Li Mereşê agir bi malekê ket: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê agir bi maleke prefabrîk ket û di encamê de ji heman malbatê kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku agir bi maleke 2 qatî ya prefabrîk ket. Li ser agahdarkirinê tîmên îtfayeyê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên îtfayeyê nêzîkî 4 saetan midexaleyî agir kirin û agir hat vemirandin.
Hat ragihandin ku ji ber şewata malê ji heman malbatê kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên Mereşê.
Li gorî zanyariyan di bûyerê de du hevjîn û du zarokên wan birîndar bûne û ew kesê miriye jî bapîrê zarokan bûye.
Li aliyê din hat zanîn ku ew kesê miriye Halîl Kallî ye.