Kabîneya Tirkiyeyê dicive? Rojeva çi ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê li Enqereyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan sêyem civîna xwe ya îsal pêk tîne.
Mijarên sereke yên civînê bipêşketinên li Îran û Sûriyeyeyê ne.
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê 2yê Sibata 2026an demjimêr 16:00an, bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dicive.
Di civîna kabîneyê de mijara sereke pêvajoya çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û bipêşketinên li Sûriyeyeyê ne ku niha di navbera HSDyê û birêveberiya Şamê de lihevkirinek çêbûye.
Tirkiyeyê li ser mijarê destnîşan kiribû ku ev 'di rêya yekparçeyiya axa Sûriyeyeyê û aramiyê de gaveke krîtîk e' û dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di dema pêkanînê de derkevin, li qadê roleke çalak bilîze.
Her wiha yek ji mijarên din ên civînê rewşa Îranê ye ku xwenîşandan lê zêde bûne û îhtimala destwerdana Amerîkayê di rojevê de ye.
Li gel van, bipêşketinên herêmî, aboriya Tirkiye û rewşa Xezeyê jî di rojeva civînê de ne.
Tê pêşbînîkirin ku piştî civîna kabîneyê Erdogan daxuyaniyeke çapemeniyê bide û biryarên hatine standin ji raya giştî re ragihîne.