ENKSyê li ser peymana HSD û Şamê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku ew hêvî dikin peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de bi awayekî cidî were bicihkirin.
ENKSyê ev peyman wekî destpêka dan û standineke niştimanî ya cidî nirxand.
ENKSyê îro derbarê peyaman 30ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kir.
ENKSyê diyar kir ku ew peymanê wekî gaveke ku pêdivî bi helwesteke berpirsiyar heye dibîne û hêvî dike ku bi awayekî cidî û berdewam bê bicihkirin.
ENKSyê her wiha hêvî xwest ku peyman bi awayekî were bicihkirin ku welat ji êş û aloziyan biparêze û vegera koçberan misoger bike.
ENKSyê, ev rêkeftin û "Fermana Serokatiyê ya hejmar 13" wekî destpêkekê ji bo dan û standineke niştimanî ya cidî di navbera hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên gelê Kurd de pênase kir.
Li gorî daxuyaniyê, armanc bidestxistina mafên neteweyî yên rewa, rakirina hemû zilm û zoriyên dîrokî û çespandina wan di destûrê de ye.
ENKSyê di dawiyê de tekez kir ku misogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser bingeha hevbeşiyeke rasteqîn, dadperwerî û wekheviyê, bingeha sereke ya parastina berjewendiya bilind a niştimanî ye ku ewlehî û aramiya berdewam peyda dike.