Rêveberiya Xweser: 250 endamên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê derbasî Hisîçayê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Rêveberiya Xweser ragihand, li gorî peymana navbera HSD û Şamê, nêzîkî 250 endamên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê derbasî parêzgeha Hisîçayê dibin. Her wiha dide zanîn ku rêveberiya Deriyê Sînorî yê Sêmalka û Balafirgeha Qamişloyê dê bi hevbeşî be.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê welatên Kendavê Sîhanok Dîbo derbarê peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re axivî.

Sîhanok Dîbo got, "Ev peyman di bin merc û rîsayên taybet de hatiye îmzekirin ku tenê bi amadebûn û dabînkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê û HSDyê nebûye, belkî em dikarin bibêjin Amerîka, Fransa û heta birayên me yên Kurd li Başûr û Bakurê Kurdistanê jî tê de beşdar in."

Bi gotina Sîhanok Dîbo, peyman di demek hestiyar de hatiye kirin, "Ji ber wê navnîşana wê bûye 'Agirbesta hertimî ya navbera hikûmeta demkî û HSDyê û têkelkirina saziyan'. Wate hûrgiliyên zêde tê de hene."

Li gorî Sîhanok Dîbo, eger hemû hûrgiliyên peymanê li ber çav bên girtin, gaveke baş hatiye avêtin "Lê hêj negihîştiye wê asta ku li gorî xewn û hêviyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê be."

30yê Kanûna Paşîn, piştî çend hefteyan ji şerê dijwar li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê hat îmzekirin ku temamkera wê agirbestê ye ku 22yê Kanûna Paşîn di navbera wan de hatibû ragihandin.

Dîbo peymanê wekî gaveke yasayî ji bo şêweyekî "nenavendiya ewlehî, aborî û kargêriya berfireh" dibîne.

"250 hêzên ewlehiyê derbasî Hisîçayê dibin"

Li gorî wê peymana ku hatiye kirin, hejmarek ji hêzên Ewlehiya Navxwe ya ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê diçin nav Hisîçayê.

Sîhanok Dîbo amaje bi wê yekê kir, "Hejmara hêzan diyarkirî ye. 200 heta 250 kes bi çekên sivik ve derbasî parêzgeha Hisîçayê an Kantona Cizîrê dibin, ji bo ku serpereştiya têkelkirina saziyan bikin."

Dîbo her wiha derbarê wan navên ku ji Şamê re hatine pêşniyarkirin ji bo wergirtina hejmarek postên fermî got:

"Hin post ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên wergirtin, wekî Parêzgarê Hisîçayê û Alîkarê Wezîrê Parastinê, wate hûrgiliyên zêde mane û hêj pêvajo temam nebûye."

Sîhanok Dîbo piştrast kir ku Nûredîn Ehmed ji bo wergirtina posta Parêzgarê Hisîçayê hatiye pêşniyarkirin û dibêje, navên din jî ji bo wergirtina postan, bi awayekî fermî tên ragihandin.

"Birêvebiriya Sêmalka û Balafirgeha Qamişloyê dê hevbeş be"

Li aliyê din, Dîbo derbarê birêvebiriya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê (Pêşxabûr) û Balafirgeha Qamişloyê de, got:

"Bi awayekî hevbeş tên birêvebirin, wate ti kes ji derve nayê anîn û xelkê vir li wan du cihan dimînin.

Lê wekî berpirsyarî, bi awayekî hevbeş dibe û hin nûnerên hikûmetê tê de amade dibin."

Hejmareke zêde rojnameger, rêxistinên xêrxwazî û welatiyên Herêma Kurdistanê ji bo gihandina alîkarî û rûmalkirina bûyeran bi rêya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr - Sêmalkayê çûne Rojavayê Kurdistanê, lê wê demê hêzên Ewlehiya Navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li nêzîkî deriyê sînorî nebûn.

Sîhanok Dîbo derbarê vegera wan welatî û rojnamegeran a ji bo Herêma Kurdistanê dibêje:

"Di vê rewşê de, kes nikare rê li ber mijarên exlaqî û mirovî bigire, rê li wan nayê girtin.

Hûrgiliyên zêde hene, em dikarin bibêjin di paşerojê de hemû ev dikevin ser maseya guftûgoyê (ligel Şamê) û çareserî ji wan re tê dîtin."

"Şandeya Kurdan diçe Şamê"

26ê Nîsana par, li Qamişloyê Konferansa Yekrêziya Kurdan hat lidarxistin û di wê konferansê de şandeyek hat pêkanîn, ji bo ku biçe Şamê û daxwaza çareserkirina pirsa gelê Kurd bike.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Welatên Kendavê Sîhanok Dîbo derbarê dema serdana wê şandeya Kurdan a Şamê got:

"Di demek herî nêz de şandeya Kurdan diçe Şamê û pirsgirêka Kurdan dikeve ser maseya guftûgoyê. Em gavekê paşve navêjin."