HRANAyê li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê amarên nû belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 6 hezar û 713 kes hatine kuştin ku 137 ji wan zarok in.

HRANAyê her wiha da zanîn ku zêdetirî 49 hezar kesan jî hatine desteserkirin.

Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rapora xwe ya nû belav kir.

HRANAyê ragihand ku heta îro kuştina 6 hezar û 713 kesan a di xwenîşandanan de bi belge hatiye piştrastkirin.

HRANAyê diyar kir ku ew li ser kuştina 17 hezar û 91 kesên din lêkolînê dikin ku hîn belgeyên temam derbarê wan de nehatine komkirin.

Hejmara girtî û birîndaran

Ajansê derbarê birîndar û desteserkiriyan de jî di rapora xwe de ragihand:

"11 hezar û 21 kes birîndar bûne ku birîna beşekê ji wan giran e.

Her wiha 49 hezar û 70 xwenîşander li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin."

Di navbera amarên rêxistinên mafên mirovan û yên fermî yên Tehranê de ferqeke mezin he.

Encumena Ewlehiyê ya Îranê 21ê Kanûna Paşîn ragihandibû ku hejmara giştî ya qurbaniyan 3 hezar û 117 kes in û li gorî gotina wan "2 hezar û 427 ji wan xelkê sivîl û hêzên ewlehiyê bûne."

Fermana Pizîşkiyan

Her wiha Ofîsa Serokkomariya Îranê 28ê Kanûna Paşî ya 2026an ragihand, bi fermana Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan, nasnameya kuştiyên nerazîbûnan tê belavkirin.

Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji aliyê esnafên Tehranê ve li dijî bihabûn û daketina nirxê tumen dest pê kir, lê piştre li gelek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn û vegeriya tundiyan.

Li gorî amarên Komîsyona Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê, di xwenîşandanan de ziyan gihiştiye 250 dibistan, 300 mizgeft, 90 hewzeyên olî û 2 hezar û 221 otomobîlên hêzên ewlehiyê.