Serokê Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê, Eyad Ellawî di gotara xwe de ragihand: “Hemû nakokiyên herêmî, cîhanî û navxweyî anîne Iraqê û Iraq bûye navenda dijatî û berevaniya li Îranê.”
Serokê Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê, Eyad Allawî anî ziman ku îro, mirov di cîhaneke cuda de dijî, rewşa navdewletî nebaştir dibe û got: “Ji ber rikberiya navdewletî dibe ku şer rû bidin.”
Îro li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve 1. Korbenda Hewlêrê destpê kir. Di korbend de ji Tirkiye, Îran û Iraqê gellek siyasetvan, berpirsên hikûmetan, lêkolîner û nivîskar beşdar bûne,
Di gotara xwe de, Eyad Allawî ragihand ku metirsî heye şerekî navdewletî rû bide.
Ellawî anî ziman ku dema li welatekî bûyerek rû dide, ev yek dikare bandorê li hemû dinyayê bike û berdewam kir: “Îro êdî em di cîhaneke cûda û tevlîhev de dijîn. Rewşa navdewletî nebaştir dibe. Ji ber rikberiya navdewletî dibe ku şer rû bidin.”
Ellawî, di beşeke axaftina xwe ya di derbarê geşedanên li Ewropayê de rave kir ku li Ewropayê guherîneke mezin pêk tê û dom kir:
“Em dibînin ku Brîtanya ji Ewropayê vediqete û di hundir û li derveyê Ewropayê mîhwereke nû çêdibe. Li Atlantîkê, Deryaya Baltîkê û Derya Reş, li dijî Ewropayê geşedanên nû çêdibin. Ji alî din ve di navbera Rûsya û Amerîkayê de nakokî hene. Qirim û Sûriye, du nimûneyên van nakokiyan in. Çîn jî êdî hewlên zêdekirina bandorê dide û li dijî Amerîkayê disekine. Deryaya Sor, qadeke serbixwe bû lê em dibînin ku Îsraîl û hin dewletên din vê deryayê dixin bin kontrola xwe. Tirkiye li Somaliyê navendên leşkerî ava dike.”
Ellawî di berdewamiya axavtina xwe de, hemû van geşedanan wek geşedanên rûdana pirsgirêkên serwerî û ewlehiyê destnîşan kir û diyar kir ku ev rewş, bandoreke xeternak li ser aştiyê dike.
Ellawî tekez kir:“Siyasetên ku li ser çînetî û neteweyî tên kirin, rewşê xerabtir dikin. Sûriye ji bo vê yekê nimûneyeke baş e. Hatina hêzên leşkerî û aborî yên dewletên biyanî jî rewşê aloztir dikin. Rewşa heyî rê vedike ku teror ji nû ve zêde bibe. Me tevan dît. El Qaîde gellek caran hate lawazkirin, lê belê ji ber ku li dijî ramanên wê tekoşîn nehate dayîn, ew raman belav bû û DAIŞê derxiste holê. DAIŞ hê jî neqediyaye û xeter e. Lê belê xeteriya nakokiyên navbera zilhêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin, hin mezintir e.”
09:45 a.m
Gotara Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Kerîm Şingalî ve hate xwendin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo Korbenda Hewlêrê ya salane gotarek şandibû, ku ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî ve hate xwandin.
Nêçîrvan Barzanî di vê gotara xwe de behsa kêşe û pirsgirêkên niha yên Iraqê kir û ragihand: “Em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê, xwedî jiyan û debareke baş û hêja bin. Xweşguzeraniya xelkê nayê dabînkirin, eger ku seqamgîriya siyasî li welat nebe.”
Serokwezîr Barzanî da xuyakirin: “Dewleta nû ya Iraqê di destûr û sîstema xwe ya niha de, xwe wek dewletek demokratîk û federal pênase kiriye. Eger avedanî, xizmetguzarî û beşdariya di rêvebirinê de bi şêweyeke guncaw û hevbeş nebe, hingê seqamgîrî û paşê jî xweşguzeranî, pêşkevtin, ne mumkin e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, sîstema federalî li Iraqê weke sîstemeke rast û dirist him bo Iraqê û him jî bo navçeyê bi nav dike, lê belê rexne li bicihnebûna sîstema federalî li Iraqê bi awayekê baş kir: “Mixabin em hest dikin ku çemka federalî û sîstema federaliyê li Iraqê hêj bi cih nebûye û hêj têgihîştineke temam bo sîstema federaliyê nîne.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir: “Serderiya Bexdayê li gel Herêma Kurdistanê naşibe serederiya li gel herêmeke federal û weke serederiya li gel parêzgehekê ye.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Eger me bi vî çavî temaşeyê meseleyê bikin ku ew yek pîlan e û DAIŞ ji derve bo nav #Iraqê hatiye şandin, em nagihi in ti çareseriyekê û mixabin dibe ku rewş ber bi xirabtirbûnê jî biçe.”
Gotara serokwezîr Nêçîrvan Barzanî
Amadebûyên rêzdar
Mêvanên hêja
sibeha we bi xêr û hûn bi xêr bên bo Korbenda Hewlêrê
Bixêrhatinek taybet bo wan mêvanên ku ji derve hatine bo Herêma Kurdistanê, destxweşiyê li Navenda lêkolînê ya Rûdawê dikim, bo rêkxistin û birêvebirina vê Korbendê û komkirina 14 Navendên lêkolînê li navçeyê di vê dema pêwîst de, bo gotûbêjkirin li ser dirustbûna aştiyê û aramiyê û pêşketinê li navçeya me , hêvîdarim gotûbêjên gelek berhemdar û hevtêgihiştin di navbera hemû aliyan de bibînin.
Rêzdaran, hûn siyasetmedar û lêkoler in, xwedî zanyarî rewangehên xwe ne, ji ber vê yekê dixwazim bi zelaliek zêde li vê derê li pêş we berêzan biaxivim.
Bi rastî em dixwazin bermberî xelkê Kurdistanê û Iraqê bi giştî, xwedî soz bin, em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê , jiyan û xweşguzeraniyek wan ya xweş û hêja hebe, xweşguzeraniya xelkê bicîh nayê, dema ku aramiya siyasî li welat tune be, û xizmetguzarî bidest nakevin, eger welat di rewşek ewlekarî tevlîhev de be, ji bwer vê yekê divê li ser herdû xalan destpê bikin.
Eger em li wan herdû xalana bi hûrî binerin, emê bibînin ku serkirdayetiya siyasî li Herêma Kurdistanê berî hilweşana rejîma berê , hewleke mezin bo Iraqek bi wî awayî dabû.
Ji bo wê yekê jî hijmarek zêde civînên aliyên siyasî yên Iraqî berî hilweşanê û piştî hilweşana rejîmê li Hewlêrê hatin sazkirin. çavê me li wê yekê bû ku Iraqek bo hemûyan dirust bibe, lê mixabin ew bo hemû netewe û pêkhateyan pêk nehat, herwiha dewleta medenî û hevwelatîbûn jî pêk nehat. Lewra grûpên terorîst sûd ji wê rewşê wergirtin, û Qaîde cihê xwe li Iraqê firehtir kir, piştre ji qonaxa Ensar El-Sunne bihêztir bû, îca bû rêxistinek mezintir û bihêztir a terorîst bi navê DAIŞê, ku rewşa Iraq û navçeyê û hemû cîhanê têk da.
Amadebûyên birêz….
Eger em bi çavê pîlangîriyê ku DAIŞ ji derveyî Iraqê hatiye şandin, li vê pirsê temaşa bikin,em nagihên ti çareseriyekê, mixabin emê ber bi rewşek xerabtir ve jî biçin.
Niha DAIŞ tevgerek berdewam li hêlên Stratejîk yên Diyale,Kerkûk, Selahedîn, Enbar û Mûsilê heta Sûriyê dike, şevane tevger û êrîşên terorîstî bo ser hêzên ewlekarî û cihên giştî pêk tîne, piraniya wan jî xelkê Iraqê ne, wate DAIŞ maye, di rewşek wiha tevlîhev de eger DAIŞ nemîne, rêxistinek terorîstî ji paşmayên wê li ser vê erdê jidayik dibe, ji ber vê yekê divê em bi ciddî li ser çareseriyek bingehîn rawestin.
Dewleta nû ya Iraqê di destûr û sîstemê niha de xwe bi dewletek demokratîk û fidralî nasandiye, li dewletek bi vî awayî eger avakirin, xizmetguzarî û beşdarbûn di rêvebirinê de bi awayekî bikêrhatî û hevbeş de çênebe, aramî û herwiha xweşguzeranî û pêşketin jî mehale.
Piştguhxistina beşdarbûnek hevmil, herwiha belavbûna çekan bi vî awayî wiha kiriye ne ku pêşketina aborî, belkî berdewambûna bizava bazirganî û aborî û gelek pêdiviyên rojane jî zehmet bibe, herwiha bandorek yekcar xerabî hebû û heye û bûye rêgir li pêş çareseriyên siyasî, vê yekê nearamî ji bo hevwelatiyan dirustkiribû, ji hemû pêkhateyan re.
Divê ew yek li gor destûra Iraqê çareser bibe, Herêma Kurdistanê ku rexneya wê li 55 maddeyên destûrê heye, ew girêdayî ne bi gelê Kurdistanê ku nehatine cîbicîkirin, ji hemûyan jî zêdetir dixwaze destûr serwer be.
Gelî Rêzdaran…
Ji bo ku em tevgera terorê li Iraqê rawestînin û nehêlin, divê berî her tiştî cihên wêrankirî ava bikin, ji ber zemîna geşbûna terorê di nav wêranî û navçeyên bê xizmetguzarî de ye, lewra divê zû dest bi avakirinê bê kirin.
Ji bo hemûyan gelekî nexweşe, ku yek ji kevintirîn bajarên navçeyê û cîhanê, bajarê Mûsil ku bi vî awayî wêrane, divê hikûmet piştîvaniya sermayedarên Mûsilê bike, ji bo ku destpêşxeriyên avakirina Mûsilê di destê wan de be, divê xelkê hemû parêzgehên naverasta Iraqê, ne ku çend kes li wan parêzgehan, xwe bi hevbeş û beşdar di birêvebiribna desthilat û kargêriya Iraqê de bibînin, divê peywendî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bi kirdar û awayekî kûr û rast bê kirin.
Ji bo nehiştina terorê û nehiştina derketina terorê li jêr navekî din de, pêwîstiya me bi sîstemekî perwerdeyê heye ku Iraqê pêş bixin, planek me ya hûr nû bo avakirinê hebe, hevbeşî û beşdarbûnek bikêrhatî ya hemû netewe û xwedî ol û mezheb li wê birêvebirna welat hebe, û rêyên pêkvejiyanek aştiyane li Iraqê bi hêz û kûr bikin, bîmeya tendirustî, bîmeya bêkarî û hejariyê, jiyan û xwendin bo ew kesên bê dayik û bav bûne, her wek di destûra Iraqê de hatiye, bo hemûyan peyda bikin.
Lê ji bo ku bikaribin wê yekê bikin, divê hemû alî bi zelalî û hevtêgihiştin û pêkvekarkirin û lihevkirinek nû li Iraqê dirust bibe, em bi hemû awayî amade ne ku îro wê yekê dest pê bikin.
Berêz serokwezîr Adil Ebdulmehdî kesekî bikêrhatiye bo qonaxek bi vî awayî, û divê hemû aliyên siyasî jî gihiştibin wê baweriya ku pêkvekarkirin bo birêvebirinek baştir û dirustkirina aramiyê gelekî pêwîste. Bi taybet jî eger rêjeya kêmbûna beşdariya xelkê di hilbijartina borî de ya Iraqê bixin ber çavê xwe, ew yek bêbaweriyê bi sîstem û birêvebirina welat pêşan dide, divê hemû alî bi kar û kirdar û reftarê xwe, baweriya xelkê Iraqê bi sîstema siyasî dirust bikin.
Gelî rêzdaran….
Berî hilweşana rejîma berê, Herêma Kurdistanê Iraqeke din bû, ew Iraqa ku hemû aliyên siyasî yên Irqaî di opozisyonê de şanazî pê dikirin,bo hetmiyeta guhertina rejîmê û bo bingehdanîna Iraqek pêşketî li ser bingehên fedralî.
Opozisyona Iraqê di kongreya London û Selahedîn de fedralî pesend kir, û di destûrê demkî û daimî yê Iraqê de hat bicîhkirin, gelê Kurdistanê di wê baweriyê de bû, ku li gor xwezaya hemerengiya Iraqê, ew sîstem zêdetir tê pêşxistin û firehtir dibe, ew tişt di dema borî û niha de li Iraqê dibînin, ewe ku bi rastî fedralî rê û sîstema raste bo firehkirinê li Iraqê.
Lê ez dixwazim gelekî bi zelalî ji bo we gelî hêjayan bibêjim, mixabin em hest dikin, ku fikra fedralî û sîstema fedralî li Iraqê hêjî nehatiye bicîhkirin, û heta niha jî hevtêgihiştinek bi temamî nîne bo fikr û sîstema fedralî. Ji ber vê yekê jî mameleyek heye li gel Herêma Kurdistanê, ku wek mamele li gel Herêmekê birêve naçe, dibe ku mamele li gel parêzgehekê be, hêvîdarin ev awaye li ba desthilata hikûmeta Iraqê bê rastkirin.
Ti merem li rêkeftin û sozan de bi vî awayî nebûn, herwiha di destûra Iraqê de bingehê fedraliyê hat danîn, û di gelek maddeyên destûra Irqê de jî rêya firhkirin û bicîhkirinek kûr bo sîstema fedralî hatiye kirin, ji ber vê yekê di birêvebirina Iraqê de divê sîstema fedralî zêdetir bê firehkirin û kûrtir kirin, lê ew tişt ku dibînin di mamelkirinê de û di projeyasayên nû de, bi rastî berovajî wê rewangeha destûrê ye, ew jî binpêkirina bingehên lihevkirin û fedraliyê ye, wate bi tevahî berovajî destûre.
Bingehek di destûra Iraqê de hatiye danîn, divê yasa li gor sîstema fedralî bên danîn, û yasayên nebikêrhatî jî li gor guherîna sîstema fedralî ya rasteqîne bên vegerndin, lê ew tiştê ku em dibînin berovajî wê yekê ye, lewra dixwazim bala we hemûyan bikişînim ser wî aliyê metirsîdar, û pêwîste hemû alî wê yekê di mamele û yasayan de rast bikin, ji ber ew berovajî destûre.
Di dawiyê de, gelekî bi min xweşe, hûn û hemû sitafên siyasî û akademî û rewşenbîr li Iraq li ser ewlekarî û serweriyê bi awayekî serdemî dest bi gotûbêjan bikin, ji bo ku bi awayekî rast û rasteqîne, ku ewlekarî û serweriya me hebe, ne tenê bi slogan û gotinê.
Careka din bi xêrhatina we dikim û serkftî bin, û hêviya rojek xweş bo we dixwazim.
1ê Adarê 2019.
09:40 a.m
Korbenda Hewlêrê bi gotara Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Mamend Roje dest pê kir
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Mamend Roje, di yekemîn panela Korbenda Hewlêrê, ya bi serenava “Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê: Zêdetir veqetîn an rêkevtin?” de axivî. Mamend Roje, di axaftina xwe de qala taybetiyên erdnîgarî û çavkaniyên sirûştî û çend cûre taybetiyên grîng ên mezopotamya kir.
Mamend Roje ragihand: “Mezopotamya yan jî Iraq, bi çavkaniyên xwe yên sererd û binerdê, wek dilê rojhilata navîn tê nasîn. Rojhilata navîn jî hînterlanda dîroka cîhanê pêk tîne. Ev herêm navcergeya sê parzemînên Asya, Ewropa û Afrîkayê ye. Ji ber vê yekê pêlên gellek çand û şaristaniyan di hundirê xwe de dihebîne.
Iraq û Kurdistan di nav cergeya pênc hewzên bejayî û deryayî de ne. Taybetiyên vê herêmê yên jeokulturî, bi xwere taybetiyên jeostratejîk jî aniye. Mezopotamya, li navenda hewza bejayî ya Asya piçûk; Qefqasya, Îran, Şam û çolên Ereb û hewza deryayî; wek Deryaya Reş, Deryaya Sipî, Deryaya Qezwîn, Kendav ango Deryaya Sor dikeve. Ev taybetiya wê ya jeostratejîk, pêlên navxweyî û derveyî bi hev digoncivîne.”
Mamend Roje anî ziman ku di serdemên kevn de Iraq, navenda rojhilata navîn pêk aniye, vê yekê jî kiriye ku li ser vê erdnîgariyê çendîn şaristanî û împaratoriyên cuda pêk bên.
Roje got, geşedanên neyênî û hilkişîna Mezopotamya bi vî awayî bûye: “Her dema ku jor û jêrên Iraqê, li ser mafê serweriya yeksan li hev kirine, vê yekê bandora xwe li hemû herêmê kiriye. Lê her dema ku ev yeksanî pêk nehatiye, vê yekê rê vekiriye ku Kurdistan û Iraq ji aliyê hêzên derve ve bêne dagirkirin.”
Mamend Roje wiha berdewam kir: “Di serhildana Ebûmuslîmê Xorasanî de zarokên Mezopotamyayê yên jorîn, zarokên jêrîn rizgar kirin. Di vê navberê de Împaratoriya Ebasî ji dayîk bû. Di dema Ebasiyan d herêm, di warê jeopolîtîk û jeokulturî de hilkêşiya. Şahkarên mezin peyda bûn. Felsefe geşiya, zanist bi pêş ket, her çar mezhebên fiqhî; Sunneyî û hemû mezhebên Şîayî berhemên vê serdemê ne. Kelam û îrfan gihîşt. Çand, tesamuh û tolerans berz bû. Pergala siyasî ya vê serdemê jî konfederalî bû.
Di serdema Buweyhiyan de, stratejiya Muizûdewle Ehmed ew bû ku hukumraniya xwe bigihîne Deryaya Sipî. Pi alîkariya Kurdan ev stratejî bi ser ket. Buweyhiyên ku bixwe Şîeyên Zendî bûn, Bexda jî stendin, lê belê ne xelîfe kuştin û ne jî Împeratoriya Ebasiyan hilweşandin.
Di serdema Selçûqiyan de, Alparslan li gel Mela Yehyayê Mizorî rûnişt û daxwaza 10 hezar serbazên Kurd lê kir û Şerê Melazgirê, bi piştevaniya van serbazên Kurd hate qezenckirin. Bi vî awayî dergehên Anatolyayê ji wan re vebûn. Herwiha navê Kurdistan jî berhemeke serdema Selçûkiyan e ku Sultan Sencer bixwe mora xwe lê daye.
Di donaxa Osmanî de modêlên otonom, federal û konfederal li holê bûn. Ev ruhê ku berhema serdemên Ebasî, Buweyhî û Selçûkiyan bû, di serdema Osmanî de, di Şerên Çaldran û Mercî Dabiq de gihîşte asta herî bilind.
Deqa peymannameya Şêx Îdrîsê Bedlîsî ya li gel Yavuz Sultan Selim hê jî heye ku serweryeke mezin pêşkêşî Kurdan kiriye. Bi vî awayî em dibînin ku ri şaristaniya herêmê de, roleke berbiçav a pêkhateyên herêmê hebûye.”
Iraq derfetek bo geşbûnê
Mamend Roje, di derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de jî nirxandinan kir. Roje, anî ziman ku îro Iraq, di qonaxeke sext de derbas dibe û paytexta Kurdistanê Hewlêr, li tenişta Bexdayê wek paytextê duyem geş dibe. Mamend Roje wiha berdewamî da axavtina xwe:
“Iraq û Kurdistan, eger pirsgirêkên xwe yên stratejîk çareser bikin, ûzeyên xwe ji bo civakê terxan bikin û dezgehên wan di biryarên xwe yên stratejîk de guh bidine berhemên zanistî û stratejiyên xwe li gor van nuxbeyên bimeşînin, wê gavê Iraq, dikare pêngaveke mezin bavêje. Wê gavê dikare bibe navendeke guherînê ya demokrasiyê.
Herêma me weke herêmeke nearam û neseqamgîr tê wesifkirin. Hemû zilhêz, lebatên gelên vê herêmê dişopînin û biryarên çarenûsê didin. Çima? Çimkî dewlet û siyasiyên me, ti carê rê nedane ku pirsgirêkan xwe bi beşdariya hemû pêkhateyan û bi hev re çareser bikin. Ji ber vê yekê xwe bi xwe neseqamgîr û nearam dikin.
Ez dipirsim; gelo wext nehatiy ku destebijêrên me yên ramanî û siyasî, li hev bicivin û ji bo çareserkirina qeyranan li rêbazan bigerin? Yekem car e, destbijêrên ramanî û siyasî di yekem Korbenda Hewlêr de, li gel 14 tînk tank û dezgehên raman û stratejî li hev civiyane. Em bawer dikin ku em dikarin ji bo qeyranên xwe çareseriyan biafirînin. Em dibêjin: Çareseriya kêşeyên me, li derekê di xew de ye. Ev helwest, destpêka yekîtiya herêmê ye. Kurdistan, derbazgeha Iraqê ye. Iraq jî dergûşa rojhilata navîn e. Dîrokê li vê derê destpê kir û em jî li vê derê destpê dikin.
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê, Mamend Roje di gotara xwe amaje bi kêşeyên heyî yên li Iraqê û navçeyê kir û ragihand: “Çareseriya kêşeyên me, yekîtiya navçeyî ye. Ev pêngav destpêkek e bo yekîtiya navçeyî. Kurdistan dergehê Iraqê ye, Iraq jî lanka Rojhilata Navîn e. Dîrokê ji vir ve destpê kir, em jî dê ji vir ve destpê bikin.”
09:30 a.m
Korbenda Hewlêrê îro birêve diçe
Îro înê 1ê Adara 2019 yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Korbend ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hatiye sazkirin û dê bo dema 2 rojan berdewam be.
Di korbendê de çendîn berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistan û Iraqê û welatên navçeyê û pispir û şareza beşdar in.
Herwiha di korbendê de dê ji bilî pêşkêşkirina çendîn gotaran, dê hejmarek panel jî birêve biçin û di wan panelan de jî dê gotûbêj li ser rewşa Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îran û Rojhilata Navîn bê kirin.