Li Bakurê Kurdistanê rêyên bi hezaran gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Şirnex, Êlih, Mêrdîn û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 3 hezar û 450 gundan hatine girtin.

Li tevahiya Bakurê Kurdistanê, 3-4 roj in pêleke berfê dest pê kiriye û jiyana rojane ya xelkê gelekî zehmet bûye.

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs, Çewlîg, Xarpêt, Sêrt, Şirnex, Êlih, Mêrdîn û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêyên 3 hezar û 450 gundan hatine girtin û jiyana welatiyan gelekî zehmet bûye.

Wan

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 671 gundan hatine girtin û xebatên vekirina rêyan didomîn.

Rêya Colemêrg û Çelê ji ber aşûtê hat girtin

Li navenda bajarê Colemêrgê stûriya berfê gihiştiye 50 santîmetreyî û li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêyên 357 gundan hatine girtin.

Her wiha rêya parêzgeha Colemêrgê û navçeya Çelê ji ber aşûtê hat girtin.

Li navçeyên Gever, Şemzînan, Rûbarok û Çelê jî berfeke zêde dibare û jiyan gelekî zehmet bûye.

Ji ber berfê li ser rêya Gever û Şemzînanê û Şemzînan û Rûbarokê jî pirsgirêkên trafîkê çêdibin.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur ragihand, li tevahiya Mûşê ji ber berfê rêyên 344 gundan hatine girtin û welatî mexdûr nebin xebatên vekirina rêyan hatine destpêkirin.

Bedlîs

Li parêzgeha Bedlîsê jî ji ber berfê rêyên 335 gundan hatine girtin.

Tîmen Îdareya Taybet a Bedlîsê ji bo vekirina rêyên gundan dest bi xebatan kir.

Çewlîg

Li Çewlîg û navçeyên wê jî jiber berf û pûkê rêyên 272 gundan hatine girtin.

Ji bo vekirina rêyan 110 karmend bi 53 wesayîtan kar dikin.

Xarpêt

Li navenda parêzgeha Xarpêtê rêyên 121 gundan û li navçeyên wê jî rêyên 415 gundan hatine girtin.

Ji bo vekirina rêyên 536 gundan tîm xebatên xwe berdewam dikin.

Sêrt

Li parêzgeha Sêrtê û navçeyên wê jî rêyên 234 gundan hatine girtin û xebatên vekirina rêyan didomin.

Êlih

Li parêzgeha Êlihê rêyên 507 gundan hatine girtin û xebatên vekirinê bênavber berdewam dikin.

Mêrdîn

Li parêzgeha Mêrdînê jî rêyên 120 gundan hatine girtin û ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan hatiye kirin.

Şirnex

Li parêzgeha Şirnexê jî rêyên 74 gundan ji ber berfê hatine girtin û li navenda bajêr stûriya berfê gihiştiye 40 santîmetreyî.

Tîmên Saziya Rêyên Bejahî û Îdareya Taybet a Bajêr dest bi xebatên vekirina rêyan kiriye.

Li navçeya Elkê jî stûriya berfê nêzîkî metreyekê bûye û elektrîk qut bûye û jiyana welatiyan gelekî zehmet bûye.

Welatî bi derfetên xwe berfa li ser banê xwe paqij dikin.