Jina ku di bin aşûtê de mabû bi birîndarî hat xilaskirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, jina ku di bin aşûtê de mabû bi birîndarî hat xilaskirin.

Li navenda navçeya Şaxê, jinek dema li hewşa mala xwe bû aşût ket û di bin aşûtê de ma.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê,  AFAD, agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Bi xebata ekîban jina ku di bin aşûtê de mabû, hat derxistin.

Ji aliyekî din ve li navenda navçeyê li Kuçeya Sultanê ya li Taxa Menderesê jî serê sibehê bi ser malekê de aşût hat.

Hat tesbîtkirin ku li navçeyê rîska aşûtê heye û lewma biryar hat dayîn ku hin mal bi awayekî demkî bên valakirin.

"Niha di bin aşûtê de ti kes nemaye”

Parêzgarê Wanê Ozan Balci jî ragihand ku piştî agahdarkirinê hemû ekîb şandin herêmê.

Ozan Balci bal kişand ku piştî nirxandina rîska şepeyê, ji bo ewlehiya canê welatiyan biryar hat dayîn ku hin mal bên valakirin û got:

"Li taxeke li dervayî navçeyê bi ser hewşa malekê da aşût hat û welatiyeke me di bin de ma.

Bi xebata ekîbên me welatiya me bi birîndarî hat xilaskirin. Ekîbên me li herêmê xebatên xwe didomînin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me niha di bin aşûtê de kesek nemaye.

Ji ber her îhtimalê ekîbên me li qadê xebatên xwe didomînin."