Kerîm Şingalî: DAIŞ bi dawî nebûye û çalakiyên wê berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand ku DAIŞ bûye sedema têkçûna %70ê jêrxana aboriyê ya bajaran û heta niha DAIŞ bi dawî nebûye û çalakiyên wê berdewam in.
Kerîm Şingalî li panela sêyem a roja yekem a Korbenda Hewlêrê ya salane ku li jêr navê "Iraq û rewşa asayişa bêçareser" birêve çû, gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Dawiya DAIŞê nayê wateya dawiya terorê û jîngeha Iraqê jî rê xweş kiriye ku xelk hevahengiyê li gel terorê bikin.”
Şingalî amaje bi wê yekê kir ku "di kabîneyên hikûmeta Iraqê de nekarîne bawerî çêbikin û divê proseya aştiyê ya rasteqîn li Iraqê dest pê bike".
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Divê desteyeke dadwerî ya serbixwe were damezrandin ji bo dadgehîkirina endamên DAIŞê.”
Roja yekem a Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li Hewlêrê li jêr navê "Rêyên çareseriya pirsgirêkên asayiş û serweriyê li Rojhilata Navîn" bi beşdariya bi dehan kesayetên siyasî û rewşenbîrên Kurdistan û Iraq û herêmê ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat sazkirin, birêve çû. Beşeke panelê li ser bidawîbûna DAIŞê û çawaniya rûbirûbûna bîra tundiyê bû.