Kesekî ji Başûr li ser sînorê Bakurê Kurdistanê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, li nêzîkî gundê Robozîkê yê navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ji Başûrê Kurdistanê di nav berfê de mir.

Li ser sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, li nêzîkî gundê Robozîkê yê navçeya Qilabanê bûyereke dilêş qewimî.

Kesekî ji Başûrê Kurdistanê ku dixwest derbasî aliyê Bakur bibe, di nav berfê de asê ma û canê xwe ji dest da.

Malbatê Muxtar agahdar kir

Muxtarê gundê Ronozîkê Sebrî Encû ji Rûdawê re behsa bûyerê kir.

Sebrî Encû diyar kir ku malbata wî kesî pêwendî bi wî re kiriye û jê re gotiye ku kurê wan herî dawî dema bi wan re axiviye, ragihandiye ku ew nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî gundê Robozîkê, di navbera du xalên leşkerî de asê maye û rewşa wî nebaş e.

Piştî wê peywendiyê, têkiliya wî kesî bi malbata wî re qut bûye.

Bi dronan lêgerîn hat kirin

Sebrî Encû da zanîn ku wî li ser agahdarkirina malbatê saziyên pêwendîdar agahdar kirine û got:

"Hêzên ewlehiyê û tîmên pêwendîdar li cihê ku malbatê ji me re gotibû dron firandin.

Di encama xebatan de termê wî kesî nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî gundê Robozîkê li devera Heftenînê hat dîtin."

Ji ber berfê term nayê anîn

Muxtarê gundê Robozîkê amaje bi wê yekê kir ku niha li gund nêzîkî du metreyan berf heye.

Her çi qasî termê wî kesî hatibe dîtin jî ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê û berfa zêde, tîman heta niha nekarîne term ji wê deverê bînin.

Hat ragihandin ku piştî baştirbûna rewşa hewayê, tîmên pêwendîdar dê ji bo anîna termê wî dest bi xebatan bikin.