Di 11 mehan de 3,4 milyon geştyar hatine Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku di 11 mehên 2025an de 3 milyon û 400 hezar geştyaran parêzgeha Hewlêrê ziyaret kiriye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw şeva çarşemê li ser amarên geştyariyê daxuyaniyek da.
Umêd Xoşnaw diyar kir ku li gorî amarên Birêvebiriya Geştûguzarê, ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an heta 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an, 3 milyon û 400 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kiriye.
Xoşnaw destnîşan kir ku di meha dawî ya salê de jî hejmara geştyaran zêdetir bûye.
"Hikumetê hewl daye vê sektorê bi pêş bixe"
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku wan girîngiyeke baş daye sektora geştyariyê û got:
"Hikumetê hewl daye sektora geştyariyê bi pêş ve bibe, her wiha ji bo veberhênerên vê sektorê jî asankarî hatine kirin."
"Di nava 24 saetan de dikarin ziyaret bikin"
Umêd Xoşnaw derbarê hatina komên geştyarî yên ji bo Hewlêrê jî axivî û got:
"Berê tenê dikaribûn bi roj werin Hewlêrê, niha 24 saet asankariya baş ji wan re tê kirin û dikarin ziyaret bikin."
Li parêzgeha Hewlêrê binesaziyeke berfireh a geştyariyê heye.
Li bajêr hezar û 611 cihên manê hene ku ji wan 445 otêl û motêl in û 47 jî gundên geştyariyê ne.