Hewlêr (Rûdaw) – Boriya petrolê ya navbera Kerkûk û Hewlêrê teqiya. Rayedar dibêjin, borî ji ber kêşeyên teknîkî teqiyaye.
Şeva borî boriya petrolê ya ku ji Kerkûkê derbasî Hewlêrê dibe û li hinda bajarokê Sergeranê yê Kerkûkê re derbas dibe, teqiya.
Derheqê bûyerê de şaredarê Sergeranê, Loqman Husên ji Rûdawê re got, borî ji ber kêşeyên teknîkî teqiyaye. Li cihê ku borî teqiyaye giraniyek mezin ketibû ser boriyê. Lê di bûyerê de tiştek bi kesî nehatiye.
Berpirsê Asayişa bajarokê Sergeranê jî ji Rûdawê re got, bûyer li gundê Sarelû yê Sergeranê çêbûye û heta niha jî pispor derheqê wê bûyerê de lêkolîn dikin.
Boriya ku teqiyaye, petrola bîra Bay Hesen a Kerkûkê vediguheze Hewlêrê. Ew bîr û borî di destê Wezareta Samanên Sirûştî ya Kurdistanê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse