Ji Îranê biryareke nû derheqê cilên Kurdî de
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku fermanberên saziyên giştî yên li wê parêzgehê dikarin di dema kar de cilûbergên Kurdî li xwe bikin.
Fermanberên Rojhilatê Kurdistanê dikarin li sazî û dezgehên hikûmetê bi cilûbergên Kurdî li ser kar amade bibin.
Birêveberê Giştî yê Çand û Kulturê yê parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku fermanber dikarin di dema kar de cilûbergên Kurdî li xwe bikin û pêdivî bi mohletê nîn e.
Celal Qelaşaxanî diyar kir, ku Wezareta Kultur û Rewşenbîriyê ya Îranê pêşwazî li wê yekê dike ku li fermangehên hikûmetê cilûbergên Kurdî bêne lixwekirin.
Celal Qelaşaxanî herwiha got, cilûbergên Kurdî, yek ji cilûbergên herî xweşik û ciwan ên navçeyê ne û fermanber jî dikarin li cîhên xwe yên kar li xwe bikin û qet pêdivî bi moletê jî nîn e.