Du caran êrişî Balafirgeha Herîrê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja duyemîn a şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re de, îro du caran êrişî Balafirgeha Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Qaymeqamê navçeya Herîrê dibêje, "Êriş li gorî berê bihêztir in."

Qaymeqamê Herîrê Şêrwan Celal îro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Şêrwan Celal got, "Êrişa yekem îro yekşemê demjimêr 04:43yê sibehê bû û êrişa duyem jî demjimêr 08:15an bû."

Ji ber êrişan dûman li asmanê navçeyê hat dîtin.

Qaymeqamê Herîrê diyar kir, "Di her du êrişan de jî Balafirgeha Herîrê hat armanckirin û ti xisar çênebû."

Li ser cureya êrişan Şêrwan Celal anî zimên, "Êriş li gorî yên berê bihêztir bûn, gumanên zêde ew in ku bi dronan hatibin kirin."

Zêdetirî 10 êriş hatine kirin

Ev ne êrişa yekem a li dijî Herîr û Hewlêrê ye, ji doh ve zêdetirî 10 êrişên bi vî rengî hatine kirin û piraniya wan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûn ku Hêzên Hevpeymanan li beşeke wê ne.

Vê sibehê jî bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin.

Piştî êrişê komeke çekdar a Şîe ya bi navê Seraya Ewliya Ed-Demê, berpirsyariya êrişê girt stûyê xwe.

Xamineyî û çend berpirsên bilind hatin kuştin

Şerê vê carê doh 28ê Sibata 2026an bi êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê dest pê kir û wekî bersivekê ji bo êrişan, Îranê bi mûşekan çend welatên Rojhilata Navîn kirin armanc.

Di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xamineyî, Şêwirmendê Siyasî yê Xamineyî Elî Şemxanî û Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur hatin kuştin.