Mîtînga ji bo Ocalan hat bipaşxistin: Sedem çi ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Mîtînga bi navê "Hêvî û Azadî" ku ya ji bo Abdullah Ocalan dê li Ameda Bakurê Kurdistanê bihata lidarxistin, ji ber şert û mercên xirab ên avhewayê hat bipaşxistin.
Biryar bû 4ê vê mehê li Amedê bi pêşengiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û çend saziyên din mîtîngeke bi navê “Hêvî û Azadî” were lidarxistin.
Hat ragihandin ku mîtîng ji ber rewşa xirab a avhewayê hatiye bipaşxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk, li avahiya şaxa Amedê ya DEM Partiyê derbarê mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist.
"Ji ber sir û seqemê me biryar da"
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di civînê de bal kişand ser xebatên ji bo mîtîngê û got:
"Biryar bû di meha Kanûna Paşîn de mîtîngek were lidarxistin.
Tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî xebatên me berdewam kir.
Di encama van xebatan de daxwazeke zelal a gel derket pêş, ew jî azadiya Birêz Ocalan e.
Lê ji ber sir û seqemê, me biryar da ku mîtîngê demeke din li dar bixin.
Xebatên me yên ji bo lidarxistina mîtîngê di dîrokeke guncav de dê berdewam bikin."
Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglu û ya Tirkî jî ji aliyê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ruçem Vefa Elyakutê ve hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Mîtînga me ya 'Hêvî û Azadî' ku dihat plankirin roja 4ê Kanûna Paşîn a 2026an bê lidarxistin, ji ber şert û mercên giran ên zivistanê hat bipaşxistin.
Pêvajoya amadehiyê nîşan da ku daxwaza ji bo azadiya Ocalan di nav hemû beşên civakê de bi xurtî deng vedaye.
Ji ber vê yekê, mîtîng hîn nehatibe lidarxistin jî, li aliyekî gihîştiye armanca xwe.
Em spasiya gelê xwe û hemû pêkhateyên xwe dikin ku şev û roj ked daye."
Tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de dîroka nû ya mîtîngê ji aliyê saziyên amadekar ve ji raya giştî re were ragihandin.