Selahedîn Behaedîn: Tewafûq bûye belayeke mezin bo Iraqê
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn di panela yekem a Korbenda Hewlêrê de ragihand, tewafûq bûye belayeke mezin bo Iraqê, çimku bûye corek ji rêkevtina di navbera hêzan de û bûye sedema fetisandina dengê opozisyonê û dengê nerazî.
Îro li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve 1. Korbenda Hewlêrê destpê kir. Di korbend de ji Tirkiye, Îran û Iraqê gellek siyasetvan, berpirsên hikûmetan, lêkolîner û nivîskar beşdar bûne,
Di Korbenda Hewlêrê de, yekemîn panel bi serenava ‘Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; zêdetir veqetîn an rêkeftin?’ hat lidarxistin û têde Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Falih Feyaz, Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Ednan Muftî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behaedîn û Serokê Hevpeymaniya El-Qerar a Iraqî, Osame Nucêyfî beşdar bûn.
Selahedîn Behaedîn tekez kir, pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji ber ku destûr esas nayê girtin, nayên çareserkirin.
Selahedîn Behaedîn got: “Me dewleteke federalî nîne, ya ku heye, tenê di destûrê de heye.”
Behaedîn da xuyakirin: “Biyanî ne dûr û ne ji nêzîk ve nikare destêwerdanê bike, eger Iraqî bi xwe mijûlî wê yekê nebin. Iraqî diçin destê biyaniyan digirin û tînin nav Iraqê, ji bo çareserkirina kêşeyên xwe yan jî ji bo serxistina xwe li hember bermaberên xwe.”