Li Herêma Kurdistanê mirinên di qezayan de ji sedî 60 kêm bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Dîwana Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî ragihand ku di pênc salên borî de hejmara mirî û birîndarên qezayên trafîkê ji sedî 60 kêm bûye.
Mîranî ev daketina berbiçav bi bikaranîna teknolojiyên nû yên trafîkê ve girê da.
Hêmin Mîranî ji Rûdawê re ragihand: "Di pênc salên borî de qezayên trafîkê kêm bûn û me karî rêjeya mirin û birîndarbûnê ji sedî 60 kêm bikin."
Wî berpirsî kêmbûna mirî û birîndaran bi taybetî bi danîna kamerayên lezê yên "xal bi xal" (point-to-point) ve girê da.
Ew sîstem leza navîn a otomobîlê ne tenê di xalekê de, di navbera du xalên diyarkirî de dipîve û bûye hîmê stratejiya wezaretê ya ji bo rêlibergirtina leza zêde di rêyên sereke de.
Hişyariya derbarê motorsîkletan
Li hêla din, Hêmin Mîranî derbarê zêdebûna rûdawên motorsîkletan hişyarî da.
Mîranî diyar kir ku piraniya qezayên giran ên sala 2025an ku pêdiviya wan bi çavdêriya hûr hebûye, motorsîklet tevlî wan bûne.
Li hemberî vê yekê, Wezaretê ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de li dijî motorsîkletên bêqeyd operasyonekê pêk bînin.
Mîranî hişyarî da û got: "Divê motorsîklet bên tomarkirin. Ji sibê ve li hemberî her motorsîkleteke bêplaka dê rêkarên tund ên yasayî bên girtin."
Teşwîqkirina otomobîlên hîbrîd
Wezaret ji bo nûjenkirina sektora veguhastinê ya Herêma Kurdistanê û kêmkirina belavbûna karbonê, teşwîqa bikaranîna wesayîtên "kesk" dike.
Mîranî tekez kir ku ji bo teşwîqkirina hawirdekirina wan, otomobîlên hîbrîd niha ji xercên tomarkirinê hatine efûkirin.
Wî her wiha bangî ajokarên taksiyan kir ku pêşengiyê bikin û derbasî modelên hîbrîd an tam karebayî bibin.