Piştî şerê DAIŞê ew fermande dê bên dadgehîkirin

01-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lêjneya Pêşmerge, Şehîd û Mexdûrên Jenosîdê ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, hinek fermandeyên Pêşmerge ku di şerê DAIŞê de bûne sedemên şikestinê, dê bên darizandin. Fermandeyekî Pêşmerge jî dibêje, heta niha hinek fermandeyên Pêşmerge hatine girtin.

Serokê Lêjneya Pêşmerge, Şehîd û Mexdûrên Jenosîdê ya Parlamentoya Kurdistanê, Arî Hersîn ji Rûdawê re got, hinek fermandeyên Pêşmerge ku bûne sedemên şikestina hêzên pêşmerge û şehîdbûna pêşmergeyan, dê di dadgeha leşkerî de bên darizandin.

Arî Hersîn diyar kir ku ew hejmara wan fermandeyên tohmetbar nizane lê got, niha ji ber ku şer heye behsa wê dosyayê nayêkirin lê dema piştî ku şerê DAIŞê xilas bû, dê bên lêpirsînkirin û di dadgeha leşkerî de bên darizandin.

Fermandeyê Pêşmerge di eniya Xazirê (Mûsil) de Ferîdûn Ciwanroyî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, hinek fermandeyên Pêşmerge li hinek eniyên şer bûne sedemên şikestina Pêşmerge ji ber wê jî bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mesûd Barzanî hatine girtin.

Ferîdûn Ciwanroyî da zanîn ku bi taybet ew fermandeyên ku di girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve xemsarî kirine, hatine girtin û got, ew fermande dê piştî şerê DAIŞê bên darizandin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî ji Rûdawê re got, bi fermana Serok Barzanî lêjneyek ji bo şopandina wê mijarê hatiye avakirin û got, ew lêjne dê rapora xwe ya dawî pêşkêşî Barzanî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst