Li Şaxê aşût: Kesek winda ye, 22 mal hatin valakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama ketina aşûtê de kesek winda bû û kesek jî birîndar bû.
Ji ber metirsiya aşûtê 22 mal hatin valakirin.
Li navçeya Şaxê serê sibehê li du cihan aşût ket.
Di encama aşûtê de zerereke mezin gihîşt hinek xaniyan.
Mal di bin aşûtê de man
Li gorî agahiyan, li Kolana Sultanê aşût bi ser malên Fahrettin Şavan û Sadun Şavan de hat.
Di vê bûyerê de kes birîndar nebû lê mal tijî berf bûn û zerereke madî ya mezin çêbû.
Rayedaran ji ber ku metirsiya aşûtê didome, biryara valakirina 22 malên li taxê da.
Welatiyên ku malên wan hatin valakirin, bi awayekî demkî li pansiyonên dibistanan hatin bicihkirin.
Kesek wenda ye
Hat ragihandin ku di heman saetan de li taxeke din jî aşût çêbûye.
Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de kesek birîndar bûye û kesek jî winda ye.
Gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin û xebat didomin.
Hişyariya keşnasiyê
Li aliyê din hat diyarkirin ku li navçeya Şaxê rêya 105 cihên niştecihbûnê girtî ye.
Birêvebiriya Herêmî ya 14an a Keşnasiyê jî ji bo herêmê hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li navçeyên başûrê Wanê berfeke zêde tê pêşbînîkirin û li deverên çiyayî metirsiya aşûtê heye, loma divê welatî baldar bin.
#VÎDEO - Li Şaxê aşût çêbû û inek di bin berfê de ma
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 1, 2026
❄️ Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê aşût çêbû û jinek di bin berfê de ma
❄️ Li gorî agahiyan, berf di pencereyeke biçûk re ketiye nava malekê û hundirê malê tijî berf bûye
❄️ Tîmên pêwendîdar ji bo… pic.twitter.com/SBM09s2Rmq