesayetiyekî navdar ê Herêma Efrînê koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên ku li ser Tora Medyaya Civakî ya Efrînê belav bûne, diyar dikin ku welatiyê Kurd ê xelkê Herêma Efrînê, Mihemed Ibrahîm Silo, li Holendayê koça dawî kir.

Li gorî heman zanyariyan, Mihemed Ibrahîm Silo li Efrînê û di nava xelkê de kesayetiyekî navdar û cihê baweriyê bûye.

Mihemed Ibrahîm Silo herwiha zêringerekî navdar û xwediyê kevntirîn cihê firotina zêran li Efrînê bû.