Nahêlin ku alîkarî derbasî Kobaniyê bibin: 'Divê Tirkiye wekî dewlet tevbigere'
Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî nerazîbûn nîşan da sekinandina 25 barhilgirên ku alîkariya mirovî dibin Kobaniyê got, "Divê Tirkiye bi cidiyet û berpirsyariya dewletekê tevbigere."
25 barhilgirên ku ji aliyê Platforma Piştgirî û Parastin Bajar a Amedê ve kelûpelên alîkariya mirovî ji bo Kobaniyê bar kirine, ev 3 roj in li navçeya Sirûçê ya Rihayê li tesîseke bêhnvedanê tên sekinandin.
Heta niha destûr nehatiye dayîn ku barhilgir derbas bibin.
Pêkhateyên platforma alîkariyê, rayedarên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li ser xeta sînor li benda destûrdanê ne.
"Divê ev derî were vekirin"
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî serdana deverê kir û bang kir ku deriyê sînor demildest were vekirin.
Temellî diyar kir ku ew tenê 10 kîlometreyan dûrî Deriyê Sînor ê Mursîtpinarê ne û tekez kir ku divê alîkarî demildest bigihin cihê xwe.
Temellî got, "Di van barhilgiran de av, mamaya zarokan, şîr, pêçekên zarokan û kelûpelên sereke hene.
Em 10 kîlometreyan dûrî sînor in lê derî hîn girtî ne.
Divê ev derî demildest were vekirin; divê ev kelûpel demildest bigihin wan zarok û mirovan ku li Kobaniyê li dijî birçîbûn û sermayê têdikoşin."
"Dema mijar dibe Kurd tên sekinandin"
Temellî astengkirina alîkariyên mirovî wekî nayê qebûlkirin pênase kir û wiha axivî:
"Divê Tirkiye bi cidiyeta dewletekê tevbigere.
Ew kesên ku dema alîkarî dişînin deverên cuda yên cîhanê sibê û êvarê di televizyonan de behsa wê dikin.
Mixabin dema mijar dibe Kobanî, Rojava û Kurd 25 barhilgiran bi rojan didin sekinandin.
Ne tenê ev wesayît, gelek kelûpelên din jî di embaran de ne. Divê ev rê demildest were vekirin, alîkarî bigihin bira û xizmên me yên li wir."
Di nava alîkariyên ku ji bo Kobaniyê hatine komkirin de xwirek, cilûberg û kelûpelên jiyanî hene.
Rayedaran hîn daxuyaniyeke fermî nedaye ka çima destûr nayê dayîn ku barhilgir derbas bibin.