Li Rihayê rê li barhilgiran hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berf, pûk û qeşayê hemû rê û otoban ji barhilgiran re hatin qedexekirin.
Li Bakurê Kurdistanê 4-5 roj in pêleke berfê dest pê kiriye û rêyên bi sedan gundan hatine girtin.
Li rêyên sereke yên nav bajaran jî pirsgirêkên trafîkê zêde bûne.
Parêzgariya Rihayê ragihand ku heta biryareke nû li tevahiya parêzgehê ji ber berf û pûk û qeşayê hemû rê û otoban ji bo hatin û çûna barhilgiran hatine qedexekirin.
Her wiha derketina otomobîlên ku zincîrên zivistanê girê nedane jî hatiye qedexekirin.
Rêyên Amed û Mêrdînê
Ji aliyê din ve rêyên di navbera Riha û Amedê û Riha û Mêrdînê ji her du aliyan ve ji çûn û hatina barhilgiran re hatin girtin.
Hat diyarkirin ku barhilgir dê li 12emîn kîlometreya rêya Riha û Mêrdînê li qada benzînxaneyekê bêne rawestandin.
Rêyên Siwêreg-Çêrmûg û Siwêreg-Wêranşarê jî bi temamî ji hatûçûnê re hatine girtin.