Serok Barzanî Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Joshua Harris û Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê Wendy Greenê pêşwazî kir.
Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de, Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê li ser navê Serok û Hikûmeta Amerîkayê spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo hemû piştgirî û alîkariyên ku ji bo lihevkirina dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nîşan daye.
Her wiha, derbarê pêvajoya siyasî ya li Îraqê de, careke din piştgirî û helwesta Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Îraqê de teqez kir.
Serok Barzanî, ji xeynî xêrhatinê, spasiya rol û helwesta Amerîkayê ya ji bo piştgiriya gelê Kurdistanê kir û destnîşan kir ku eger helwest û piştgiriya Amerîkayê ya sala 1991ê nebûya, wan nedikarî destkeftiyên Raperîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêzin.
Derbarê pêvajoya siyasî ya Îraqê de, dan û standina bîr û ramanan hat kirin û her du aliyan teqezî li ser girîngiya pêbendbûna bi destûrê kir.
Her du alî hevfikir bûn ku divê Îraqî bi xwe li ser bingeha şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê, biryarê li ser rewşa welatê xwe bidin.
Di vê çarçoveyê de, her du aliyan pêşwaziya gotûbêj û şêwirên vê dawiyê yên Bexdayê kirin ji bo pêkanîna rêkar û senaryoyên siyasî ku tê de berjewendiyên Îraqiyan werin berçavgirtin û ji her aliyekî ve hevbeşiya Amerîka û Îraqê were bihêztirkirin.