Mesrûr Barzanî: Em rêkeftina HSD û Şamê erênî dibînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê erênî dibînin û daxwaz kir ku mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bên çespandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî merasîma bibîranîna şehîdên 1ê Sibatê ya li Hewlêrê ji rojnamegeran re axivî û derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyeyê û siyaseta herêmê de daxuyanî dan.
Barzanî diyar kir ku ew piştevaniya tam didin pêvajoya diyalogê ya di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de.
"Serok Barzanî rola sereke lîst"
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser agirbest û pêvajoya lihevkirinê ya li Sûriyeyê û amaje bi rola Serok Mesûd Barzanî ya di vê pêvajoyê de kir û got:
"Cenabê Serok Mesûd Barzanî, di pêvajoya agirbest û rêkeftinê de roleke sereke lîst.
Ev hîn rêkeftineke destpêkê ye, hêviya me ew e ku ev lihevkirin berfireh bibe, aştî û aramî mayînde bibe."
Barzanî her wiha destnîşan kir ku li Sûriyeyê di qonaxa nû de gihîştina gelê Kurd a statuyeke yasayî û destûrî, dê di berjewendiya hemû aliyan de be.
Hikûmeta Îraqê û hilbijartina serokkomar
Mesrûr Barzanî di heqê pêvajoya pêkanîna hikûmeta Îraqê û nîqaşên li ser hilbijartina serokkomar de jî axivî û diyar kir ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hîn rêkeftineke şênber nehatiye kirin û li pey çû:
"Heta niha (ji bo hikûmeta Îraqê) rêkeftina dawî nehatiye kirin.
Em çaverê ne ku şande ji Bexdayê bên û li gel Cenabê Serok Mesûd Barzanî bicivin. Tiştê di berjewendiya gelê me de be, em dê wê biryarê bidin."
"Divê rêz li encamên hilbijartinan bê girtin"
Divê were gotin ku salek di ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas bûye lê kabîneya nû nehatiye avakirin.
Barzanî bersiv da rexneyên li ser vê mijarê û biland:
"Me ji destpêkê ve gotiye ku divê rêz li îradeya gel û encamên hilbijartinan bê girtin.
Nêrîna PDKyê diyar e, divê kabîneya hikûmetê li ser bingeha encamên hilbijartinan bê pêkanîn. Em vê helwesta xwe didomînin."
Serokwezîr Barzanî di çarçoveya merasîmê de gul danî ber abîdeya şehîdên 1ê Sibatê û bal kişand ser girîngiya meşrûiyeta demokratîk a ji bo yekîtî û paşeroja Kurdistanê.