Li Hewlêrê qesabxaneyek hat girtin: Goştê roviyan difirot
Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamiya Navenda Hewlêrê ragihand ku qesabekî rovî ser jê kirine û goştê wan firotiye û dikana wî hatiye girtin.
Qaymeqamê Navenda Hewlêrê Nebaz Ebdulhemîd ji Rûdawê re da zanîn ku di çarçoveya xebatên komîsyonên hevpar ên Qaymeqamiyê û kontrolkirina bazaran de, hatiye tesbîtkirin ku qesabxaneya bi navê "Bawkî Hîkmet" bi dizî û neyasayî rovî ser jê kirine û goştê wan firotiye welatiyan.
Nebaz Ebdulhemîd diyar kir ku "Ev ajel aîdî xwezaya Kurdistanê ye û destûr nayê dayîn ku ajelên wiha bên serjêkirin" û got:
"Cihê kar hat girtin û derbarê xwediyê wê û kesên li wir dixebitin kar û barên yasayî hatin destpêkirin."
Qaymeqamê Hewlêrê eşkere kir ku ev cure ajel kovî ne û bi ti awayî destûr nayê dayîn ku bên serjêkirin û firotin, ji ber ku ev hem binpêkirina jîngehê ye û hem jî ji bo tenduristiya giştî metirsî ye.
Ebdulhemîd tekez kir ku kontrolên bazarê û xebatên ji bo parastina ewlehiya welatiyan dê bidomin û her cihê kar ê ku li gorî rêzikan tevnegere dê cezayê yasayî lê were birîn.