Li Wanê krîza 'Perperok'ê: Qeyûm tabelaya Kurdî daxist
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, birêvebirya qeyûm tabelaya pêşdibistana bi navê "Perperok"ê daxist û li şûna wê tabelaya Tirkî daliqand.
Derket holê ku birêvebiriya qeyûm tabelaya pêşdibistana zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê guherandiye.
Tabekeya ku li ser "Perperok" hatiye nivîsandin hat rakirin û li şûna wê tabelaya "Kreş ve Gunduz Bakimevi” (Kreş û Mala Lênêrîna Rojane) hat daliqandin.
Berê jî hatibû daxistin
Pêşdibistana bi navê Perperokê sala 2015an ji aliyê şaredariya BDPyî ve hatibû vekirin û wekî yekemîn pêşdibistana Kurdî ya Wanê derbasî dîrokê bibû.
Qeyûmê ku sala 2016an tayînî şaredariyê hatibû kirin, tabelaya pêşdibistanê daxistibû û li şûna wê tabelaya Tirkî daliqandibû.
Di hilbijartinên 2024an de dema DEM Partî hat ser kar, tabela ji nû ve hatibû daliqandin.
Ji bo zarokên 0-6 salî hatibû vekirin
Li Pêşdibistana Perperokê ku kapasîteya wê 90 zarok in, odeyên drama, sînema, muzîk, dans, satrenc û revîrê û qada lîstika zarokan hene.
Pêşdibistana ku her poleke wê ji bo 18 kesan hatiye çêkirin, hatibû plankirin ku xizmetê bide zarokên ku temenê wan di navbera 0-6 salî de ne.