AMED - Gurên birçî daketin nav bajêr

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê gurên ku bi barîna berfê re birçî man daketin navenda bajêr û bûn sedema tirsê.

Welatiyan ew kêlî bi kamerayên telefonên xwe qeyd kirin û li ser medyaya civakî parve kirin.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, bûyer li Taxa Pîrînçlîkê ya navçeya Peyasê rû daye.

Hat ragihandin ku bi şev 4 gur li nêzîkî cihên niştecihbûnê hatine dîtin.

Li gorî agahiyan, gurên ku birçî mabûn demekê li wê derê man û piştre ber bi çolterê ve dûr ketin.

Dîmenên guran zû di nav bikarhênerên medyaya civakî de belav bûn.

Li Farqînê jî daketibûn nav bajêr

Beriya vê bûyerê bi rojekê, li navçeya Farqînê jî gurên birçî bi şev daketibûn nav bajêr.

Ew gurên ku li derdora axuran digeriyan di kamerayên ewlehiyê de xuya bûbûn.