HSD û Şamê li ser Parêzgarê Hisîçayê li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ê ji bo posta Parêzgariya Hisîçayê ragihand ku di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de li ser destnîşankirina wî ya ji bo wê postê lihevhatin hatiye kirin û ji bo wê mebestê jî diçe Şamê.

Namzedê HSDyê yê ji bo posta Parêzgariya Hisîçayê Nûredîn Ehmedê ku bi xwe Kurd e li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Nûredîn Ehmed got, "Di navbera her du aliyan de (HSD û hikûmeta Sûriyeyê) li ser navê min ji bo wergirtina posta Parêzgariya Hisîçayê, lihevhatin hatiye kirin."

Nûredîn Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku tê çaverêkirin di heyama du rojên bê de serdana Şamê bike û li gel Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û berpirsên hikûmeta Sûriyeyê bicive.

"Soza xizmetkirinê"

Nûredîn Ehmed peyamek da Kurd û xelkê herêmê û got:

"Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku di vî karî de ku xêr be ji bo gel û welatê me, me serkeftî bike.

Ez sond dixwim ku dilsozê xwîna şehîdên me bim û bi hemû şiyana xwe xizmeta gelê xwe û xelkê herêmê bikim."

Dadperwerî û aramî

Nûredîn Ehmed derbarê ajandaya karkirina xwe ya di egera destbikarkirinê de got:

"Karên min ên sereke li gel aliyên pêwendîdar ji bo civaka me dê ji bo misogerkirina dadperweriya civakî, dabînkirina ewlehî, aramî û aştiyê be."

Nûredîn Ehmed her wiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku "rûbirûbûna gendeliyê û xizmetkirina hemû pêkhateyan" dê bibe beşeke sereke ji stratejiya karkirina wî û piştrastî da xelkê herêmê ku "paşeroj dê baştir be."