Li Amedê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşek tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro dê li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê meşek were lidarxistin.
Meş di çarçoveya "Roja Cîhanî ya Piştgiriya Rojava" de tê kirin.
Tê çaverêkirin ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî beşdarî meşê bibe.
Li gorî bernameyê, meş dê saet 15:00an li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşuyoluyê dest pê bike û heta ber AZC Plazayê bidome.
Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk li bajêr belavok belav kirin û bangî xelkê kir ku beşdarî çalakiyê bibe.
Xwenîşandan didomin
Van rojên borî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandan û meş hatin lidarxistin.